MÛŞ - Danişîna Cîhan Oral ku Ayşe Înceyolê ligel bav û birayê wê kuşt û dêya wê bi giranî birîndar kir, dê sibê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Rûken Guvenê diyar kir ku dema ku Ayşe Înceyol hat revandin û dest dirêjî wê hat kirin, cenderme û Oral peyam ji hev re şandine, lê xebatên lêgerînê nehatine zêdekirin.
Danişîna doza Cîhan Oral ku di 2'yê Mijdara 2023'yan de li navçeya Dêrxas ya Mûşê Ayşe Înceyolê revand, destdirêjî wê kir û dû re di 9'ê Adara 2024'an de wê ligel bavê wê Mûsa (65) û birayê wê Neytullah Înceyol (35) berî ku bireve Fransayê kuşt, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mûşê bê lidarxistin. Cîhan Oral bi "bultena sor" lê dihat gerîn, di meha Tîrmehê de li Fransayê hatibû girtin û prosedurên radestkirinê dest pê kiribûn, lê tevî pênc mehên ku derbas bûne jî, tu pêşketinek çênebûye.
Cîhan Oral ku Ayşe Înceyol gelek caran giliyê wî kiribû û fermanên parastinê wergirtibû, piştî ku qetlîam pêk anî winda bû. Serdozgeriyên Muş û Bedlîsê li dijî wî lêpirsînên cuda dan destpêkirin. Lêpirsîna yekem, bi sûcê "desteserkirin û destdirêjiyê" hat vekirin. Îdîanameya ku di 9'ê Tebaxa 2024'an de hat amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mûş ve hat qebûlkirin. Ji aliyê din ve, Dozgeriya Bedlîsê li dijî Oral ji ber "kuştina biqesdî" lêpirsîn da destpêkirin. Piştî vê lêpirsînê, ji bo girtina wî Bultena Sor a Interpolê hat derxistin. Oral ku niha li Fransayê ye, ev pênc meh in tê payin ku radestî Tirkiyeyê bê kirin.
Danişîna Oral ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Mûşê bi sûcên "destdirêjiyê" û "bêparhiştina ji azadiyê" tê darizandin, dê sibê bê lidarxistin û danişîna wî ya li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ya bi sûcên "kuştina biqesdî" û "birîndarkirina biqesdî" dê di 16'ê Kanûnê de bê lidarxistin.
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Mûşê û ji parêzerên dozê Rûken Guven, li ser dozê axivî.
CENDIRME PEYAMA 'TESLÎM BIBE' ŞANDIYE
Rûken Guvenê diyar kir ku dema Ayşe Înceyol hatiye revandin hîmê pêvajoya qetilkirin hatiye danîn û got ku Oral çalakiya revandinê ya ewil plankirî bûye û bi alîkariya hin kesan pêk aniye. Rûken Guvenê got: "Di vê bûyerê de xwişka Ayşeyê li cem wê bûye. H. ku ji serê bûyerê vê şahid e, jixwe tim dibêje xwişka wê hatiye revandin. Cîhan, piştî revandinê, bi şev dest dirêjî Ayşeyê dike."
Rûken Guvenê diyar kir ku heman şevê cendirm û kiryar Oral peyam ji hev re şandine û got: "Cendirm peyama 'were teslîm bibe' ji Cîhan Oral re dişîne. Lê Cîhan di peyaman de dibêje 'revandina bi darê zorê tune ye. Ew bi dilê xwe li cem min e. Em ê sibê bi xwe werin îfadeyê bidin.' Gava em li dosyeyê mêze dikin, em dibînin ku kêmasiya herî mezin li vir dest pê dike. Naveroka peyaman di dosyeyê de heye. Peyam ji Cîhan re şandine û jê re gotine teslîm bibe. Lê gel qîma xw ebi vê neaniyana û xebatên lêgerînê zêde bikirana dê Ayşe wê şevê bi destdirêjiyê re rû bi rû nemana."
Rûken Guvenê bilêv kir ku Oral bi darê zorê li Ayşe Înceyolê ferz kiriye ku îfadeya xwe biguherîne û got ku Ayşe Înceyol bi Oral re çûye îfadeyê û tiştên hatine serê wê bi temamî negotiye. Rûken Guvenê bilêv kir ku piştî îfadeya ewil a Ayşe Înceyolê tê girtin, sê roj şûnde dozgerî ji bo îfadeyê cardin gazî wê dike û vê carê tiştên hatine serê wê dibêje. Rûken Guvenê got: "Ayşe di îfadeya xwe ya li vir de dibêje hatiye revandin. Piştî vê dozger careke din îfadeya Oral digire, lê ji ber ku Ayşe di îfadeya xwe ya berê de gotiye ew bi dilê xwe çûye, der barê Cîhan Oral de tedbîra girtinê nayê danîn. Ev jî pirsgirêkeke pir cidî ye. Ji ber ku Ayşe dibêje ew bi zorê hatiye revandin û dest dirêjî wê hatiye kirin. Her wiha di kontrolên tenduristiyê de hatibû tespîtkirin ku di serê wê de hesasiyet hebûye û cihê vajînal çiriyaye. Ev agahî di îdianameyê de cih digirin. Em di dosyeyên wiha de dibînin ku mexdûr ewilî îfadeyên rast nadin. Diviyabû dozger li vir bi guman tevbigeriyaya û li benda raporê bisekiniyanan û biryara girtinê bidana. Lê dozger ev nekir û a din a rojê rapor daxilî dosyeyê hat kirin. Kuştin jî piştî vê destdirêjiyê bi 4 mehan pêk hat. Di vir de tê dîtin ku kêmasiyeke mezin di lêpirsîna dozgeriyê de heye. Ayşe Înceyol ji ber ku dizane kiryar Oral kesekî çawa ye gelek caran bi rêya parêzerê xwe doza girtina wî dike. Lê di vî warî de gav nayên avêtin."
BANGAWAZÎ
Rûken Guvenê destnîşan kir ku ji bo kiryar cezayekî girna bistîne û di vê dosyeyê de jî ceza neyê kêmkirin bang li hemû jinan kir ku danişînê bişopînin.
MA / Ceylan Şahînlî
