AMED - OHD’ê diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevkêşeya sedsalî xera bûye û got: “Divê mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin.”
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi dirûşma “Bi hiqûqa azadîxwaz û demokratîk ber bi aştiya birûmet ve” 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Navenda Çand Amedê hat lidarxistin. Nûnerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, serokên baroyan ên gelek bajaran, endamên komeleyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Divê mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin”, “Em ê hiqûq û siyasetê demokratîk bikin”, “Bêyî demokrasiyê sosyalîzm nabe”, “Hiqûqa jinê hiqûqa azadiyê ye”, “Azadî ji Parêzer Firat Epozdemîr re” û “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin. Axaftina destpêkê ji hêla Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat ve hate kirin.
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter axivî û got ku daraz bûye amûra herî sereke ya zextê ya îktîdarê. Ekîn Yeter, got: “Pergala hiqûqê ya heyî, karektera xwe ya zextker, cihêkar û şoven diparêze û her ku diçe berfirehtir dike. Îktîdara ku dema muxalîf xwe weke muhafazakar demokrat nîşan dida û di dema îktîdara xwe ya 20 salan de veguherî dîktatoriya plesîbîter, ji bo mayindekirina vê rejîma dijdemokratîk jî êrişên xwe yên li ser gelê Kurd, bindest û hwd. giran dike.”
REJÎMA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ Û MAFÊ HÊVIYÊ
Ekîn Yeter, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku bi vê tecrîdê re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin, sepana tecrîdê hatiye mayindekirin û wiha pê de çû: “Bi çendek hevdîtinên malbatan re rejîma tecrîdê ranebûe. Ji bo aştiyeke mayinde, divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin ku bikare rola xwe bilîze. Biryara mafê hêviyê jî bi binpêkirina mewzûatên neteweyî û navneteweyî nayê cîbicîkirin.”
'EM DI NAVA LÊGERÎNA AZADBÛNÊ DE NE’
Di lijneyê de her wiha peyamên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr, parêzer Mervenûr Dogan, Selçûk Kozagaçli, Dogan Erbaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê berê Bekir Kaya, Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay û Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz hatin xwendin. Di dema xwendina peyamên girtiyan de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin.
Piştre jî nûnerên saziyan axivîn û serkeftin xwestin. Nûnerên saziyan di axaftinên xwe de bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin ku ji bo pêvajo birêkûpek pêş bikeve divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Piştre jî hilbijartin hate kirin û Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak dîsa weke hevserok hatin hilbijartin.
'HEVKÊŞEYA SEDSALÎ XERA KIR’
Hevserokê Giştî Serhat Çakmak piştî hilbijartinê axivî û got: “Li vê xakê pergaleke sedsalî ya ji hêla modernîteya demokratîk ve hatiye avakirin hebû. Gelê Kurd, tevî gelên din ên bindest ên têkoşîna şoreşger dimeşînin, li ber hilweşandina vê hevkêşeya modernîteya kapîtalîst a sedsalî ne. Bi taybet jî piştî banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê em ev yek dît; hevkêşeya sedsalî hate serûbinkirin. Têkoşîna modernîteya demokratîk ku dê şûna wê bigire jî em ê bimeşînin.”
Lijne, bi gerandina govendê û dirûşmên “Bijî berxwedana OHD’ê” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.