ŞIRNEX - Platforma Tenduristiyê ya Şirnexê, têkildarî Nobeda Edaletê ya li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, daxuyanî da û piştgirî da nobedê.
Platforma Tenduristiyê ya Şirnexê, têkildarî Nobeda Edaletê ya li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ku li navçeya Cizîrê tacîzê gelek zarokan kiribû û ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, daxuyanî da. Partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî piştgirî dan daxuyaniya li avahiya Odeya Bijîşkan a Cizîrê hat dayin.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şirnexê Samet Kaya, bal kişand ser girîngiya Nobeda Edaletê û got: “Li vî welatî zarok tên bêdengkirin, sûcdar jî bi polîtîkayên bêcezakirinê li kolanan digerin. Tenduristî ne tenê nexweşî an kêmasiya laş e; başbûna laşî, ruhî, civakî ye. Astengî û tundî rewşa başiyê ji holê radike û tenduristiya ruhî ya civakê xira dike. Ev têkoşîna ku ji bo ewlehiya zarokan, edalet û parastina rûmeta mirov tê dayîn têkoşîna me hemûyan e. Em xwedî li vê têkoşînê derdikevin. Li cihê ku edalet lê tune be tenduristî jî ne pêkan e. Em wek kedkarên tenduristiyê em ê ji bo ewlehiya zarokan, edalet û başiya civakî têkoşîna xwe bidomînin.”