NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lihevkirina di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û hikûmeta Şamê de xebatên rakirina bendên kontrolê yên li taxan hatin destpêkirin.
Di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û nûnerên hikûmeta Şamê de peymaneke ji 14 xalan pêk tê hate îmzekirin. Ji bo cîbicîkirina xala 5’an a peymanê, îro her du aliyan dest bi xebatên rakirina bend û çeperên li kolanên her du taxan û taxên din ên Helebê kirin.
Bi amadebûna nûnerên her du aliyan re îro xebatên vekirina rêyên sereke yên nêzî Çarxerêya El Şîhanê ya li rojavayê Taxa Eşrefiyeyê dest pê kirin.