AMED - Parêzerên OHD'î diyar kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û gotin ku qanûnên navneteweyî pêkanîna "mafê hêviyê" ferz dikin.
Parêzerên ku beşdarî 4'emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a di 13'ê Nîsanê de li Amedê hat lidarxistin bûn, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijara "mafê hêviyê" nirxandin.
Ji Şaxa OHD'ê ya Mêrdînê Lokman Emen diyar kir ku piştî navbereke dirêj tecrîda li Îmraliyê bi awayekî "qismî" hatiye rakirin û got ku piştî vê bangeke dîrokî hatiye kirin. Emen anî ziman ku rakirina tecrîdê jî bi awayekî "qismî" hêviyek di civakê de afirandiye û got: "Hem parêzer û hem jî hemû pêkhateyên civaka demokratîk divê piştgiriyê bidin vê. Ji ber ku em hemû civakeke ku demokrasî, hiqûq û mafên mirovan lê serdest; hawirdoreke ku aştî û wekhevî lê serdest be, armanc dikin."
'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'
Emen bal kişand ser banga Ocalan ku hêviya civakê zêde kiriye û got: "Mixabin piştre tu pêşketin çênebûn û gavek nehat avêtin. Aştiya daîmî, bi aliyên wekhev û di şertên wekhev de pêkan e. Ji bo ev şert jî çêbibin, divê şert û mercên Îmraliyê bên guherandin û divê şert û mercên tecrîda girankirî bên sererastkirin."
Emen da zanîn ku divê ji hemû derdoran kes rasterast bi Abdullah Ocalan re têkilî deynin û got: "Divê bi lezgîn ev gav bên avêtin. Hem em wekî parêzer û hem jî hemû civak li hêviya vê yekê ye."
Emen biryara binpêkirina "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û got ku divê ev maf bê bicihanîn.
Emen got: "Em dikarin li ser du bingehan nêzî vê yekê bibin; divê hem di warê mafan de 'mafê hêviyê' bên bicihanîn. Hem jî divê ev wekî pêwîstiya bangê û pêwîstiya aştiyê bikeve meriyetê. Pêwîst e, deriyên Îmraliyê bên vekirin."
Ji Şaxa OHD'ê ya Wanê Erhan Çîftçîler diyar kir ku destûr nayê dayîn ku Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Çîftçîler anî ziman ku ev rewş tê wateya nerakirina tecrîdê û got: "Heta ku ev yek neyê kirin wê tecrîd bidome. Serdana malbat û parêzeran ne lutfek e. Li dijî tecrîdê pêwîstî bi rêbazên hiqûqî yên zelal heye."
Çîftçîler biryarên binpêkirina mafê hêviyê yên ji aliyê DMME'yê ve hatine dayîn bi bîr xist û got: "Ev pêvajo hebe yan nebe, ya ku em jê re dibêjin 'mafê hêviyê' mafek e ku divê di qanûnên Tirkiyeyê de cih bigire."
Çîftçîler got: "Ev pêvajo bi ser keve yan na, tiştekî din e. Pêvajo bigihêje ku derê bila bigihîjê, lê pêwîst e Tirkiye der barê 'mafê hêviyê' de sererastkirineke qanûnî bike. Çêkirina sererastkirineke qanûnî ya li ser 'mafê hêviyê' tiştekî bi meseleya demokratîkbûna vî welatî ve girêdayî ye, erkeke qanûnî ye."
Çîftçîler bal kişand ku Tirkiye mecbûr e biryarên DMME'yê bi cih bîne û wiha got: "Ji ber ku we xwe bi xala 90'emîn a Destûra Bingehîn ve girêdaye. Tirkiye hem bi mekanîzmayên navneteweyî hem jî bi mekanîzmayên xwe yên hiqûqî yên hundirîn teahud daye. Lewma divê 'mafê hêviyê' pêk bê."
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Çîftçîler bal kişand ser gavên ku piştî banga Ocalan divê bên avêtin û wiha got: “Girtîgeh tijî bûne. Pirsgirêkên înfazê yên siyasetmedaran, azadiya fikr û ramanê, Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK)... Divê di qanûna înfazê de sererastkirin bên çêkirin. Der barê rewşa kesan de divê sererastkirinên hiqûqî bên çêkirin."
Çîftçîler anî ziman ku pirsgirêka kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe û got: "Pêşî divê bêedaletiya heyî bê teşhîrkirin û ev di nava gel de bê belavkirin ü daxwaz bö afırandın. Bi vê daxwazê re dê hiqûq demokratîk bibe. Lewma peywira me ya sereke jî ew e ku em di warê demokratşkbûna hiqûqê de xebatên pêwîst bikin."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel