Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran 2025-03-25 10:20:00   AMED - Li navçeya Xana Axparê, leşkeran di dema çalakiya protestoyî ya li dijî birîna daran de gule reşandin.   Birîna daran a ji bo kargeheke qûmê li taxa Gundika Hûsîkan a navçeya Xana Axparê a Amedê bû sedema nerazîbûna welatiyan. Li herêma Girgeverê ji bo kargehek ji qûmê bê vekirin, birîna daran hat destpêkirin. Welatiyan bertek nîşanî Înşaata Kalyonê dan û birîna daran protesto kirin.   Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, êrîşî welatiyan kirin. Mudaxaleya leşkeran bi telefonên mobîl hat qeydkirin.   Tê payîn ku rêxistinên ekolojiyê îro biçin herêmê.