STENBOL - Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, di danişîna ewil de nehate berdan.
Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Aktag di 30’ê Mijdarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Sevtap Aktag li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Sevtap Akdag û parêzera wê Îlknûr Alcan di danişînê de amade bûn. Sevtap Akdag, îdiayên der heqê xwe de red kir û got ku ew îfadeyên şahidên nepen û aşkera red dike.
Parêzer Îlknûr Alcan got ku tu delîlên şênber di dosyayê de nînin. Îlknûr Alcan, bal kişand ser rapora MASAK’ê û got ku pereyê miwekîla wê di sala 2011’an de ji hevala xwe re şandî, cezayê trafîkê û hemû geştên miwekîlê wê weke “delîla endamtiya rêxistinê” hatine nîşandan. Îlknûr Alcan, tehliyekirina Nîmet Tanrikulu ku ji heman dosyayê dihat darizandin weke mînak nîşan da û ji bo miwekîla xwe daxwaza tehliye û beraetê kr.
Dozger jî xwest li şahidê nepen Ulaş were guhdarîkirin û rewşa girtî ya Sevtap Akdag bidome. Dadgehê jî daxwazên dozgeriyê qebûl kir û danişîn taloqî 27’ê Gulanê kir.