* Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralpê diyar kir ku divê aştî li dijî şerê tê kirin civakî bibe û got: "Bê jinan aştî ne pêkan e."
* Hevberdevkê Wan Eko-Derê Erdogan Eduk bal kişand ser wê yekê ku ava Gola Wanê kêm bûye û qirêjî zêde bûye û got ku ji ber vekişîna avê populasyona zindî jî zirar dibîne.
* Parêzerên OHD'î diyar kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û gotin ku qanûnên navneteweyî pêkanîna "mafê hêviyê" ferz dikin.
* Hevseroka DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku wan bi pêşengiya jinên elewî li dijî qetlîamên li Sûriyeyê "Însiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê" ava kiriye û bang li hemû jinan kir ku di 24'ê Nîsanê de li Hatayê beşdarî çalakiya "xeleka jimirovan" bibin.
* Ji Zanîngeha Edinburghê Prof. Dr. Robert Douglas Dunbar diyar kir ku aştî bi rêzgirtina li hemberî ziman û çandan dibe. Dunbar, got ku ji bo muzakere pêş bikevin divê Abdullah Ocalan bê berdan.
* Hevserokê MEYADER’ê ya Mêrsînê Bahattîn Bektaş û Hevserokê TUAYDER’ê Metîn Înce diyar kirin ku divê dewlet bi gavên şênber bersivê bidin banga Abdullah Ocalan û gotin: “Çareserî û aştî yekalî nabe.”
* Qeyûma Cizîrê Nazli Demîr qada mesîreyê ku 60 donim erd e, heta sala 2053’yê dewrî cendirmeyan kir. Cendirmeyan jî ji bo 29 salan ji şîrketeke taybet re kirê kir.
* Walîtiya Antalyayê dawetên kolanan qedexe dike û polîsan li taxên piranî Kurd lê dijîn dawet betal kirin. Metîn Şahîn ê ku daweta wî hatiye betalkirin, wiha got: “Heta ji dengê muzîka Kurdî jî aciz in û tehemûl nakin.”
* Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dê têkildarî pêvajoya salekê ya xizmetê li Sakli Konakê ya navçeya Sûrê daxuyaniyê bidin. (10.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