Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e

  • rojane
  • 09:15 29 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED – Di 6’emîn salvegera koçkirina helbestvan Arjen Arî de, helbestvan Berken Bereh behsa helbesta hevrêyê xwe Arjen Arî kir û got: “Di helbesta kurdî de bê guman stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e. Ew, li tu kirasan nayê, xweser û resen e. Arjen Arî, xwebexşek yê xak û zimanê kurdî bû.”

 Hin helbestvan, bal dikişînin ser hêz û kartêkeriya halbestê û qenaeta wan ew e, helbest harîtî û dijwariyê qebûl nake, silavê li warên xirab nake, helbest rê li dîroka dagiriyê digire, divê xwedî wesfên berxwedêrî be, divê bawerî bi kartêkeriya helbestê bê. Nemaze jî, kartêkeriya helbestên helbestvanên welatên wan hatine dagirkirin, car heye ji ya çekê bêtir e.  Helbestên têgîna azadiyê di xwe de dihebînin, xwînê li demaran digerînin; dibin sedem ku mirov li hemberî bûyeran xwedî helwest bin... 
 
Arjen Arî ku bûye şahidê dram, têkoşîn, berxwedan, êş û azarên civaka xwe û ji bendika dil hîs kiriye, bawerî bi kartêkeriya helbestê aniye. Helbesta wî ya ji can û cendekê wê welatê wî difûre, li nav çavên dagirî û talankeriyê sîleyeke tund e. Dizane dagirî segekî har û gurekî birçî yê xedar e. Dizane fenanî xenzîr ji xemaliyê dimête, ta vediguherîne postekî zuha, xwenenas û dera han. Dizane ji bîrbiriya mirovbûyînê dixwe, dimehîne. Dizane mirovê jê bê xwarin, har dibe; êrîşkarî li hestûyên wan dicivin û pêşî radipelikin xwebûna xwe.
 
Arjen Arî, di 30’yê Cotmeha 2012’an de ji ber nexweşîna pençeşêrê di 56 saliya xwe de koç kir. Di 6’emîn salvegera koçkirina Arjen Arî de, helbestvan Berken Bereh ji bo ajansa me MA’yê behsa helbesta heval û hevrêyê xwe Arjen Arî kir. 
 
Bereh, dibêje hin mirov ji bo xewn û xiyalên xwe yên bêhempa tên dinyayê û heta nefesa xwe ya dawî ji bo pêkanîna wan xewnan têdikoşin. Arjen Arî jî, yek ji wan kesan e ku digot; “Bê Xweda dibim, lê bê ax û al na.” Bereh, bilêv dike ku ev gotin ne ji xweve û bê wate ye, pênase û karektera jêneger a helbestvanê rasteqîn e:
 
“Şair, bi ruh, bi giyan, bi hiş û mêjiyê xwe ve girêdayî netewa xwe ye. Qedera wî qedera netewa wî ye. Dema em bi hûrbînî li şi’ra Arjen Arî dinihêrin ev rastî derdikeve pêşberî me. Ew î jiyana xwe bexşî parastin û pêşvebirina ziman û çanda xwe kir. Di her rista wî de ev xak û ev ziman wek robarê diherike ber bi derya xwe, bi coş û peroş li dor hest û hizrên wî diketin govendê, bi pênûsa wî re radibûn pêdarê.”
 
WEKÎ KAMERAVANEKÎ BERÊ KAMERAYA XWE DA REWŞA GELÊ XWE
 
Bereh, dibêje hema bêje di hemû helbestên xwe de Arjen Arî, wekî kameravanekî berê kameraya xwe daye rewş, şert û mercên ku gelê vê xakê pê re rû bir û mane û di vê gera xwe de çi dîtibe, bihîstibe û jiyabe nivîsiye:
 
“Helbesta Arjen Arî, ji ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’ ta’Şêrgele’yê her bi heman şêwaz û vegotinê bala mirov dikêşe. Ev vegotin wek ferhenga wî bi teql, çiyayî û nêr û berxwedêr bû. Tirajediya bi sedan salan a li vê xakê hatiye jiyîn wek tevnkarekê bi sebr û hostatî vedibêje û digihîne îro.”
 
HELBESTA WÎ WEK MANÎFESTOYA SERHILDÊREKÎ YE
 
Bereh, diyar dike ku helbestên Arjen Arî, wek manîfestoya serhildêrekî ku dikare li her derê olan bide û bête jiberkirin, xwe berdidin nav dil û hinavan û vê yekê jî wek ahenga dengê qoça şal-şapikê bi hêmînî û bi harmoniyê pêk tîne:
 
“Gellek caran em, wî, li lûtkeyên Cûdî li kêlek pezkûvî û karxezalên sîng-sor dibînin, caran jî li nav xirûcira Ofîsa Amedê wek derwêşê kurmanciyê, banga lixwemikurhatinê û mizginiya dahatûyeke gewre belav dike, direşîne.”
 
