WAN - Hevberdevkê Wan Eko-Derê Erdogan Eduk bal kişand ser wê yekê ku ava Gola Wanê kêm bûye û qirêjî zêde bûye û got ku ji ber vekişîna avê populasyona zindî jî zirar dibîne.
Gola bisoda ya herî mezin a cîhanê Gola Wanê di van salên dawîn de ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê asta ava wê gelekî daketiye. Santralên Jeotermal (KE), Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendavên ku li ser rûbar û çemên ku diherikin hewza Gola Wanê hatine çêkirin jî ji bo daxistina asta avê bi bandor in. Wekî din, qirêjiya di golê de xetereyê dide der.
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (Wan Eko-Der) Erdogan Eduk li ser rewşa heyî ya Gola Wanê axivî.
'PIR KÊM BÛYE'
Erdogan Eduk anî ziman ku kişandina avê ya li Gola Wanê ji sedemên xwezayî bêtir ji ber faktorên mirovî çêbûye û wiha got: "Faktorên xwezayî faktorên guherîna avhewayê ne. Lê faktorên mirovî jî hene. Avdana nerêkûpêk li zeviyên çandiniyê yek ji faktorên herî girîng e. Bi taybetî li Tetwan û Elcewazê xebatên sondajê tên kirin. Xebayên sondajê yên ji bo çandiniyê dibe sedem ku gol ziwa bibe. Ji ber vê ava diherike golê kêm dibe.
Ev faktorên xwezayî û mirovî hem dibin sedema vekişîneke cidî û hem jî daketina asta ava golê. Xebatên avdanî û sondajê yên li bakurê golê divê bi zanebûnî bên kirin an jî karên sondajê bên kêmkirin. Ji ber ku xebatên sondajê pirsgirêkên pir cidî derdixe holê."
‘QIRÊJÎ JÎ ZÊDE BÛYE'
Eduk diyar kir ku ne tenê vekişîna golê her wiha qirêjiya golê jî zêde bûye û wiha got: "Tê dîtin ku projeyên di van demên dawîn de hatine kirin li gelek herêman bûye sedema kêmbûna avê. Divê demildest çavkanî û sondajên ku gola Wanê xwedî dikin bên kontrolkirin. Li cihên ku turîzm lê pêş ketiye û mirov lê zêde ne, pirsgirêkên di warê golê de zêde dibin. Gava bermayiyên çandiniyê li çavkaniyn ku golê xwedî dikiin tên rijandin, ew bermayî heya çavkaniyên golê datên û tevlî ava golê dibin. Ev jî bandorê li zîndiyên li golê dike. Lewma demildest pêdivî bi polîtîkayeke nû ya çandiniyê heye. Divê pêşî li ber çandiniya xwezayî û organîk bê vekirin."
Eduk da zanîn ku di hewzeya Gola Wanê de nêzî 140 cureyên çûkên xwemalî û koçber hene û got: "Di demên dawî de ji ber vekişîna avê, zirar gihîştiye gelek cureyên çûkan. Li herêmên Xorkom, Westan û Înê bi destê mirovan qadên qamişî hatin şewitandin. Bi vî awayî qamişên ava wan hat kişandin, dixwazin veguherînin qadên çandinî û sewalvaniyê. Lê gava qadên qamişî bên şewitandin, ev pêşî li zêdebûna heywanan digire."
Eduk destnîşan kir ku li herêmên ku texrîbat lê zêde ye xebatên serwextkirinê kirine û got ku dê li hewzeya Gola Wan ku qirkirina ekolojiyê lê zêde ye, van xebatan bidomînin û raporên wan amade bikin.