Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin 2018-12-04 13:03:48 NAVENDA NUÇEYAN – Çalakiyên li dijî tecridkirina Ocalan her ku diçe belav dibe. Piştî li Mêrsîn, Amed, Wan parlamenter, li dijî tecrîda Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a 27 rojin di grevê deye, ketin grevê, îro li Stenbolê parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz, Alî Kenanoglu û Saruhan Oluç jî ketin greva birçîbûnê. Ziyaret û eleqeya ji bo çalakiyê gelek zêde ye.    Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe belav dibe. Tevlêbûna çalakiyên greva birçêbûnê zêde dibe. Piştî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8'ê Mijdarê de dest ib çalakiyê kir, 27 rojin çalakiya Guven a li dijî tecridkirina Ocalan didome. Girtiyên PKK'î û PAJK'î jî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiye bi dorvegera 10 rojan û bêdem di 27'ê Mijdarê de çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya girtiyên siyasî ya li girtîgehan di roja 8'an de berdewam dike. Piştî di 2'ê Kanûnê de Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê çalakiya greva birçîûnê dan destpêkirin polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtibû û 10 endam û rêveberên HDP'ê yên di çalakiyê de binçav kirin û hêj di bin çavan de ne. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Güven a li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. Duh li Mêrsînê 3 parlamenterên HDP'ê, li Amedê 4 parlamenterên HDP'ê, li Wanê parlamenterek HDP'ê ketibûn grevê. Îro jî li Rihayê 2 parlamenterên HDP'ê, li Enqereyê jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê dikevin grevê.    LI STENBOLÊ JÎ PARLAMENTERÊN HDP'Ê KETIN GIRÊ   Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê îro bi daxuyaniyekê û bi tevlêbûna parlamenteran çalakiya grevê da destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz, Alî Kenanoglu û Saruhan Oluç li gel rêveberên HDP'ê dest bi çalakiyê kirin. Li gel wekîlan gelek endam û rêveberên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan wekilan. Li salona ku wekilên HDP'ê lê dest bi çalakiyê kirin pankarta ku wêneyê Guven û nivîsa "Leyla Guven mafdar e. Divê tecrida mutlak rabe" vekirin. Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç daxuyani da û destnîşain kir ku bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiyê dikin.    OLUC: TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ JÊ VENEGER E   Oluc, diyar kir ku Guven parlamenter e û bi awayekî bê hiqûq û bê qanûn hatiye girtin û hêj girtî ye. Oluc, anî ziman ku Guven ne ji bo xwe ketiye grevê û wiha got: "Guven li dijî tecridkirina Ocalan ku ji 4'ê Nisana 2015'an de hatiye destpêkirin ketiye grevê. Ji ber ku ev tecrîd ne tenê li dijî Ocalan e. Li dijî gelê Kurd, aştî, demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê li dijî binpêkirina mafan, şer ketiye grevê. Piştî civîna Koma Partiya me dê li gel Hevseroka Giştî Pervin  9 wekilên me yên din jî têkevin grevê. Têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê dê her dem berdewam bike. Tu hêz nikare vê têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiyê rawestîne. "    Oluc, xwest demek berî demekê daxwazên Leyla Guven pêk bên û di demek zûtirîn de serbest bê berdan û wiha got: "Em hevî û bawer dikin ku dê dawî li tecrîda di 5'ê Nîsana 2015'an de li Îmraliyê hat destpêkrin bi dawî bikin. Dîsa em hêvî dikin ku dê biryara DMME a ji bo Demîrtaş daye pêk bînin. "    LI WANÊ ÇALAKÎ DI ROJA DUYEMÎN DE YE    Li Wanê jî çalakiya Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ku duh da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Îro jî parlamenterên HDP'ê yên Wanê Sait Dede û Murat Sarisaç jî tev li çalakiyê bûn. Îro gelek endam û rêveberên HDP'ê û rêxistinên demokratîk çalakger ziyaret kirin. Endam û welatiyên ji taxan hatin HDP'ê wekîl ziyaret kirin û piştgirîdan wekîlan.    LI MÊRSÎNÊ 10 KES HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE   Li Mêrsînê jî hêj 10 kesên ku 2 roj berê di çalakiyê de hatibûn binçavkirin, hêj di bin çavan de ne. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di 2'ê Kanûnê de li dijî tecrîdê dest bi çalakiya grevê kiribûn. Polîsan di saetê şevê de bi ser avahiyê de girtibûn û Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zuhal Onen jî di navde 10 çalakger binçav kiribûn. Îro ji bo bixwazin 10 kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan, xwestin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Endamê Navenda Giştî yê HDK'ê Selahattin Guvenç, serî li Walîtiyê da û xwest sedema binçavkirinê fêr bbe. Walîtiyê diyar kir ku ji wezareta Karên Hundir de ferman hatiye û ji ber vê yekê nikare destûrê bide daxuyaniyê.