AMED - Welatiyên ji nimêja înê derketin, bertek nîşanî Serokê komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş dan û jê xwestin gavên şênber biavêjin.
Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş û hin endamên komîsyonê, ji bo çendek hevdîtinên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin Amedê. Kurtulmuş û şandeya pê re nimêja înê li Mizgefta Mezin a li Sûrê kir. Têketina mizgeftê bi bariyerên polîsan hatibû girtin û li ser welatiyên derbasî mizgeftê bûn lêgerîn hate kirin. Piştî nimêjê, Kurtulmuş li meydanê daxuyanî da û got ku ew aştiyê dixwazin û ji bo temamkirina pêvajoyê bendewariyên wan hene. Welatiyan, ji ber neavêtin gavên şênber bertek nîşan dan. Hinek welatiyan got: “Heta ku Selahattîn Demîrtaş neyê berdan dê baweriya me bi pêvajoyê neyê.”
Kurtulmuş ku bertek û daxwazên welatiyan bêbersiv hişt, derbasî walîtiya Amedê bû û li vir bi Walî Mûrat Zorluoglû re hevdîtin kir.
Kurtulmuş piştre jî çû sredana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.