Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin 2018-10-30 09:16:20 KOCAELÎ - Şêniyên Dîlovasi, diyar kirin ku ji ber xaz û duxana fabrîqeyan a jahrînî nikarin bêhnê bistînin. Welatiyên ku ewrê tozê ya herêma Hewzeya Depokirina Komirê xwe bi ser wan de berdaye, destnîşan kirin ku ji ber hewa qirê nikarin nefesê bistînin û bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne.  Li Navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê ku 48 hezar nifîsa wê heye, ji ber fabrîqeyên sanayiya giran zêde ne, duxan û toza ji fabriqeyan derdikeve, gefan li tenduristiya welatiyan dixwe. Ji ber hewa zêde qirêj dibe, gelek nexweşiyên pençeşêrê li herêmê derdikevin holê. Berê jî Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, di sala 2004'an de lêkolîn kiribû û diyar kiribû ku li navçeya Dilovasi ji sedî 34 kesên ku jiyana xwe ji dest didin ji ber pençeşêra ku çavkaniya xwe ji hewaya baca fabrîqeyan digirin e. Şaxa Odeya Endezyaren Derdorê ya Kocaelî jî di rapora adara 2018’an de diyar kiribû ku li Tirkiye mirinên ji ber nexweşiyên pençeşêrê ji sedî 12.9 ye, lê ev rêje li Dilovasi ji sedî 33.7 ye.    RÊ LI PÊŞ NEXWEŞIYÊN DIKUJE VEDIKE    Welatiyên taxa Turgutozal ya Navçeya Dîlovasi diyar kirin ku li Havzeya Depokirina Komirê hatiye avakirin û ji ber toza wê mirov nikare nefesê bistîne. Welatiyan anîn ziman ku qada ku lê nefesê bistîne û hewa paqij bistîne êdî tune ye. Welatiyan da zanîn ku 300 metre dûrî depoyê dibistan û nexweşxane heye û jiyana nexweşên li nexweşxaneyê û zarokên li dibistanê di bin talûkeyê de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku depoyên komirê û toza li ser navçeyê belav dibe ji nexweşiyên ku dibin sebebe mirinê re malovaniyê dikin. Welatiyan destnîşan kirin ku li aliyeki fabrîqe hewayê qirêj dikin, li aliyê din depoya komirê hewayê qirêj dikin û jiyana wan di bin talûkeyê de ye.    Esnafê navçeyê Harun Çelik, anî ziman ku welatiyên navçeya Dilovasi wekî Hêjtirme (Deve kuşu) serê xwe dixin bin baske xwe û wiha got: "Berê fabrîqeyan hewa qirêj dikir. Ew ne bes e, lê niha depoyên komirê jî hatin avakirin û bêtir hewayê qirêj dikin. Hêj têkoşîna me ya li dijî fabrîqeyan didome, niha jî depoyê komirê ava kirin.    YÊN MAFÊN XWE DIPARÊZIN TERORÎST ÎLAN DIKIN   Çelîk, da zanîn ku Prof. Dr. Onur Hamzaoglu  bi salan berê der barê nexweşiyên pençeşêrê û sedema wan de rapor amade kirin û wiha bi dawî kir: "Kesên civakê bi birçîbûn û xizaniyê terbiye dikin li hemberî vê talûkeyê bêdeng dimînin. Kesên dixwazin dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe tînin ziman, weki terorîst tên îlan kirin. Kesên mafê xwe parastin wekî terorîst hatin nasandin.    EM NIKARIN NEFESÊ BISTÎNIN   Dema em nû hatin Dîlovasi hewa pir paqij bûn. Me seyda masiyan dikir. Lê niha hewa pir qirêj û giran e. Bere darên team pir zêde bûn. Lê niha em nikarin nefesê bistînin. Zarokên me li vir nexweş dikevin. Her dem mirov li vir bi nexweşiya pençeşêrê dikevin. Bi piranî mirovên koç kirine, gundê wan hatine valakirin hatine li vir bi cih dibin. Mirovên xaniyê wan hatine xerakirin û neçarî koçkirinê mane li vir bi cih bûne.  Li vir polîtikaya bi zanebûn tê meşandin."    Welatî Cengîz Yildirim ê di sala 1996'an de ji warê xwe koç kir û hat li Dilovasi bi cih bû jî diyar kir ku Depoya Komire li tenişta mala wî hatiye avakirin û wiha got: "Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê. Xaniyê me her dem di bin toza komirê de ye. Zarokên me her dem vê johrê dikişinin kezeba xwe. Ez û zarokên xwe bi nexweşiyên astım û bronşitê ketin. Êdî zarokên me nikarin li pêş malê jî bilîzin. Dema em nû hatin vir, li vir baxê team hebû. Zarokantiya me li nava van baxan derbas bû. Hemû teamê me ji van baxçeyan bû. Hina hem jiyana mirov û hem jî xweza di bin talûkeyek mezin de ye. Dar û berên vir tev birîn û kirin qada depoya komirê. Zarokên li vir diçin dibistanê di nava toza komirê de dijîn û jiyan û tenduristiya wan di bin talûkeyek mezin de ye. Em dibêjin bes e êdî, em xweza û derdorek ku mirov lê bijî dixwazin."    MA / Elif Çetiner