AMED - Li gorî lêkolîna SAMER'ê, ji sedî 97.2'yê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin ku Komîsyona Meclisê serdanên xwe yên bo Îmraliyê bidomîne. Ji sedî 87'ê heman koma dengdêran biryara CHP'ê ya neşandina endamekî/ê ji bo serdana Îmraliyê bi awayekî neyînî dîtin.
Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER'ê, pêvajoya berdewam, pirsgirêka Kurd, temsîliyeta siyasî û hêviyên ji bo aştiyê, bi anketekê ji dengdêrên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) pirsî. Lêkolîna qadê ku di raporeke bi sernavê "Helwest û Hêviyên Dengdêrên DEM Partiyê yên Der barê Pirsgirêkên Niha de" hatiye berhevkirin, li 23 bajaran bi 1 hezar û 655 dengdêrên DEM Partiyê re hatiye kirin. Koma lêkolînê ji sedî 74.3 mêr,ji sedî 25.3 jin û ji sedî 0.4 kesên LGBTQ+ pêk hatiye.
Ji sedî 94,6'ê beşdaran pirsa "Hûn wekî nijad xwe çawa pênase dikin?" wekî "Kurd" bersivandine, ji sedî 4,4 jî xwe wekî "Tirk" û di biniya ji sedî 1 jî xwe wekî nasnameyên nijadî yên din diyar kirine.
Ji sedî 96,3'yê beşdaran pirsa "Ger vê yekşemê hilbijartin çêbibe tu yê raya xwe bidî kîjan partiyê?" gotine "DEM Partî", ji sedî 1,9 gotine "DEM Partî", ji sedî 1,9 gotine "Ez ê rayê bi kar neynim". Di biniya ji sedî 1'ê beşdaran jî gotiye ew ê raya xwe bidin partiyên din.
Ji sedî 99,5'ê beşdaran ji bo pirsa "Hûn pêvajoya çareseriyê ya nû dişopînin?" gotine "Erê", ji sedî 0,5 jî gotiye "Na".
Ji bo pirsa "Hûn der barê pêvajoya çareseriyê ya nû de çi qas xwedî agahî ne?" ji sedî 55,6'ê beşdaran gotine "Em der barê pêvajoya çareseriya nû de di asteke navîn de xwedî agahî ne", ji sedî 34,5'ê beşdaran gotine "Pir xwedî agahî ne", ji sedî 9'ên beşdaran gotine "Kêm xwedî agahî ne" û ji sedî 0,9'ê beşdaran jî gotine "Qet ne xwedî agahî ne." Ji kesên ku gotine "em pir xwedî agahî ne" ji sedî 37,1'ê wan jin in û piraniya kesên bi erênî bersivan vê pirsê dane jî temenê wan di biniya 18-34 salan de ne.
Di lêkolînê de ji bo pirsa ku "Hûn helwesta CHP'ê ya endamek daxilî şandeya ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya çû Îmraliyê nekiriye çawa dinirxînin?" ji sedî 59,9'ê beşdaran bersiva "Pir neyînî" û, ji sedî 27,1 "neyînî" , ji sedî 4,7 "pir erênî", ji sedî 4,2 "erênî", ji sedî 3,3 "bêbiryar" û ji sedî 0,8 jî "haya min jê tune" dane.
Her wiha ji bo pirsa "Bi we diviyabû CHP endamek daxilî Şandeya Îmraliyê bikira?" ji sedî 94,9'ê beşdaran bersiva "erê", ji sedî 2,4'ê beşdaran bersiva "na û ji sedî 2,7'ê beşdaran jî bersiva "erê" daye.
PIŞTGIRÎ JI BO SERDANA ÎMRALIYÊ
Ji bo pirsa "Hûn çûna Îmraliyê ya komîsyona meclisê çawa dinirxînin" ji sedî 80,7'ê bersiva "pir erênî", ji sedî 16,7'ê beşdaran bersiva "erênî", ji sedî 0,2'yê beşdaran bersiva "pir neyînî", ji sedî 0,5'ê beşdaran bersiva "neyînî" û ji sedî 1,9'ê bersiva beşdaran "bêbiryar" dane.
Di lêkolînê de ji bo pirsa "Bi we divê komîsyon serdanên xwe yên Îmraliyê bidomîne?" ji sedî 97,2'yê beşdaran bersiva "erê", ji sedî 0,8'ê beşdaran bersiva "na" û ji sedî 2'yê beşdaran bersiva "bêbiryar im" dane.
Her wiha di lêkolînê de ji sedî 53,2'yê beşdaran pirsa "Bi we dê pêvajo bi ser bikeve?" bersiva "erê", ji sedî 38,7'ê beşdaran bersiva "bi qismî", ji sedî 8'ê beşdaran bersiva "na" dane.
Her wiha ji bo pêşveçûna pêvajoyê jî beşdaran îşaret bi berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî, serbestberdaa Abdullah Ocalan, sererastkirinên destura bingehîn, perwerdehiya bi zimanê dayikê, gavên demokratik, vekişandina qeyûman, guherandina destûrabingehîn û avêtina gavên şênber hatiye kirin.
MA / Mujdat Can
