Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn 2018-10-31 10:39:20 EDENE - Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya ya bi KHK’ê hat girtin Medîne Gumuş, diyar kir ku li Edeneyê Çapemeniya Azad di hedefa DAIŞ’iyan de bû û wê demê tim di telefonê de gef li wan dihat xwarin. Rojnameger Ahmet Kanbal jî, anî ziman ku di 6-7’ê Cotmehê de ji mirinê filitîn û xwest dosyeya lêpirsîna Kadrî Bagdu ji nû de bê destpêkirin. Servet Koç ê DAIŞ’î yê di nivîs û dîmenên derbarê cînayeta belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu şandin de behsa lîsteya mirinê ya DAIŞ’ê dikir. Rojnamegerên navên wan di lîsteyê de heyîn û tiştên wê demê jiyan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.   Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya ya bi KHK’ê hat girtin a li Edeneyê weşan dikir Medîne Gumuş, diyar kir ku navê wan di lîsteya mirinê ya DAIŞ’iyan de hebû û wê demê tim di telefonan de gef li wan dihat xwarin.   'TIM GEF LI ME DIXWARIN'   Gumuş, gotinên kurê Kadrî Bagdu yê ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kuştin Ferhat (Îsmaîl) Bagdu yên “Di lîsteya DAIŞ’iyan de xebatkarên Radya Dunya jî hebûn” nirxand û wiha axivî: “Berî Kadrî Bagdu bê qetilkirin, li ser telefona radyoyê tim gef li me dihat xwarin. Ji ber polîtîkayên weşangeriya me tim gef li me dixwarin. Kesên ku gef li me dixwarin raste rast ne DAIŞ’î jî bin, lê hevkarên wan bûn. Berî Kadrî Bagdu bê qetilkirin şevekê, kesekê li telefona me geriya. Ji me re got ‘Gel di ketina Taxa Fevzîpaşa kom dibin. Bi lezgînî hûn dikarin rojnamegerekê bişînin wir.’ Ji ber agahî û cih bi guman bû, hevalên me yên rojnameger bêyî kameran bi xwe re bibin çûbûn wir. Hevalên me ji derveyî kesên di destên wan çek û dar heyî, kesek din li wir nedîtibûn.”     'HEVKARIYA DINAVBERA DEWLET Û DAIŞ’IYAN DE'   Gumuş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Carek din telefon ji me re hat û di telefonê de hat gotin ku li Taxên Gulbahçe û Kîremîthanê bûyer hene. Dema em çûn wir, em dîsan rastî kesên di destên wan çek û dar hebûn hatin. Servet Koç ê DAIŞ’ê di dîmenên şandin de, îtîraf dike ku li Taxên Kîremîthane, Gulbahçesî û Şakîrpaşa lîsteyek komkujiya komî amade kiribûn. Di wê lîsteya komkujiyê de navê gelek kên di çapemenî û saziyên dixebitin hebûn. Ji ber ku  Kadrî Bagdu, berî her tiştî rojnameger bû, bi salan di çapemeniya Kurd de xebitî û ji aliyê gel ve dihat heskirin, hat qetilkirin. Bi qetilkirina Kadrî Bagdu xwestin peyamê bidin xebatkarên çapemeniya azad. Xwestin bi vê darbê li çapemeniya Kurd û gelê Kurd bidin. Di encama hevkariya dewletê ya bi DAIŞ’iyan re Kadrî Bagdu hat qetilkirin.”   GULE REŞANDIN    Gumuş, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kri: “Ji bo gefên li ser telefonê li me hatin xwarin me serî dozger da. Ji ber ku ji numareya veşartî geriyabûn, me nekarî em xwe bigihînin agahiyên telefonê. Me qeydên dengan ji dozger re bir. Me ji dozger xwest bişînin krîmînalê û wan kesan binçav bikin. Dozgerê ku dema îfadeya min girt, ji min re got ‘Em baş dizanin hûn kîjan radyone. Pir kêm jî kirin.’ Ji ber vê dîsan dibêjim bi hevkariya dewletê, DAIŞ’iyan Bagdu kuştin.”   Rojnameger Ahmet Kanbal jî, çalakiyên piştevaniya 6 û 7’ê Cotmehê yên li Edeneyê dişopandin jî, diyar kir ku di 8’ê Cotmehê de telefonek numareya wê vejartî ji Taxa Kîremîthanê ji wî re hat û di telefonê de ji wî re gotin “Li herêma Kîremîthanê bûyer mezin dibin û pevçûnên rû bi rû tên jiyîn.” Kanbal, anî ziman ku heya ew çûn herêmê dîsan telefona wan lêxistin û wiha axivî: “Di telefonê de agahiya ‘li Kîremîthatnê welatiyê binavê Ahmet Albay ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kuştin’ hat dayîn. Li ser vê yekê me xest em biçin herêma Albay lê hatî kuştin. Lê hevalekê min ê rojnameger çawan ket Taxa Çamlbel gule li wesayîta wî hat reşand. Li ser vê yekê em ji taxê dûr ketin û çûn nexweşxanê.”   ‘EM JI MIRINÊ FILITÎN’   Kanbal, destnîşan kir ku bi heman awayî di 9-10’ê Cotmehê de jî hin kesan li Radyo Dunya geriyan û wiha berdewam kir: “Di telefonê de wiha hat gotin ‘Gel li ber Lokanteya Golcuoglu ya Taxa Fevzîpaşa kom bûye. Çalakiyek mezin heye. Hûn bi lezgînê dikarin rojnamegeran bişînin.’ Hevalên rojnameger Mehmet Siddik Damar û Mehmet Demîr dema diçin wê derê tenê kesên di detên wan de çek û dar heyî dibînin. Weke wan jî gotî êdî ketibûn nava wan û bi zorê xwe ji nava wan xelas kiribûn.”    ‘DIVÊ DOSYEYA LÊPIRSÎN JI NÛ DE BÊ VEKIRIN’   Kanbal, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dûre cînayeta Yûsûf Gulderen hat jiyîn. Di îtîrafên Servet Koç ên îro de, derdikeve holê ku wê rojê înfazek komî hatibû plankirin. Tam senaryo amade kirine. Ji xwe Servet Koç jî vê planê îtîraf dike. Behsa lîsteya înfazê dike. Di destpêka vê lîsteyê de navê Kadro Bagdu û hemû ferdên mala wî hene. Divê dozger dimildest dest bi lêpirsînê bike û dosyeya lêpirsînê ya Kadrî Bagdu ji nû de bide destpêkirin.”   MA/Hamdullah Kesen