DÎLOK - Ji bo Dîlok, Kîlîs û Mereşê, hişyariya dibe ku lehî û av rabe hat kirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo Dîlok, Kîlîs û Mereşê, hişyariya dibe ku lehî û av rabe kirin. Midûriyetê diyar kir ku dibe ku dinava rojê de baran pir zêde bibare û heya derengiya şevê berdewam bike.
Rayedaran, xwestin ku welatî li hemberî lehî û ava û ketina birûskê bi baldarî tevbigerin û tedbîrên xwe bigirin.