ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-01 09:00:31 *  Karkerên, ji ber heqê wan nayê dayîn 37 roj in li ber înşeata lê dixebitîn çalakiyê li dar dixin. Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiyê bû.  * Rojnamevan Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku bi nedayîna statuyê penaberên sûriyeyî bê nasname dijîn. Akdenîz, got êdî sûriyeyî jî yek ji wan gelên bindest ên li Tirkiyeyê ne.    * Hunermenda fransî Eleonore Fourniau, bi gelek zimanan distrê û tesîr ji dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî girtiye û bi kurdî jî distrê, bi deng û muzîka xwe balê dikişîne.    * Li Dersimê ku gelek fraksiyonên çepgirî û sosyalîst hene, ji bo hilbijartina herêmî îtifaq tê nîqaşkirin. Alîgirê Şaredarê Şaredariay DBP'î Îbrahîm Kasyûn jî diyar kir ku gel şi şaredariyê ne kêfxweş e û dixwaze demildest hilbijartin çêbibe û vîna xwe hilbijêre.    * 9 partiyên kurdan, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin û dê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).    * Rêxistinên HDP'ê yên Amed, Wan, Dersim, Îzmîr û Stenbolê û gelek deverên din dê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê li avahiyên xwe bi tevlêbûna parlamenteran daxuyaniyê bidin çapemeniyê.  (11.00-13.00)   * Nûnertiya Odeya Endezyaran a Amedê dê têkildarî pêvajoya efoya li dijî endamê xwe li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu (GGC) civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Nobeta Edaletê ku hiqûqnasan dest pê kiriye dê di hefteya 77'an de li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bidome. (11.30)   * Şaxa SES'ê ya Êlihê dê têkildarî zemma fîîlî li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Şaxa SESê ya Stenbolê jî bi heman armance dê li ber Midûriyeta Tenduristiye daxuyaniyê bide (12.30-16.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Hakan Erbilek ê li Girtîgeha Tipa R a Metrisê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzimrê dê rapora binpêkirina mafên jinan a 8 mehan bi raya giştî re parve bike. (18.00)