Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike

  • rojane
  • 09:16 4 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Karkerên 7 roj in li ber Fabrîkaya Dermanan a Grîpînê di grevê de ne gotin: "Di salekê de Gerîpîn ji sedî sed biha bû. Me jî xwest ji sedî 25 meaşê me zêde bibe lê qebûl nekirin." Karkeran bilêv kir ku heta ew mafê xwe bi dest nexin ew ê greva xwe bidomînin. 
 
Li Avcilara Stenbolê 7 roj in 83 karkerên jin ên Fabrîkaya Dermanan a Grîpînê di grevê de ne. Karkeran diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih neyên dê çalakiya wan dewam bike. 
 
Karker Şîrîn Akay, diyar kir ku wan doza zêdekirina meaş kiriye, lê belê ji ber nehatiye zêdekirin wan dest bi grevê kiriye. Akay, da zanîn ku peymana wan 2 salan carekê tê nûkirin lê belê di meha Hezîranê de qediyaye û got: "Wê çaxê enflasyon ji sedî 12 bû. Niha bûye ji sedî 25. Yanî pereyê me dihele. Me doza ji sedî 25 kir, lê kardêr jî xwest ji sedî 17 be. Pîvaz û petat ji sedî 25 zêde bûne û em dikirin. Nexwe divê meaşê me jî li gor wê zêde bibe. Meaşê ku em diyar dikin di sînorê birçîbûnê de ye. Em bi vî pereyî debara xwe dikin. Em jî mirov in. Pêdiviya me jî bi xwarin û vexwarinê heye. Akay, diyar kir ku 18 sal in ew di Fabrîkaya Grîpînê de dixebite û got: "Êdî em û hevalên karker bûne wekî malbatekê. Kardêr jî hay ji vê heye. Em wisa bawer dikin wê kardêr daxwaza me qebûl bike. Heta daxwazên me pêk neyên wê greva me dewam bike." 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ NE EM IN' 
 
Çîgdem Yahşî ku 20 sal in di Fabrîkaya Grîpînê de dixebite, diyar kir ku meaşê kardêr pêşniyar dike têra wan nake û got: "Meaşê min 2 hezar lîre ye. Heqê kirêya min hezar lîre ye. Êdî em nikarin biçin bazarê jî. Kîloya pîvazan bûye 5 lîre. Jixwe em goşt nahesibînin. Ma em heqê kirê bidin an biçin bazarê? Li vir hin hevalên me hene bi tena serê xwe debara malê dikin. Hevalên me yên nû hezar û 600 lîreyî distînin. Wexta meaşê kêmtirîn zêde bibe wê meaşê evan hevalên me di biniya yê kêmtirîn de be. Ji ber hevala me pere nedaye zaroka xwe, li dibistanê xwarin nedane wê. Rewşa me hemûyan jî xirab be. Dibe ku krîz hebe, lê sedema krîzê ne em in. Ji bo çi fatûreya wê li me tê birîn? Jixwe em dizanin krîz tesîrê li kardêrê me nekiriye." Yahşî diyar kir ku ji ber ew di grevê de ne meaş nastînin û got: "Heta niha tu deng ji wan derneketiye. Em li benda kardêr in ku bersiveke erênî bide. Em dixwazin meaşê me bê zêdekirin." 
 
‘WÊ GREV BIDOME' 
 
Karker Hanîfe Çerkezoglû jî got: "Kardêr dibêje firotin kêm bûye. Em dikarin her tiştî kêm bikin, lê wexta em nexweş bikevin em nikarin ji dermanên xwe kêm bikin. Loma em bawer nakin ku firotin kêm bûbe." Çerkezoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê ev fabrîka Grîpînê çêdike û got: "Di salekê de Grîpîn jis edî sed biha bû. Par kîloya Grîpînê 42 lîre bû, lê niha bûye 85 lîre. Tê firotin. Lê meaşê me nayê zêdekirin. Ceryan, gaza xwezayî biha bû. Meaşê me têra me nake. Em doza tiştekî mezin nakin. Ten divê li gor bihabûna beran meaşê me jî zêde bibe." Çerkezoglû destnîşan kir ku heta daxwazn wan pêk neyên wê greva wan dewam bike. 
 
MA / Melike Ceyhan 

Sernavên din

04/12/2018
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin