Ji bo Dîlok, Mereş û Kîlîsê hişyariya lehî rabe hat kirin 2018-11-30 13:22:17   DÎLOK -  Ji bo Dîlok, Kîlîs û Mereşê, hişyariya dibe ku lehî û av rabe hat kirin.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo Dîlok, Kîlîs û Mereşê, hişyariya dibe ku lehî û av rabe kirin. Midûriyetê diyar  kir ku dibe  ku dinava rojê de baran pir zêde bibare û heya derengiya şevê berdewam bike.   Rayedaran, xwestin ku welatî li hemberî lehî û ava û ketina birûskê bi baldarî tevbigerin û tedbîrên xwe bigirin.