STENBOL - Polîsan danê sibehê avêt ser ofîsa Buroya Hiqûqê ya Gel a Stenbolê. Parêzer Naîm Emînoglû hat binçavkirin.
Îro danê sibehê polîsan avêt ser ofîsa Buroya Hiqûqê ya Gel a li Çaglayan a Stenbolê. Di avêtina ser ofîsê de rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Naîm Emînoglû hat binçavkirin.
ÇHD'ê binçavkirina Emînoglû li ser hesabê xwe yê medyaya sanal raguhand û got ku ji ber ku Emînoglû parêzeriya doza Kartalkayayê û dozên erdhejê dike, hedef hatiye girtin.