DI HELBESTA WÎ DE KURMANCÎ DIBIRIQE
 
Bereh, bilêv dike ku wexta mirov bibin serdestê dil hingê dikarin zemanî, cih û warî, hemû kêlikên jiyanê zeft bikin. Lewre ew dijîn da ku bersivine bibînin ji bo armanc û heyîna xwe ya li vê dinyayê. An ew ê tucarî nikaribin ji “welatê nefiyê” vegerin “serbajarê serbajaran” û dibêje:
 
“Ji ber vê ye ku di helbesta Arjen Arî de hawara kurmanciyê dibiriqe, trajediya kurdan a sed î salan olan dide. Helbestên wî dişibe reprepa lingên leşkerê ordiyekê. Dema tê xwendin dîmenên ordiyeke dimeşe tê nîgaşkirin.” 
 
Bereh, destnîşan dike ku dengê bi efsûn ê helbesta Arjen Arî wek sûlavekê bi xumexum diherike. Dibêje helbesta Arî, xwe bi ayetên E.Xanî ku ruknê neteweperiya kurdîne têr dike, tasek ji helbesta M.Cizîrî ya di tahma “işq”de ye vedixwe û şûr û mertalê Feqiyê Teyran û demançeya kurmancî ya Cigerxwîn davê ser milê xwe û serî hildide li hember şaristaniya qaşo hemdem û ji bo vê îşaret bi helbesta wî ya bi navê “Ey Yar” dike:
 
şa’ir im; qereçiyê pesnê çavên te
li dabaşa navê te hevdengê Evdal
şûm im hebekî, hinekî zirz
min ji Xanî bipirs, min ji Hejar
min ji Mella, min ji Hêmin, min ji Dildar
sirûd Ey Reqîb im, pênûs ey reqîb!
 
DI HELBESTA WÎ DE NAVÊ QONAXÊN DÎROKÊ BERXWEDÊRÎ YE
 
Bereh, diyar dike ku bi her risteke Arjen Arî mirov bi xwe ewle û bi bawer dibin, wek çinarekê xwe digihînin rehên xwe yên bi hezaran salî. Çimkî di helbestên wî de navê hemû demsalan bihar û hemû qonaxên dîrokê serhildêrî, berxwedêrî ye û heyam heyama jixwebawerkirinê, heyama têkoşeriyê ye û dibêje:
 
“Arjen Arî dildareke jidil ê kûlîlkan e, ev kulîlk her çi qas gellek caran wek metaforekê di helbesta xwe de bi cih bike jî, em aşkere dibînin ku rasterast bi bêhn, bi bejnûbal û bi rengên wan hatine vegotin. Wek; xec, lîloz, binefş….sor,qurmiz…”
 
‘ŞÊRGELE’ HAWAR Û NASNAMEYA VÊ XAKÊ YE 
 
Her wiha Bereh, bal dikişîne ser helbesta bin av û deng “Şêrgele” ya Arjen Arî û diyar dike ku di helbesta wî de em rastî hewareke sotiner tên û dibêje:
 
“Ev qêrîn û hawar ne biyane, lê ne ya axeke bi sînor e. Gellek caran şaxên wê ji vê erdnigariyê digihên ta ber erşa xwedê. Car zêmar, car têkoşer, car mersiyeyeke ku xweşik,  spehî û narîne. Her peyv wek ritm û awaza dilê wî diherikin li newal, gelî û germiyanan. Zû konê xwe vedidin û tên ji ber kirin. Newa di tahma sirûdan de ye. Bi van taybetiyên xwe, em dikarin bibêjin ‘Şêrgele’ hawar û ûmîd û nasnama vê xakê ye.” 
 
Berken Bereh, bal dikişîne ser hêmaya “evînê” ya di helbesta Arjen Arî de jî û destnîşan dike ku Arî evîniyê ji kirasê wê yê razber û dûrî rastiya civakê jê dike, wê wek heybereke jîndar daxilî heyatê dike:
 
“Bi vê helwesta xwe, hemû helbestvanê beriya xwe dide aliyekî. Ew vê dinyayê û rastiya wê û insên û pêdivî û xwestekên wî yên herî rewa şanî me dide. Arjen Arî, bi vê berhema xwe deriyê quncika vale ya erotikî ya helbesta kurdî bi hêminî vedike û banga nasîn û dagirtina vê quncikê dike.”
 
XWEBEXŞEK Ê XAK Û ZIMANÊ KURDÎ
 
Herî dawî Bereh, bal dikişîne ser helbestkariya Arjen Arî ya di helbesta kurdî de û bilêv dike ku ew di helbesta kurdî de stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e û dibêje:
 
“Ew, wek erdnîgariya xwe bi ber û rikeber û nêr e. Ew, li tu kirasan nayê, xweser û resen e. Tu çi bikî jî nikarî wî, li cihekî bi cih bikî û konê wî danî. Ew, wek çiyayên welatê xwe her ber bi esmên ve hildikişe û wek çem û robarên wê di keft û leftê de ye. Ji ber hindê hespê helbesta wî her li tixûbên xeternak bi çargavî dibeze. Em, di helbesta wî de tahm û çêja zimanê kurdî û hêzdariya wê dibînin li hember zemanî û aşê dagirkeran. Arjen Arî, xwebexşek yê xak û zimanê kurdî bû.”
 
