Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e 2018-10-29 09:15:39 AMED – Di 6’emîn salvegera koçkirina helbestvan Arjen Arî de, helbestvan Berken Bereh behsa helbesta hevrêyê xwe Arjen Arî kir û got: “Di helbesta kurdî de bê guman stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e. Ew, li tu kirasan nayê, xweser û resen e. Arjen Arî, xwebexşek yê xak û zimanê kurdî bû.”  Hin helbestvan, bal dikişînin ser hêz û kartêkeriya halbestê û qenaeta wan ew e, helbest harîtî û dijwariyê qebûl nake, silavê li warên xirab nake, helbest rê li dîroka dagiriyê digire, divê xwedî wesfên berxwedêrî be, divê bawerî bi kartêkeriya helbestê bê. Nemaze jî, kartêkeriya helbestên helbestvanên welatên wan hatine dagirkirin, car heye ji ya çekê bêtir e.  Helbestên têgîna azadiyê di xwe de dihebînin, xwînê li demaran digerînin; dibin sedem ku mirov li hemberî bûyeran xwedî helwest bin...    Arjen Arî ku bûye şahidê dram, têkoşîn, berxwedan, êş û azarên civaka xwe û ji bendika dil hîs kiriye, bawerî bi kartêkeriya helbestê aniye. Helbesta wî ya ji can û cendekê wê welatê wî difûre, li nav çavên dagirî û talankeriyê sîleyeke tund e. Dizane dagirî segekî har û gurekî birçî yê xedar e. Dizane fenanî xenzîr ji xemaliyê dimête, ta vediguherîne postekî zuha, xwenenas û dera han. Dizane ji bîrbiriya mirovbûyînê dixwe, dimehîne. Dizane mirovê jê bê xwarin, har dibe; êrîşkarî li hestûyên wan dicivin û pêşî radipelikin xwebûna xwe.   Arjen Arî, di 30’yê Cotmeha 2012’an de ji ber nexweşîna pençeşêrê di 56 saliya xwe de koç kir. Di 6’emîn salvegera koçkirina Arjen Arî de, helbestvan Berken Bereh ji bo ajansa me MA’yê behsa helbesta heval û hevrêyê xwe Arjen Arî kir.    Bereh, dibêje hin mirov ji bo xewn û xiyalên xwe yên bêhempa tên dinyayê û heta nefesa xwe ya dawî ji bo pêkanîna wan xewnan têdikoşin. Arjen Arî jî, yek ji wan kesan e ku digot; “Bê Xweda dibim, lê bê ax û al na.” Bereh, bilêv dike ku ev gotin ne ji xweve û bê wate ye, pênase û karektera jêneger a helbestvanê rasteqîn e:   “Şair, bi ruh, bi giyan, bi hiş û mêjiyê xwe ve girêdayî netewa xwe ye. Qedera wî qedera netewa wî ye. Dema em bi hûrbînî li şi’ra Arjen Arî dinihêrin ev rastî derdikeve pêşberî me. Ew î jiyana xwe bexşî parastin û pêşvebirina ziman û çanda xwe kir. Di her rista wî de ev xak û ev ziman wek robarê diherike ber bi derya xwe, bi coş û peroş li dor hest û hizrên wî diketin govendê, bi pênûsa wî re radibûn pêdarê.”   WEKÎ KAMERAVANEKÎ BERÊ KAMERAYA XWE DA REWŞA GELÊ XWE   Bereh, dibêje hema bêje di hemû helbestên xwe de Arjen Arî, wekî kameravanekî berê kameraya xwe daye rewş, şert û mercên ku gelê vê xakê pê re rû bir û mane û di vê gera xwe de çi dîtibe, bihîstibe û jiyabe nivîsiye:   “Helbesta Arjen Arî, ji ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’ ta’Şêrgele’yê her bi heman şêwaz û vegotinê bala mirov dikêşe. Ev vegotin wek ferhenga wî bi teql, çiyayî û nêr û berxwedêr bû. Tirajediya bi sedan salan a li vê xakê hatiye jiyîn wek tevnkarekê bi sebr û hostatî vedibêje û digihîne îro.”   HELBESTA WÎ WEK MANÎFESTOYA SERHILDÊREKÎ YE   Bereh, diyar dike ku helbestên Arjen Arî, wek manîfestoya serhildêrekî ku dikare li her derê olan bide û bête jiberkirin, xwe berdidin nav dil û hinavan û vê yekê jî wek ahenga dengê qoça şal-şapikê bi hêmînî û bi harmoniyê pêk tîne:   “Gellek caran em, wî, li lûtkeyên Cûdî li kêlek pezkûvî û karxezalên sîng-sor dibînin, caran jî li nav xirûcira Ofîsa Amedê wek derwêşê kurmanciyê, banga lixwemikurhatinê û mizginiya dahatûyeke gewre belav dike, direşîne.”   