Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin

  • rojane
  • 09:16 30 Cotmeh 2018
  • |
img

KOCAELÎ - Şêniyên Dîlovasi, diyar kirin ku ji ber xaz û duxana fabrîqeyan a jahrînî nikarin bêhnê bistînin. Welatiyên ku ewrê tozê ya herêma Hewzeya Depokirina Komirê xwe bi ser wan de berdaye, destnîşan kirin ku ji ber hewa qirê nikarin nefesê bistînin û bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne. 

Li Navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê ku 48 hezar nifîsa wê heye, ji ber fabrîqeyên sanayiya giran zêde ne, duxan û toza ji fabriqeyan derdikeve, gefan li tenduristiya welatiyan dixwe. Ji ber hewa zêde qirêj dibe, gelek nexweşiyên pençeşêrê li herêmê derdikevin holê. Berê jî Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, di sala 2004'an de lêkolîn kiribû û diyar kiribû ku li navçeya Dilovasi ji sedî 34 kesên ku jiyana xwe ji dest didin ji ber pençeşêra ku çavkaniya xwe ji hewaya baca fabrîqeyan digirin e. Şaxa Odeya Endezyaren Derdorê ya Kocaelî jî di rapora adara 2018’an de diyar kiribû ku li Tirkiye mirinên ji ber nexweşiyên pençeşêrê ji sedî 12.9 ye, lê ev rêje li Dilovasi ji sedî 33.7 ye. 
 
RÊ LI PÊŞ NEXWEŞIYÊN DIKUJE VEDIKE 
 
Welatiyên taxa Turgutozal ya Navçeya Dîlovasi diyar kirin ku li Havzeya Depokirina Komirê hatiye avakirin û ji ber toza wê mirov nikare nefesê bistîne. Welatiyan anîn ziman ku qada ku lê nefesê bistîne û hewa paqij bistîne êdî tune ye. Welatiyan da zanîn ku 300 metre dûrî depoyê dibistan û nexweşxane heye û jiyana nexweşên li nexweşxaneyê û zarokên li dibistanê di bin talûkeyê de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku depoyên komirê û toza li ser navçeyê belav dibe ji nexweşiyên ku dibin sebebe mirinê re malovaniyê dikin. Welatiyan destnîşan kirin ku li aliyeki fabrîqe hewayê qirêj dikin, li aliyê din depoya komirê hewayê qirêj dikin û jiyana wan di bin talûkeyê de ye. 
 
Esnafê navçeyê Harun Çelik, anî ziman ku welatiyên navçeya Dilovasi wekî Hêjtirme (Deve kuşu) serê xwe dixin bin baske xwe û wiha got: "Berê fabrîqeyan hewa qirêj dikir. Ew ne bes e, lê niha depoyên komirê jî hatin avakirin û bêtir hewayê qirêj dikin. Hêj têkoşîna me ya li dijî fabrîqeyan didome, niha jî depoyê komirê ava kirin. 
 
YÊN MAFÊN XWE DIPARÊZIN TERORÎST ÎLAN DIKIN
 
Çelîk, da zanîn ku Prof. Dr. Onur Hamzaoglu  bi salan berê der barê nexweşiyên pençeşêrê û sedema wan de rapor amade kirin û wiha bi dawî kir: "Kesên civakê bi birçîbûn û xizaniyê terbiye dikin li hemberî vê talûkeyê bêdeng dimînin. Kesên dixwazin dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe tînin ziman, weki terorîst tên îlan kirin. Kesên mafê xwe parastin wekî terorîst hatin nasandin. 
 
EM NIKARIN NEFESÊ BISTÎNIN
 
Dema em nû hatin Dîlovasi hewa pir paqij bûn. Me seyda masiyan dikir. Lê niha hewa pir qirêj û giran e. Bere darên team pir zêde bûn. Lê niha em nikarin nefesê bistînin. Zarokên me li vir nexweş dikevin. Her dem mirov li vir bi nexweşiya pençeşêrê dikevin. Bi piranî mirovên koç kirine, gundê wan hatine valakirin hatine li vir bi cih dibin. Mirovên xaniyê wan hatine xerakirin û neçarî koçkirinê mane li vir bi cih bûne.  Li vir polîtikaya bi zanebûn tê meşandin." 
 
Welatî Cengîz Yildirim ê di sala 1996'an de ji warê xwe koç kir û hat li Dilovasi bi cih bû jî diyar kir ku Depoya Komire li tenişta mala wî hatiye avakirin û wiha got: "Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê. Xaniyê me her dem di bin toza komirê de ye. Zarokên me her dem vê johrê dikişinin kezeba xwe. Ez û zarokên xwe bi nexweşiyên astım û bronşitê ketin. Êdî zarokên me nikarin li pêş malê jî bilîzin. Dema em nû hatin vir, li vir baxê team hebû. Zarokantiya me li nava van baxan derbas bû. Hemû teamê me ji van baxçeyan bû. Hina hem jiyana mirov û hem jî xweza di bin talûkeyek mezin de ye. Dar û berên vir tev birîn û kirin qada depoya komirê. Zarokên li vir diçin dibistanê di nava toza komirê de dijîn û jiyan û tenduristiya wan di bin talûkeyek mezin de ye. Em dibêjin bes e êdî, em xweza û derdorek ku mirov lê bijî dixwazin." 
 
MA / Elif Çetiner 
 

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin