‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye' 2018-12-04 09:16:49 ÎZMÎR - Girtiyên serdema 1980'yî, pêkanîna jimariya li ser piyan a di demên dawî de di rojevê de ye nirxandin. Girtiyên berê anîn ziman ku peyva "girtîgehê" bi xwe jî Kenan Evren tîne bîra miriv û ev pêkanîn bermayiya 12'ê Îlonê ye.  Di demên dawî de Girtîgeha Tîpa M a Manîsayê jî di nav de li gelek girtîgeha jimariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin. Kesên di dema darbeya leşkerî ya 1980'yî de hatin girtin pêkanîna jimariya li ser piyan nirxandin.    'WEXTA BEHSA GIRTÎGEHÊ TÊ KIRIN KENAN EVREN TÊ BÎRA MIN'    Alî Yildirim ku piştî darbeya leşkerî ya 1980'yî hat girtin û li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê û Girtîgeha Jimare 5 a Amedê ma, diyar kir ku ji wê rojê heta niha girtiyên siyasî bûne xwedî çandeke berxwedanê. Yildirim, bilêv kir ku wexta behsa girtîgehê tê kirin ewilî 12'ê Îlonê, Kenan Evren û Esat Oktay tên bîra wî. Yildirim got: "Ger fêdeya van pêkanînan hebûna, wê beriya herkesî Esat Oktay bi ser biketana. Lê dîrok gelek tiştan hînî mirov dike. Pêkanîna jimariya li ser piyan, îşkence û gelek pêkanînên din ên li Girtîgeha Amedê hatin ferzkirin wekî lekeyeke reş di dîrokê de cihê xwe girtin. Em 70 kes di qawîşekê de diman. Ew qawîş hem xwaringeh, hem xewxane û hem jî qada me ya jiyanê bû. Yek ji wan mirovên ku yektîpî lê hatin ferzkirin jî ez im û min ew kinc li xwe kir. Rojê em 3 caran derdiketin korîdra biçûk û jimarî li me ferz dikirin. Di salên 90'î de Kenan Evren çûbû, lê bermayiyên wî dewam dikirin. Jimariya li ser piyan rûmeta mirov bin pê dike. Min ev yek dît. Careke din dibêjim fêdeya evan pêkanînan tune ye. Pêkanîna jimariya li ser piyan bermayiyeke ji dema Kenan Evren e û divê dev ji evan bermayiyan bê berdan"."    'DEWAM DIKE'    Bahattîn Ozen ku di navbera 1980-90'î de di Girtîgeha Amedê de ma, anî ziman ku tiştên wê demê qewimîn wehşet bûn. Ozen, bilêv kir ku ferzkirina pêkanîna jimariya li ser piyan rêbazeke rûtîn a îşkenceyê bû û got: "Tenê ne jimariya li ser piyan, li Girtîgeha Amedê her tişt bi îşkenceyê dihat kirin. Ger niha jî ev pêkanîn hebin, nexwe heman pergal niha jî didome. Heta pergal neguhere, wê pêkanînên li zindanan jî neguherin. Îşkence û muameleya nebaş di pergalê de heye. Pergal ewilî brê xwe dide girtiyan. Perçeyeke me hemûyan tim di girtîgehan de ne. Jimariya li ser piyan îşkence ye. ger armanc jimarî be dikarin bi gelek awayan bigirin, lê armanca sereke ew e kesayetiyê bin pê bikin. Em destekê didin hevalên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê û yên li hemberî van pêkanînan dedikevin."    'BI KÊRÎ TU KESÎ NEHATIN'    Yûsûf Ozmen jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li girtîgehan îşkenceyên dijwar rû dan û jimariya li ser piyan jî perçeyek ji vê yekê ye. Ozmen got: "Li Bûca, Nazîllî, Aydin û Stenbolê di girtîgehan de mam. Wê çaxê wekî şivan hatibe pezê xwe bihejmêre bi tiliyan girtî dihatin hejmartin. Lê belê girtiyên siyasî tim li hemberî evan pêkanînan derdiektin. Dixwestin li gorî rûmeta mirovan tev bigerin. Ev pêkanîn bi kêrî tu kesî nehatin. Ger hûn rûmeta girtiyan bin pê bikin, helbet wê girtî qebûl nekin. Zarokên me, xizmên me ne bêxwedî ne. Ew li ber xwe didin, divê em jî xwedî li wan derkevin."    MA / Nimet Olmez