AMED - GGC’ê xwest ku komîsyona li Meclisê li şahidiya rojnamevanan guhdarî bike.
Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat (GGC), encamnameya panela bi sernava “Di pêvajoya aştiyê de rola çamepemenî û medyayê” aşkera kir. Di encamnameya panela ku di 11’ê Cotmehê de li Amedê hat lidarxistin de, nêrînên beşdaran cih girt.
Di encamnameyê de ev pêşniyar hatin kirin: “Medya di pêvajoya aştiyê de divê bibe dengê heqîqet û wijdanê. Divê rojnamevan nûçeyên xwe bi zimanê aştiyê ve bihûnin û ji zimanê kîn û tundiyê dûr bin. Divê komîsyona li Meclisê li şahidiya rojnamevanan guhdarî bike. Divê platformên dijîtal de li dijî dezenfarmasyonê rêgezêb hevpar bên diyar kirin. Herwiha divê perwerdehiya rojnamevaniya aştiyê bê dayîn û saziyên medyayê zimaneke havpar ava bikin.
Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat, ji destpêkê ve piştigiriyê dide pêvajoya niha didome û wek însiyatîfek sivîl di qada herêmî û navneteweyî de xebatên xwe didomîne.”
JI BO TEVKARIYA AŞTÎ Û HÊVIYÊ BANG
Di encamnameyê de berpirsiyariya rojnamevanan a civakîkirina aştiyê hat destnîşankirin û wiha hat gotin: “Em wek GGC, ji berpirsiyariya medya ya li dijî avakirina aştî û hevpeymana civakî haydar in. Em rojnamevaniyê ne wek alîgirê aliyekî, beravajî vê wek alîgirê heqîqet, edalet û mirovahiyê pênase dikin. Medya ya ku zimanê aştiyê lê serdest e temînata aştiya civakî ye. Ji ber vê yekê em saziyên medyayê vedixwînin ku tevkariyê li aştî û hevpeymana civakî bikin.”