Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê 2025-10-01 10:42:31 ŞIRNEX - Rojnameger Halît Ermîş, diyar kir ku zêdetirî saleke li Herêma Federe ya Kurdistanê hikûmet nehatiye avakirin û sedema vê jî wiha vegot: “Ji ber ku PDK naxwaze tu partiyên din bibin şirîkên îktîdarê.”    Hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê di 20’ê Cotmehê di bin çavdêriya Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Bilind a Iraqê de hatin kirin. Di hilbijartinê de PDK bû partiya yekemîn, YNK duyemîn û Tevgera Nifşê Nû jî bû partiya sêyemîn. Li gorî encaman, PDK’ê 39 kursî, YNK’ê 23, Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xist. Li gorî vê encamê, tu partî nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin. Ji bo avakirina hikûmeta nû divê PDK bi partiyên din re koalîsyonê ava bike. Lêbelê tevî 10 meh bi ser re çûne jî hêj hikûmet nehatiye avakirin.    Rojnameger Halît Ermîş ku geşedanên li herêmê dişopîne, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.    Ermîş, da zanîn ku hevsengiyên hêzê yên li Herêma Kurdistanê demekî dirêj e di navbera PDK û YNK’ê de hatine parvfekirin û got: “Di navbera her du partiyan de nakokî hene û ev 10 meh in nehatine çareserkirin. Hevdîtinên di navbera aliyan de her tim baş tên nîşandan lêbelê ev erênîtî qet nekete pratîkê. Nakokiya li herêmê ser tê axaftin ev e; YNK ji PDK’ê dixwaze ku serokatiya herêmê bikeve destê wê. Her wiha wezaretên karên hundir û aboriyê jî dixwaze. Tê gotin ku YNK ji PDK’ê dixwaze ku berpirsyartiya asayîşê bidin wê. Tê gotin ku PDK jî vê qebûl nake û îktîdarê parve nake.”    ‘LI GORÎ YASAYÊN HIKÛMET REWA NÎNE’      Bi domdarî Ermîş anî ziman ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê hikûmeta heyî rewa yasayî nîne û got: “Tevî ku tu rewatiya wî nîne jî serokwezîrê herêmê bênavber diçe serdanên derveyî welat. Li dijî vê muxalefeteke baş nehate kirin. PDK ji sala 2010’an heta niha ji Tevgera Goran hêz girt û ‘siyaseteke bi zanebûn meşand.’ Tevahiya partiyên li parlamentoyê girt cem xwe û rayeyên hikûmetê di navbera xwe de parve kir. Piştî ku partiyên muxalîf tevek girtî nava pergalê, êdî partiyeke muxalefetê bike nema. Goranê di nava xwe de nakokî jiya û ji hev parçe bû. Ji ber ku muxalefeta pêwîst nekir, jixwe bû parçeyeke îktîdarê.”    TIŞTÊN DI KULÎSAN DE LI SER TÊ AXAFTIN     Bi domdarî Ermî bal kişand ser piştperdeya hevdîtinên di navbera YNK û PDK’ê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nakokiyên navxweyî yên PDK û YNK’ê hene. Weke mînak, pirsgirêka di navbera Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de heye. Niha di navbera Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî de pevçûnek heye. Heke serokatiyê bidin YNK’ê, dê Nêçîrvan Barzanî li pêşiyê were bicihkirin. Gelo dê çi rayeyê bidin wî? Lewma dê di nava PDK’ê de rê li ber pevçûneke dijwar veke. Dê qadeke nû ya îktîdarê ava bibe. Wê demê Nêçîrvan Barzanî dê qebûl neke. Wê demê dikare bibêje ‘serokwezîrtiyê bidin min’ û malbata Mesûd Barzanî jî dê vê qebûl neke. Ev jî dê rê li ber pevçûnan veke. PDK naxwaze bikeve rewşekî wiha. Li ber kamerayan behsa vê nayê kirin lê di kulîsan de herî zêde li ser vê tê axaftin.”    ‘PDK LI BENDA HILBIJARTINÊN IRAQÊ YE’     Di berdewamê de Ermîş bi lêv kir ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo mudaxileyên hêzên derve vekirî ye û ev nirxandin kir: “Hesabên hemû hêzên herêmî û kûrewî li ser Kurdistanê hene. Tê gotin ku DYA zextê li PDK û YNK’ê dike ku hikûmetê ava bikin. Jê re gotiye ku heke hikûmetê ava nekin dê hilbijartinên 2024’ê derbasdar nebin û hilbijartineke nû bê lidarxistin. DYA zextekî wiha dike. Jixwe hikûmeteke ji hêla destûra bingehîn ve ne yasayî û tu rayeyên wê yên biryardayînê nînin heye. Li gorî serê xwe û bi keyfî tevdigerin. Heke DYA’yê ev ferz kiribe, bi rastî jî PDK û YNK dê neçar bimînin lihev bikin. PDK û YNK di hilbijartinên giştî yên Iraqê de jî li dijî hev tevdigerin. PDK ji bo hikûmet neyê avakirin, meseleyê vedihêle.”    ‘DÊ BANDORÊN WÊ YÊN SIYASÎ Û ABORÎ HEBIN’      Rojnameger Ermîş, anî ziman ku PDK hewl dide qadên hemleyê yên ku dê li dijî YNK’ê destê wê xurt bikin ava bike û got: “Piştî hilbijartinên 11’ê Mijdarê dê zextên ji bo avakirina hikûmetê zêde bibin. Dê bandoreke aborî û siyasî ya avanekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê hebin. Başûrê Kurdistanê herêmeke dewlemend a petrolê ye. Lê mûçeyên mamosteyan nadin. Qebîneya muxalefeta demokratîk nikare zextê bike. Ji ber ku pergal bi xwe antîdemokratîk e. Yên ku hesabê bidin tune ne. Bi sala ye çerxa vê siyasetê wiha geriya û bi sed hezaran kesan ji Başûr koç krin. Ev, krîzeke cidî ye. Avanebûna hikûmetê ya di 10 mehan de ne pirsgirêkeke salekê ye. Pirsgirêkeke kûr e. Ji ber ku zîhniyeta wan demokratîk nîne.”     ‘DIBE KU MUDAXILEYEKE DERVE WERE KIRIN’     Ermîş, daxuyand ku avanekirina hikûmetê nakokiyên civakî jî zêde dike û axaftina xwe wiha qedand: “Her ku pêvajo dirêj dibe, dahata gel jî dikeve. Her ku pirsgirêkên aboriyê rû didin jî dibe ku ev li dijî hikûmetê tevgerên bertek û nerazîbûnê biafirînin. Encama vê dê wiha be. Di nava civakeke demokratîk de lêgerîna maf, mafê we yê sereke ye. Piştî hilbijartinên Iraqê hinek rewşên cuda derketin holê. Jixwe diyar nîne ka dê hilbijartinên Iraqê jî bên kirin an na. Diyar nîne ka dê Iraq jî ber bi ku de biçe. Dibe ku li Iraqê ji nişka ve şerek derkeve. Dibe ku şerekî nû yê navxweyî bijî. Dibe ku mudaxileyeke derve were kirin. Pozîsyoneke wiha heye. Em li herêmekî wisa dijîn ku texmînkirina hin tiştan pir zehmet e. Ji ber ku gelek tişt defacto dimeşin. Heke PDK û YNK lihev nekin, dibe ku Iraq li gorî destûra bingehîn dest deyne ser Herêma Kurdistanê. Divê rê û rêbazekî rê li ber demokratîkbûna siyaseta herêmê vedike were dîtin. Dikare tifaqeke berbiçav an jî di nvaa hikûmeta koalîsyonê de rêveberiyek were avakirin. Bi vî awayî dikare pirsgirêk bên çareserkirin.”    MA / Emrullah Acar