Zaroka rastî îstîsmarê hat, parastin 2018-11-29 13:40:20   RIHA - Li Rihayê, zaroka binavê Z.N. a rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyîn N. hat, hat parastin.   Li Rihayê zaroka binavê Z.N. a rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyîn N. hat, hat parastin. Rayedarên Midûriyeta Bajêr a Xizmeta Karên Civakî û Malbatê di saetên serê sibê de ligel polîs û derûnasan hatin mala Z.N. a ya Sirrînê û di çarçoveya biryara dozger de bi şertê zarokê nîşanî dayîkê bikin, bi xwe re birin.    Hat diyar kirin ku rayedaran agahî nedan ku dê zarokê bibin kîjan stargehê.