Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê 2018-11-01 09:06:48   AMED - 9 partiyên kurdan, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin û dê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).    HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsyatîfa Azadî hatin cem hev û "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin. Dê platformê di navbera 10-11'ê Mijdarê de komcivînekê li dar bixe û dê di civînê de nexşerêya xwe diyar bike. Platformê, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî dê vê mijarê têxe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).    Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Tevgera Azadî Parêzer Sitki Zîlan, destnîşan kir ku li hemberî zext û zoriyên dewletê yên li ser siyaseta kurd, hatine cem hev a 9 partiyên kurdan pir girîng e û got: "Bersivdayîna tiştekî b vî rengî pri girîng e. Ev yek hem watedar e hem jî cihê şanaziyê ye. Te dît dibêjin 'pirsgirêka bekayê', a me jî pirsgirêka me ya bekayê heye."    Zîlan, anî ziman ku ji bo nexşerêyekê diyar bikin ew ê komcivînekê li dar bixin û dê di civînê de 3 koman çêbikin. Zîlan, diyar kir ku dê komek li nav gel xebatên xw ebimeşîne, dê komek li Enqereyê ji bo daxwazên tên kirin tev bigere û dê komek jî li qada navnetewî bixebite.    ‘JI BO ZIMANÊ XWE EM STATUYÊ DIXWAZIN'    Zîlan destnîşan kir ku ew ji dewletê ji bo zimanê xwe statuyê û perwerdehiyê dixwazin û bal kişand ser peymanên ku Tirkiye îmze kirine. Zîlan got: "Li gorî qanûna bingehîn ew peyman di ser qanûna bingehîn, mewzûat û qanûnên Tirkiyeyê re ne. Nikare bêje min çavê xwe girtiye. Peymana Mafên Zarokan, mafên netewî, mafên kêmariyan, UNESCO heye. Dê ji bo vê di warê hiqûqî de liv û tevger çêbibin. Jixwe UNESCO dibêje, 'Zaravayê kurdî zazakî li ber tunebûyînê ye.' Ev yek xistibû rojeva xwe."    Zîlan, anî ziman ku awayê xebata wan, awayekî şefafa, aştiyane, sivîl û demokratîk e. Zîlan, diyar kir ku ew ê alîkariyê ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û herêmên din ên kurdan bixwazin.    ‘JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ CIHÊ HÊVIYÊ YE'    Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek jî, anî ziman ku li dor ziman hatina cem hev a kurdan, ji bo yekîtiya netewî jî cihê hêviyê ye. Çîftyurek, diyar kir ku dê di komcivînê de hin tişt diyar bibin. Çîftyurek jî bal kişand ser avakirina 3 komên di bin platformê de.      Çîftyurek, anî ziman ku dê di xebatê de pêdivî bi herêmên kurdan ên Îran, Iraq û Sûriyeyê jî çêbibe û got: "Lê dê komcivîn biryara vê yekê bide. Ger em biryara xebateke mayînde bidin, wê têkilî bi Başûr, Rojava, Rojhilat û Esntîtuya Kurdî ya Parîsê re jî bê dayîn."    DAXWAZE HERÎ MIROVANE    Çîftyurek, ji bo zimanê kurdî ku dê bikin rojev û refleksa ku dê dewlet nîşan bide jî got: "Di vê yekê de şidet, teror, êrîşkarî, çek tune ye. Em daxwaza herî mirovane û demokratîk a gelê xwe tînin ziman. Ger hikûmeta Tirkiyeyê vê yekê asteng bike, ew tê wateya dawiya rê. Serokomar ji sibehê heta êvarî dibêje 'asîmalsyon qediya', lê ger rabe û vê yekê asteng bike nexwe ew gotin qediyaye."    'ZAROKÊN MIN BI KURDÎ NIZANIN'    Alîgirê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Sedat Dogan jî got: "Êdî hat wê astê ku li vê xakê zimanê kurdî qedandin. Ez û nifşên ku me bi hev du re dest bi dibistanê kir, ji bilî kurdî bi tu zimanî nizanibû. Hîn jî dê û bavên min bi tirkî nizanin, lê niha zarokên min jî bi kurdî nizanin. Mixabin di navbera dê, bav û zarokên xwe de wergêrvaniyê dikim. Ev ne peywira min e, peywira dewletê ye. Ez bacê didim vê dewletê. Berpirsiyariya xwe bi cih tînim. Lê berpirsiyariyên dewletê jî hene. Yek jê jî ew e ku divê zarokên min bi zimanê xwe bên perwerdekirin."    ‘DAXWAZAEKE XWEZAYÎ YE'    Dogan, diyar kir ku divê demildest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî û got: "Ev daxwaz ne daxwazeke siyasî, daxwazeke xwezayî ye. Ji bo ev ziman winda nebe em hatin cem hevdu. Em bihêvî ne. Qebûlkirina evan daxwazên rewa dê bi xwe re şidetê jî ji holê rabike."