Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike 2018-12-04 09:16:16   STENBOL - Karkerên 7 roj in li ber Fabrîkaya Dermanan a Grîpînê di grevê de ne gotin: "Di salekê de Gerîpîn ji sedî sed biha bû. Me jî xwest ji sedî 25 meaşê me zêde bibe lê qebûl nekirin." Karkeran bilêv kir ku heta ew mafê xwe bi dest nexin ew ê greva xwe bidomînin.    Li Avcilara Stenbolê 7 roj in 83 karkerên jin ên Fabrîkaya Dermanan a Grîpînê di grevê de ne. Karkeran diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih neyên dê çalakiya wan dewam bike.    Karker Şîrîn Akay, diyar kir ku wan doza zêdekirina meaş kiriye, lê belê ji ber nehatiye zêdekirin wan dest bi grevê kiriye. Akay, da zanîn ku peymana wan 2 salan carekê tê nûkirin lê belê di meha Hezîranê de qediyaye û got: "Wê çaxê enflasyon ji sedî 12 bû. Niha bûye ji sedî 25. Yanî pereyê me dihele. Me doza ji sedî 25 kir, lê kardêr jî xwest ji sedî 17 be. Pîvaz û petat ji sedî 25 zêde bûne û em dikirin. Nexwe divê meaşê me jî li gor wê zêde bibe. Meaşê ku em diyar dikin di sînorê birçîbûnê de ye. Em bi vî pereyî debara xwe dikin. Em jî mirov in. Pêdiviya me jî bi xwarin û vexwarinê heye. Akay, diyar kir ku 18 sal in ew di Fabrîkaya Grîpînê de dixebite û got: "Êdî em û hevalên karker bûne wekî malbatekê. Kardêr jî hay ji vê heye. Em wisa bawer dikin wê kardêr daxwaza me qebûl bike. Heta daxwazên me pêk neyên wê greva me dewam bike."    ‘SEDEMA KRÎZÊ NE EM IN'    Çîgdem Yahşî ku 20 sal in di Fabrîkaya Grîpînê de dixebite, diyar kir ku meaşê kardêr pêşniyar dike têra wan nake û got: "Meaşê min 2 hezar lîre ye. Heqê kirêya min hezar lîre ye. Êdî em nikarin biçin bazarê jî. Kîloya pîvazan bûye 5 lîre. Jixwe em goşt nahesibînin. Ma em heqê kirê bidin an biçin bazarê? Li vir hin hevalên me hene bi tena serê xwe debara malê dikin. Hevalên me yên nû hezar û 600 lîreyî distînin. Wexta meaşê kêmtirîn zêde bibe wê meaşê evan hevalên me di biniya yê kêmtirîn de be. Ji ber hevala me pere nedaye zaroka xwe, li dibistanê xwarin nedane wê. Rewşa me hemûyan jî xirab be. Dibe ku krîz hebe, lê sedema krîzê ne em in. Ji bo çi fatûreya wê li me tê birîn? Jixwe em dizanin krîz tesîrê li kardêrê me nekiriye." Yahşî diyar kir ku ji ber ew di grevê de ne meaş nastînin û got: "Heta niha tu deng ji wan derneketiye. Em li benda kardêr in ku bersiveke erênî bide. Em dixwazin meaşê me bê zêdekirin."    ‘WÊ GREV BIDOME'    Karker Hanîfe Çerkezoglû jî got: "Kardêr dibêje firotin kêm bûye. Em dikarin her tiştî kêm bikin, lê wexta em nexweş bikevin em nikarin ji dermanên xwe kêm bikin. Loma em bawer nakin ku firotin kêm bûbe." Çerkezoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê ev fabrîka Grîpînê çêdike û got: "Di salekê de Grîpîn jis edî sed biha bû. Par kîloya Grîpînê 42 lîre bû, lê niha bûye 85 lîre. Tê firotin. Lê meaşê me nayê zêdekirin. Ceryan, gaza xwezayî biha bû. Meaşê me têra me nake. Em doza tiştekî mezin nakin. Ten divê li gor bihabûna beran meaşê me jî zêde bibe." Çerkezoglû destnîşan kir ku heta daxwazn wan pêk neyên wê greva wan dewam bike.    MA / Melike Ceyhan