Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê

  • rojane
  • 09:06 1 Mijdar 2018
  • |
img
AMED - 9 partiyên kurdan, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin û dê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). 
 
HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsyatîfa Azadî hatin cem hev û "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin. Dê platformê di navbera 10-11'ê Mijdarê de komcivînekê li dar bixe û dê di civînê de nexşerêya xwe diyar bike. Platformê, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî dê vê mijarê têxe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). 
 
Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Tevgera Azadî Parêzer Sitki Zîlan, destnîşan kir ku li hemberî zext û zoriyên dewletê yên li ser siyaseta kurd, hatine cem hev a 9 partiyên kurdan pir girîng e û got: "Bersivdayîna tiştekî b vî rengî pri girîng e. Ev yek hem watedar e hem jî cihê şanaziyê ye. Te dît dibêjin 'pirsgirêka bekayê', a me jî pirsgirêka me ya bekayê heye." 
 
Zîlan, anî ziman ku ji bo nexşerêyekê diyar bikin ew ê komcivînekê li dar bixin û dê di civînê de 3 koman çêbikin. Zîlan, diyar kir ku dê komek li nav gel xebatên xw ebimeşîne, dê komek li Enqereyê ji bo daxwazên tên kirin tev bigere û dê komek jî li qada navnetewî bixebite. 
 
‘JI BO ZIMANÊ XWE EM STATUYÊ DIXWAZIN' 
 
Zîlan destnîşan kir ku ew ji dewletê ji bo zimanê xwe statuyê û perwerdehiyê dixwazin û bal kişand ser peymanên ku Tirkiye îmze kirine. Zîlan got: "Li gorî qanûna bingehîn ew peyman di ser qanûna bingehîn, mewzûat û qanûnên Tirkiyeyê re ne. Nikare bêje min çavê xwe girtiye. Peymana Mafên Zarokan, mafên netewî, mafên kêmariyan, UNESCO heye. Dê ji bo vê di warê hiqûqî de liv û tevger çêbibin. Jixwe UNESCO dibêje, 'Zaravayê kurdî zazakî li ber tunebûyînê ye.' Ev yek xistibû rojeva xwe." 
 
Zîlan, anî ziman ku awayê xebata wan, awayekî şefafa, aştiyane, sivîl û demokratîk e. Zîlan, diyar kir ku ew ê alîkariyê ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û herêmên din ên kurdan bixwazin. 
 
‘JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ CIHÊ HÊVIYÊ YE' 
 
Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek jî, anî ziman ku li dor ziman hatina cem hev a kurdan, ji bo yekîtiya netewî jî cihê hêviyê ye. Çîftyurek, diyar kir ku dê di komcivînê de hin tişt diyar bibin. Çîftyurek jî bal kişand ser avakirina 3 komên di bin platformê de. 
 
 
Çîftyurek, anî ziman ku dê di xebatê de pêdivî bi herêmên kurdan ên Îran, Iraq û Sûriyeyê jî çêbibe û got: "Lê dê komcivîn biryara vê yekê bide. Ger em biryara xebateke mayînde bidin, wê têkilî bi Başûr, Rojava, Rojhilat û Esntîtuya Kurdî ya Parîsê re jî bê dayîn." 
 
DAXWAZE HERÎ MIROVANE 
 
Çîftyurek, ji bo zimanê kurdî ku dê bikin rojev û refleksa ku dê dewlet nîşan bide jî got: "Di vê yekê de şidet, teror, êrîşkarî, çek tune ye. Em daxwaza herî mirovane û demokratîk a gelê xwe tînin ziman. Ger hikûmeta Tirkiyeyê vê yekê asteng bike, ew tê wateya dawiya rê. Serokomar ji sibehê heta êvarî dibêje 'asîmalsyon qediya', lê ger rabe û vê yekê asteng bike nexwe ew gotin qediyaye." 
 
'ZAROKÊN MIN BI KURDÎ NIZANIN' 
 
Alîgirê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Sedat Dogan jî got: "Êdî hat wê astê ku li vê xakê zimanê kurdî qedandin. Ez û nifşên ku me bi hev du re dest bi dibistanê kir, ji bilî kurdî bi tu zimanî nizanibû. Hîn jî dê û bavên min bi tirkî nizanin, lê niha zarokên min jî bi kurdî nizanin. Mixabin di navbera dê, bav û zarokên xwe de wergêrvaniyê dikim. Ev ne peywira min e, peywira dewletê ye. Ez bacê didim vê dewletê. Berpirsiyariya xwe bi cih tînim. Lê berpirsiyariyên dewletê jî hene. Yek jê jî ew e ku divê zarokên min bi zimanê xwe bên perwerdekirin." 
 
‘DAXWAZAEKE XWEZAYÎ YE' 
 
Dogan, diyar kir ku divê demildest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî û got: "Ev daxwaz ne daxwazeke siyasî, daxwazeke xwezayî ye. Ji bo ev ziman winda nebe em hatin cem hevdu. Em bihêvî ne. Qebûlkirina evan daxwazên rewa dê bi xwe re şidetê jî ji holê rabike." 

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin