Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn

  • rojane
  • 10:39 31 Cotmeh 2018
  • |
img

EDENE - Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya ya bi KHK’ê hat girtin Medîne Gumuş, diyar kir ku li Edeneyê Çapemeniya Azad di hedefa DAIŞ’iyan de bû û wê demê tim di telefonê de gef li wan dihat xwarin. Rojnameger Ahmet Kanbal jî, anî ziman ku di 6-7’ê Cotmehê de ji mirinê filitîn û xwest dosyeya lêpirsîna Kadrî Bagdu ji nû de bê destpêkirin.

Servet Koç ê DAIŞ’î yê di nivîs û dîmenên derbarê cînayeta belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu şandin de behsa lîsteya mirinê ya DAIŞ’ê dikir. Rojnamegerên navên wan di lîsteyê de heyîn û tiştên wê demê jiyan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.
 
Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya ya bi KHK’ê hat girtin a li Edeneyê weşan dikir Medîne Gumuş, diyar kir ku navê wan di lîsteya mirinê ya DAIŞ’iyan de hebû û wê demê tim di telefonan de gef li wan dihat xwarin.
 
'TIM GEF LI ME DIXWARIN'
 
Gumuş, gotinên kurê Kadrî Bagdu yê ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kuştin Ferhat (Îsmaîl) Bagdu yên “Di lîsteya DAIŞ’iyan de xebatkarên Radya Dunya jî hebûn” nirxand û wiha axivî: “Berî Kadrî Bagdu bê qetilkirin, li ser telefona radyoyê tim gef li me dihat xwarin. Ji ber polîtîkayên weşangeriya me tim gef li me dixwarin. Kesên ku gef li me dixwarin raste rast ne DAIŞ’î jî bin, lê hevkarên wan bûn. Berî Kadrî Bagdu bê qetilkirin şevekê, kesekê li telefona me geriya. Ji me re got ‘Gel di ketina Taxa Fevzîpaşa kom dibin. Bi lezgînî hûn dikarin rojnamegerekê bişînin wir.’ Ji ber agahî û cih bi guman bû, hevalên me yên rojnameger bêyî kameran bi xwe re bibin çûbûn wir. Hevalên me ji derveyî kesên di destên wan çek û dar heyî, kesek din li wir nedîtibûn.”  
 
'HEVKARIYA DINAVBERA DEWLET Û DAIŞ’IYAN DE'
 
Gumuş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Carek din telefon ji me re hat û di telefonê de hat gotin ku li Taxên Gulbahçe û Kîremîthanê bûyer hene. Dema em çûn wir, em dîsan rastî kesên di destên wan çek û dar hebûn hatin. Servet Koç ê DAIŞ’ê di dîmenên şandin de, îtîraf dike ku li Taxên Kîremîthane, Gulbahçesî û Şakîrpaşa lîsteyek komkujiya komî amade kiribûn. Di wê lîsteya komkujiyê de navê gelek kên di çapemenî û saziyên dixebitin hebûn. Ji ber ku  Kadrî Bagdu, berî her tiştî rojnameger bû, bi salan di çapemeniya Kurd de xebitî û ji aliyê gel ve dihat heskirin, hat qetilkirin. Bi qetilkirina Kadrî Bagdu xwestin peyamê bidin xebatkarên çapemeniya azad. Xwestin bi vê darbê li çapemeniya Kurd û gelê Kurd bidin. Di encama hevkariya dewletê ya bi DAIŞ’iyan re Kadrî Bagdu hat qetilkirin.”
 
GULE REŞANDIN 
 
Gumuş, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kri: “Ji bo gefên li ser telefonê li me hatin xwarin me serî dozger da. Ji ber ku ji numareya veşartî geriyabûn, me nekarî em xwe bigihînin agahiyên telefonê. Me qeydên dengan ji dozger re bir. Me ji dozger xwest bişînin krîmînalê û wan kesan binçav bikin. Dozgerê ku dema îfadeya min girt, ji min re got ‘Em baş dizanin hûn kîjan radyone. Pir kêm jî kirin.’ Ji ber vê dîsan dibêjim bi hevkariya dewletê, DAIŞ’iyan Bagdu kuştin.”
 
Rojnameger Ahmet Kanbal jî, çalakiyên piştevaniya 6 û 7’ê Cotmehê yên li Edeneyê dişopandin jî, diyar kir ku di 8’ê Cotmehê de telefonek numareya wê vejartî ji Taxa Kîremîthanê ji wî re hat û di telefonê de ji wî re gotin “Li herêma Kîremîthanê bûyer mezin dibin û pevçûnên rû bi rû tên jiyîn.” Kanbal, anî ziman ku heya ew çûn herêmê dîsan telefona wan lêxistin û wiha axivî: “Di telefonê de agahiya ‘li Kîremîthatnê welatiyê binavê Ahmet Albay ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kuştin’ hat dayîn. Li ser vê yekê me xest em biçin herêma Albay lê hatî kuştin. Lê hevalekê min ê rojnameger çawan ket Taxa Çamlbel gule li wesayîta wî hat reşand. Li ser vê yekê em ji taxê dûr ketin û çûn nexweşxanê.”
 
‘EM JI MIRINÊ FILITÎN’
 
Kanbal, destnîşan kir ku bi heman awayî di 9-10’ê Cotmehê de jî hin kesan li Radyo Dunya geriyan û wiha berdewam kir: “Di telefonê de wiha hat gotin ‘Gel li ber Lokanteya Golcuoglu ya Taxa Fevzîpaşa kom bûye. Çalakiyek mezin heye. Hûn bi lezgînê dikarin rojnamegeran bişînin.’ Hevalên rojnameger Mehmet Siddik Damar û Mehmet Demîr dema diçin wê derê tenê kesên di detên wan de çek û dar heyî dibînin. Weke wan jî gotî êdî ketibûn nava wan û bi zorê xwe ji nava wan xelas kiribûn.” 
 
‘DIVÊ DOSYEYA LÊPIRSÎN JI NÛ DE BÊ VEKIRIN’
 
Kanbal, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dûre cînayeta Yûsûf Gulderen hat jiyîn. Di îtîrafên Servet Koç ên îro de, derdikeve holê ku wê rojê înfazek komî hatibû plankirin. Tam senaryo amade kirine. Ji xwe Servet Koç jî vê planê îtîraf dike. Behsa lîsteya înfazê dike. Di destpêka vê lîsteyê de navê Kadro Bagdu û hemû ferdên mala wî hene. Divê dozger dimildest dest bi lêpirsînê bike û dosyeya lêpirsînê ya Kadrî Bagdu ji nû de bide destpêkirin.”
 
MA/Hamdullah Kesen

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin