‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'

  • rojane
  • 09:16 4 Kanûn 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Girtiyên serdema 1980'yî, pêkanîna jimariya li ser piyan a di demên dawî de di rojevê de ye nirxandin. Girtiyên berê anîn ziman ku peyva "girtîgehê" bi xwe jî Kenan Evren tîne bîra miriv û ev pêkanîn bermayiya 12'ê Îlonê ye. 

Di demên dawî de Girtîgeha Tîpa M a Manîsayê jî di nav de li gelek girtîgeha jimariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin. Kesên di dema darbeya leşkerî ya 1980'yî de hatin girtin pêkanîna jimariya li ser piyan nirxandin. 
 
'WEXTA BEHSA GIRTÎGEHÊ TÊ KIRIN KENAN EVREN TÊ BÎRA MIN' 
 
Alî Yildirim ku piştî darbeya leşkerî ya 1980'yî hat girtin û li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê û Girtîgeha Jimare 5 a Amedê ma, diyar kir ku ji wê rojê heta niha girtiyên siyasî bûne xwedî çandeke berxwedanê. Yildirim, bilêv kir ku wexta behsa girtîgehê tê kirin ewilî 12'ê Îlonê, Kenan Evren û Esat Oktay tên bîra wî. Yildirim got: "Ger fêdeya van pêkanînan hebûna, wê beriya herkesî Esat Oktay bi ser biketana. Lê dîrok gelek tiştan hînî mirov dike. Pêkanîna jimariya li ser piyan, îşkence û gelek pêkanînên din ên li Girtîgeha Amedê hatin ferzkirin wekî lekeyeke reş di dîrokê de cihê xwe girtin. Em 70 kes di qawîşekê de diman. Ew qawîş hem xwaringeh, hem xewxane û hem jî qada me ya jiyanê bû. Yek ji wan mirovên ku yektîpî lê hatin ferzkirin jî ez im û min ew kinc li xwe kir. Rojê em 3 caran derdiketin korîdra biçûk û jimarî li me ferz dikirin. Di salên 90'î de Kenan Evren çûbû, lê bermayiyên wî dewam dikirin. Jimariya li ser piyan rûmeta mirov bin pê dike. Min ev yek dît. Careke din dibêjim fêdeya evan pêkanînan tune ye. Pêkanîna jimariya li ser piyan bermayiyeke ji dema Kenan Evren e û divê dev ji evan bermayiyan bê berdan"." 
 
'DEWAM DIKE' 
 
Bahattîn Ozen ku di navbera 1980-90'î de di Girtîgeha Amedê de ma, anî ziman ku tiştên wê demê qewimîn wehşet bûn. Ozen, bilêv kir ku ferzkirina pêkanîna jimariya li ser piyan rêbazeke rûtîn a îşkenceyê bû û got: "Tenê ne jimariya li ser piyan, li Girtîgeha Amedê her tişt bi îşkenceyê dihat kirin. Ger niha jî ev pêkanîn hebin, nexwe heman pergal niha jî didome. Heta pergal neguhere, wê pêkanînên li zindanan jî neguherin. Îşkence û muameleya nebaş di pergalê de heye. Pergal ewilî brê xwe dide girtiyan. Perçeyeke me hemûyan tim di girtîgehan de ne. Jimariya li ser piyan îşkence ye. ger armanc jimarî be dikarin bi gelek awayan bigirin, lê armanca sereke ew e kesayetiyê bin pê bikin. Em destekê didin hevalên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê û yên li hemberî van pêkanînan dedikevin." 
 
'BI KÊRÎ TU KESÎ NEHATIN' 
 
Yûsûf Ozmen jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li girtîgehan îşkenceyên dijwar rû dan û jimariya li ser piyan jî perçeyek ji vê yekê ye. Ozmen got: "Li Bûca, Nazîllî, Aydin û Stenbolê di girtîgehan de mam. Wê çaxê wekî şivan hatibe pezê xwe bihejmêre bi tiliyan girtî dihatin hejmartin. Lê belê girtiyên siyasî tim li hemberî evan pêkanînan derdiektin. Dixwestin li gorî rûmeta mirovan tev bigerin. Ev pêkanîn bi kêrî tu kesî nehatin. Ger hûn rûmeta girtiyan bin pê bikin, helbet wê girtî qebûl nekin. Zarokên me, xizmên me ne bêxwedî ne. Ew li ber xwe didin, divê em jî xwedî li wan derkevin." 
 
MA / Nimet Olmez
  
 

Sernavên din

04/12/2018
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin