ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir.
Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz û Ayfer Koçak û şandeya pê re ku bi daxwaza kesên bi KHK’ê ji kar hatine derxistin dîsa li karê xwe vegerin ji Amedê meşiyan Enqereyê, li Meclisê çûn serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari.
Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyart Sevtap Akdag Karahali û wekîlên DEM Partiyê jî di hevdîtinê de cih girtin.
Şandeya KESK’ê di hevdîtinê de armanca meşa xwe vegotin û daxwazên xwe parve kirin. Şandeyê, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.