* Karkerên, ji ber heqê wan nayê dayîn 37 roj in li ber înşeata lê dixebitîn çalakiyê li dar dixin. Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiyê bû.
* Rojnamevan Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku bi nedayîna statuyê penaberên sûriyeyî bê nasname dijîn. Akdenîz, got êdî sûriyeyî jî yek ji wan gelên bindest ên li Tirkiyeyê ne.
* Hunermenda fransî Eleonore Fourniau, bi gelek zimanan distrê û tesîr ji dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî girtiye û bi kurdî jî distrê, bi deng û muzîka xwe balê dikişîne.
* Li Dersimê ku gelek fraksiyonên çepgirî û sosyalîst hene, ji bo hilbijartina herêmî îtifaq tê nîqaşkirin. Alîgirê Şaredarê Şaredariay DBP'î Îbrahîm Kasyûn jî diyar kir ku gel şi şaredariyê ne kêfxweş e û dixwaze demildest hilbijartin çêbibe û vîna xwe hilbijêre.
* 9 partiyên kurdan, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin û dê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).
* Rêxistinên HDP'ê yên Amed, Wan, Dersim, Îzmîr û Stenbolê û gelek deverên din dê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê li avahiyên xwe bi tevlêbûna parlamenteran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00-13.00)
* Nûnertiya Odeya Endezyaran a Amedê dê têkildarî pêvajoya efoya li dijî endamê xwe li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu (GGC) civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Nobeta Edaletê ku hiqûqnasan dest pê kiriye dê di hefteya 77'an de li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bidome. (11.30)
* Şaxa SES'ê ya Êlihê dê têkildarî zemma fîîlî li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Şaxa SESê ya Stenbolê jî bi heman armance dê li ber Midûriyeta Tenduristiye daxuyaniyê bide (12.30-16.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Hakan Erbilek ê li Girtîgeha Tipa R a Metrisê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzimrê dê rapora binpêkirina mafên jinan a 8 mehan bi raya giştî re parve bike. (18.00)