MA / Rêdûr Dîjle

Sernavên din

29/10/2018
20:30 Kedkarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da
16:55 ÎHD: Girtiyê destê wî tunebû lingên wî kelepçe kirin
15:53 Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin
14:55 8’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:36 Li Şirnexê 23 kes hatin binçavkirin
14:36 Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
14:05 Nivîskar-lêkolîner Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe
14:00 9 partiyên kurd li ser zimanê kurdî bûn yek: Em li her derê bi kurdî biaxivin
13:48 Temellî: Wêneyê sersala 95'emîn ê Komarê ne Balafirgeha 3'yemîn e, Cizîr e
13:32 Cîgirê Wezîr bi kaşkolê 2 hezar û 280 tl çû cihê 2 esker lê qefilîn
12:40 ‘Dê Cejna Komarê li goristana bêkesan pîroz bikin'
12:18 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi peywira xwe dike
10:54 Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike
10:42 Temel: AKP li Sûriyeyê înîsiyatîfê winda dike
10:24 Rojnameger Bayramoglu: Muxalefet bibe yek dê hevsengê siyasî jî biguhere
10:22 Rayedarên girtîgehê dest danîn ser nameya Kurdî
09:56 Ji bo Serokatiya Baroya Rihayê Abdullah Oncel hat bijartin
09:55 Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan
09:46 Hevşaredar Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Tîpa F hatin kirin
09:15 Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e
09:14 Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’
09:13 Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir
09:12 Cezayê li ser ceza li girtî birîn
09:11 'Ji bo qewirandina rejîmê hilbijartina herêmî girîng e’
09:11 Tîmur: Dixwazin zanîngehan bikin cihê yek ramanê
09:10 Cînayeta Bagdu: Delîl gelek in lê bersûc tune ne
09:09 Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin
09:08 Keyayên ji peywîrê hatin girtin: Tayînkirina qeyûman siyasî ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2018'AN
08:17 Li Endonezya balafirê 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê
28/10/2018
21:02 Bi boyaxê hafiza bîrdariya Aştî û demokrasiyê jê birin
19:16 Encamnameya Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk aşkere bû
18:01 KNK'ê stratejiya neteweya kurd diyar kir
17:28 9 partiyên kurdan dê daxuyaniyên hevpar bidin
17:13 4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in
15:51 Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran
15:36 Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir
15:00 Parlamenter Kenanoglu: AKP dê winda bike
14:28 Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e
13:48 Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin
13:20 Li Enqere cenazeyê zarokekî Sûriyeyî hat dîtin
12:41 Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da
11:44 DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot
11:37 Jina li Edeneyê xwe ji banî avêt jiyana xwe ji dest da
11:32 Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir
10:17 Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin
10:01 Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din
09:11 ‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin'
09:10 Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu
09:09 Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
09:07 'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin
09:07 Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin
09:06 Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin
09:04 Sîsê Bîngol êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kiriye
09:01 Qada caretta carettayan dikin pîst
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN
27/10/2018
17:40 Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike
17:25 Pirtûka Kişanak li Mersînê gihişt xwînerê xwe
17:19 Li Şirnexê tevgera leşkerî
16:29 Endamê Meclîsa HDP'ê Saglam girtin
16:25 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:47 Mesûtoglu yê berpirsê kuştina Safîturk hat dîtin di rojiya mirinê de ye
15:29 ‘Hevrûbûna dîrokê bingeha aştiya civakî ye'
15:29 Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne
14:55 Acetîn: Ozelmali nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
14:45 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aqûbata Tosûn pirsî
14:39 ‘Her dem em rûçikandin, lê emê rêyên nû bibînin'
14:06 Dayika Toraman ê winda: 27 salin bêdeng nemam e
13:44 Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir
13:40 Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin
13:18 Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin
12:35 Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin
11:19 AA Babat PKK'yî nîşan da
Kek, birayê min Babat şivan e
10:40 ‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’
09:47 Li dijî HDP’ê ya Enqerê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
09:30 Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt
09:20 Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin
09:18 Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne
09:18 ‘Qeyûm dikarin tabelayan jê bibin lê nikarin hişê mirov jê bibin'
09:17 Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin
09:16 Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin
09:16 Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin
09:14 ‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake'
09:14 Keya tayînî gundên vala kirin!
09:13 Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN
08:19 Cihê 39 Waliyan hat guhertin 21 walî ji peywirê hatin girtin
26/10/2018
23:39 3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
23:19 10 malbatan ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kirin
21:39 Dozger daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan red kir
16:14 ÎHD: Li girtîgehan binpêkirinên mafan wekî serdema OHAL'ê zêde ne
16:02 Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê
15:16 Karkera çandiniyê di bin kamyonê de can da, karkerê înşatê ji kata 9'an ket û can da
14:55 Xeta sînor ji bo 15 rojan hat qedexekirin
14:46 Boriyên Qeyûmê teqiyan
14:40 Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan
14:32 Meclîsê pirsîn HDP’ê qeyd nekirin