AMED - Kesên beşdarî komxebata zimanê dayikê ya Egîtîm Senê bûn, anîn ziman ku divê pergala perwerdeyê li ser nirxên demokratîk were avakirin. Ji Jineolojiyê Fîgen Kaplan, got: “Zanîn, mirov azad dike. Zanîna xelet mirov dike kole. Lewma derxistina rastiyan, berpirsyartiya me ye.”
Komxebata Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê ku bi sernavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên heyî, astengî, pêşniyazî” li Çand Amedê duh dest pê kir, di roja duyemîn didome. Di rûniştina pêncemîn de Zimanzan Haydar Diljen, Yildirim Arslan û Fîgen Kaplan axivîn.
Roja duyemîn Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Zulkûf Guneş beşdar silav kir û got ku ji ber hefsa malê nikarê tev li Komxebatê bibe. Piştre jî di rûniştina yekemîn de ji ewil Zimanzan Haydar Diljen li ser mijara “Nêrineke rexneyî li ser cerebe û modelên cîhanê yên li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî” axivî.
DAXWAZA PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ
Diljen, diyar kir ku mijara zimanê zikmakî ji bo gelan gelek girîng e û got: “Ev 50 sal e em wekî rêxistinê momesteyan bi vê meseleyê re mijûl in. 50 sal derbas bûn, cîhan guherî lê em di vê mijarê de pêş neketin. Hêvîdarim gav bên avêtin. Em perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin. Zorakên me ji ewil zimanê dayikê hîn dibin lê dema diçin dibastanê dikevin nav krîzê. Heke zimanek nebe zimanê perwerdeyê, ew ziman nîv ziman e”
LÊGERÎNA HEQÎQETÊ
Piştre jî Yildirim Arslan li ser mijara “Weke modelek xweser, modela perwerdeya demokratîk” axivî. Arslan, da zanîn ku di perwerdeya demokratîk de modelên tên kar anîn divê bên guherandin û ev tişt anî ziman: “Ji bo peşerojê modelên nû gelek girîng e. Pergela şaristaniya demokratîk xebata hişmendiya azadiya mejiyê ye. Perwerde lêgerîna heqîqetê ye. Bingeh nêzikbûna hişmendiyê ye.”
ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVA
Di rûniştinê de herî dawî ji Kovara Jineolojiyê Fîgen Kaplan li ser mijara “Nirxandinên li ser perwerdeya demokratîk a bi azadiya jinê” axivî. Fîgen Kaplan, got; “Zanîn, mirov azad dike. Zanîna xelet mirov dike kole. Lewma derxistina rastiyan, berpirsyartiya me ye.” Fîgen Kaplan, di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xebatên wekheviya jin û mêr pêk nayînin nikarin bi ser kevin. Fîgen Kaplan, wiha domand: “Li seranserî cîhanê sedema sereke ya pirsgirêkan, newekheviya jin û mêran e. Weke mînak; îro jî desthilatdar qeyûm tayînî şaredariyan dikin û ji ewil êrişî êrişî vîn û xebata jinan dikin. Jiyan bi destê jinan hatiye avakirin lê îro li tevahiya cîhanê jin tên kuştin. Di tevahiya jiyanê de pêwist e şoreşa jinê pêk werê. Îro em li Rojava dibînin ku dema şoreşa jinê pêk werê jin azad dijî. Jin xwe xwe rêxistin dike û dikarê xwe biparêze.
Di dawiya rûniştina pêncemîn de têkildarî Şoreşa Rojava û zimanê dayikê sînevîzyonek hate pêşandan.
Komxebat, bi nirxandinên beşdaran û Kursiya Azad domiya.