NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: “Rêgeza hêviyê yek ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje. Divê vê baxajê rake. Ev meseleye, bandorê li hezaran kesan dike.”
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî hevdîtina 13’ê Cotmeha 2025’an de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re kiribû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 13’ê Cotmeha 2025’an de me li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi miwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan û miwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir. Di vê serdanê de em li ser mercên miwekîlên me tê de dijîn û rewşa wan a hiqûqî axivîn. Bi vê wesîleyê, em dixwazin fikr û nirxandinên birêz Ocalan ên ji bo cîbicîkirina aştiyê bi raya giştî re parve bikin.
ROJEVA MAFÊ HÊVIYÊ
Di hevdîtinê de rewşa hiqûqî ya birêz Ocalan û biryara mafê hêviyê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bû yek ji mijara esasî û girîng a nîqaşa me. Weke ku tê zanîn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di rûniştina xwe ya 15-17’ê Îlonê de dîsa bang li Tirkiyeyê kir û jê xwest ku mafê hêviyê di çarçoveya biryara DMME’yê de bi awayekî yasayî bê çareserkirin.
GAVEKE KU DIVÊ DEWLET BIAVÊJE YE
Birêz Ocalan jî li hemberî vê geşedanê diyar kir ku rêgeza hêviyê pir girîng û esasî ye. Bi domdarî yekser ji me re got; ‘Rêgeza hêviyê yek ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje. Divê vê baxajê rake. Ev meseleye bandorê li hezaran kesan dike. Hûn ji kîjan alî ve jî lê binêrin divê were rakirin. Divê ji hêla hiqûqî ve ev were kirin. Hem polîtîka hem jî edalet vê ferz dike.’ Bi vê yekê xwest hiqûq bê cîbicîkirin.
HIQÛQA ENTEGRASYONÊ
Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de, diyar kir ku pêwîst e hemû bawerî û mezheb bikarin xwe bi awayekî azad bînin ziman û mafê her kesî heye ku neteweya xwe bi awayekî azad îfade bike û azad bijî. Got ku divê Kurd bi awayekî giştî di hiqûqê de cih bigirin û anî ziman ku aştiya esasî jî ev e. Got ku heta niha hiqûqa Kurdan tune hatiye hesibandin, li derveyî hiqûqê hatine hiştin lê îro divê hiqûqa entegrasyona demokratîk were avakirin.
Dema behsa dervehiştina hiqûqê û girtîbûna fîzîkî û fikrî dikir bal kişandibû ser vê; ‘Heke jiyan azad be watedar e. Min berê jî anîbû ziman. ‘Ey heyat! An ez ê te azad bijîm an jî dê wekî min tu qet nejiyabî bihesibînim.’ Vaye mottoya min a jiyanê ev e, dirûşma min ev e.’
BINGEHA PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ Û SIYASÎ
Weke ku tê zanîn, birêz Ocalan newekheviya jin û mêran weke bingeha pirsgirêkên civakî û siyasî dibîne. Anî ziman ku çareserkirina vê pirsgirêka newekheviyê, bi fikrekî sosyalîst û pratîkeke jiyaneke azadîxwaziya jinê pêkan e. Got ku ew bi baldarî xebatên Jineolojiyê dişopîne, qîmetekî mezin dide wan xebatan û silavên xwe ji hemû jinan, silavên taybet ji girtiyên jin re şand.
Ji kesên dixwazin wî fêm bikin xwest pêvajoya aştî û civaka demokratîk xurtir bikin û tev li pêvajoyê bibin. Got ku xebatên ji bo azadiyê, ji bo pêşxistina pêvajoyê û pratîzekirina wê girîng in.”