AMED - Li navçeya Xana Axparê, leşkeran di dema çalakiya protestoyî ya li dijî birîna daran de gule reşandin.
Birîna daran a ji bo kargeheke qûmê li taxa Gundika Hûsîkan a navçeya Xana Axparê a Amedê bû sedema nerazîbûna welatiyan. Li herêma Girgeverê ji bo kargehek ji qûmê bê vekirin, birîna daran hat destpêkirin. Welatiyan bertek nîşanî Înşaata Kalyonê dan û birîna daran protesto kirin.
Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, êrîşî welatiyan kirin. Mudaxaleya leşkeran bi telefonên mobîl hat qeydkirin.
Tê payîn ku rêxistinên ekolojiyê îro biçin herêmê.