DI HELBESTA WÎ DE KURMANCÎ DIBIRIQE   Bereh, bilêv dike ku wexta mirov bibin serdestê dil hingê dikarin zemanî, cih û warî, hemû kêlikên jiyanê zeft bikin. Lewre ew dijîn da ku bersivine bibînin ji bo armanc û heyîna xwe ya li vê dinyayê. An ew ê tucarî nikaribin ji “welatê nefiyê” vegerin “serbajarê serbajaran” û dibêje:   “Ji ber vê ye ku di helbesta Arjen Arî de hawara kurmanciyê dibiriqe, trajediya kurdan a sed î salan olan dide. Helbestên wî dişibe reprepa lingên leşkerê ordiyekê. Dema tê xwendin dîmenên ordiyeke dimeşe tê nîgaşkirin.”    Bereh, destnîşan dike ku dengê bi efsûn ê helbesta Arjen Arî wek sûlavekê bi xumexum diherike. Dibêje helbesta Arî, xwe bi ayetên E.Xanî ku ruknê neteweperiya kurdîne têr dike, tasek ji helbesta M.Cizîrî ya di tahma “işq”de ye vedixwe û şûr û mertalê Feqiyê Teyran û demançeya kurmancî ya Cigerxwîn davê ser milê xwe û serî hildide li hember şaristaniya qaşo hemdem û ji bo vê îşaret bi helbesta wî ya bi navê “Ey Yar” dike:   şa’ir im; qereçiyê pesnê çavên te li dabaşa navê te hevdengê Evdal şûm im hebekî, hinekî zirz min ji Xanî bipirs, min ji Hejar min ji Mella, min ji Hêmin, min ji Dildar sirûd Ey Reqîb im, pênûs ey reqîb!   DI HELBESTA WÎ DE NAVÊ QONAXÊN DÎROKÊ BERXWEDÊRÎ YE   Bereh, diyar dike ku bi her risteke Arjen Arî mirov bi xwe ewle û bi bawer dibin, wek çinarekê xwe digihînin rehên xwe yên bi hezaran salî. Çimkî di helbestên wî de navê hemû demsalan bihar û hemû qonaxên dîrokê serhildêrî, berxwedêrî ye û heyam heyama jixwebawerkirinê, heyama têkoşeriyê ye û dibêje:   “Arjen Arî dildareke jidil ê kûlîlkan e, ev kulîlk her çi qas gellek caran wek metaforekê di helbesta xwe de bi cih bike jî, em aşkere dibînin ku rasterast bi bêhn, bi bejnûbal û bi rengên wan hatine vegotin. Wek; xec, lîloz, binefş….sor,qurmiz…”   ‘ŞÊRGELE’ HAWAR Û NASNAMEYA VÊ XAKÊ YE    Her wiha Bereh, bal dikişîne ser helbesta bin av û deng “Şêrgele” ya Arjen Arî û diyar dike ku di helbesta wî de em rastî hewareke sotiner tên û dibêje:   “Ev qêrîn û hawar ne biyane, lê ne ya axeke bi sînor e. Gellek caran şaxên wê ji vê erdnigariyê digihên ta ber erşa xwedê. Car zêmar, car têkoşer, car mersiyeyeke ku xweşik,  spehî û narîne. Her peyv wek ritm û awaza dilê wî diherikin li newal, gelî û germiyanan. Zû konê xwe vedidin û tên ji ber kirin. Newa di tahma sirûdan de ye. Bi van taybetiyên xwe, em dikarin bibêjin ‘Şêrgele’ hawar û ûmîd û nasnama vê xakê ye.”    Berken Bereh, bal dikişîne ser hêmaya “evînê” ya di helbesta Arjen Arî de jî û destnîşan dike ku Arî evîniyê ji kirasê wê yê razber û dûrî rastiya civakê jê dike, wê wek heybereke jîndar daxilî heyatê dike:   “Bi vê helwesta xwe, hemû helbestvanê beriya xwe dide aliyekî. Ew vê dinyayê û rastiya wê û insên û pêdivî û xwestekên wî yên herî rewa şanî me dide. Arjen Arî, bi vê berhema xwe deriyê quncika vale ya erotikî ya helbesta kurdî bi hêminî vedike û banga nasîn û dagirtina vê quncikê dike.”   XWEBEXŞEK Ê XAK Û ZIMANÊ KURDÎ   Herî dawî Bereh, bal dikişîne ser helbestkariya Arjen Arî ya di helbesta kurdî de û bilêv dike ku ew di helbesta kurdî de stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e û dibêje:   “Ew, wek erdnîgariya xwe bi ber û rikeber û nêr e. Ew, li tu kirasan nayê, xweser û resen e. Tu çi bikî jî nikarî wî, li cihekî bi cih bikî û konê wî danî. Ew, wek çiyayên welatê xwe her ber bi esmên ve hildikişe û wek çem û robarên wê di keft û leftê de ye. Ji ber hindê hespê helbesta wî her li tixûbên xeternak bi çargavî dibeze. Em, di helbesta wî de tahm û çêja zimanê kurdî û hêzdariya wê dibînin li hember zemanî û aşê dagirkeran. Arjen Arî, xwebexşek yê xak û zimanê kurdî bû.”   MA / Rêdûr Dîjle