RIHA - Li Rihayê, zaroka binavê Z.N. a rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyîn N. hat, hat parastin.
Li Rihayê zaroka binavê Z.N. a rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyîn N. hat, hat parastin. Rayedarên Midûriyeta Bajêr a Xizmeta Karên Civakî û Malbatê di saetên serê sibê de ligel polîs û derûnasan hatin mala Z.N. a ya Sirrînê û di çarçoveya biryara dozger de bi şertê zarokê nîşanî dayîkê bikin, bi xwe re birin.
Hat diyar kirin ku rayedaran agahî nedan ku dê zarokê bibin kîjan stargehê.