ŞIRNEX - Li Şirnexê jinan ji bo balê bikişînin ser doza endamên çeteya fihûşê ku dê sibe were lidarxistin, meş li dar xistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê bi dirûşma “Em ji tundî, tacîz û îstîsmara li dijî jin û zarokan re dibêjin bes e” meş li dar xistin. Meş, beriya danişîna doza endamên çeteya fihûşê ku dê sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin, hat lidarxistin. Bi sedan jinên li Qada Omer Kabak hatin gel hev, ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em ê çanda tecawizê hilweşînin" hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û "Çeteyên fihûşê dê hesabê bidin” hatin berzkirin. Piştî meşê, li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajar daxuyanî hate dayin.
Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu di daxuyaniyê de got: “Sibe dê li vir danişînek were lidarxistin. 11 sal in çav û guhên xwe li van karên qirêjî girtin. Weke TJA’yê me jî xwest deng bidin. Destên xwe li ser jin û zarokên Kurd bikişînin. Nekarîn bi polîtîkayên şerê taybet bi ser kevin. Dê nekarin. Weke TJA’yê em ê li dijî van polîtîkayên qirêjî bisekinin û teşhîr bikin.”
'BERSIVA BÊDENGIYÊ DI POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ DE VEŞARTÎ YE’
Endama Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Ji bo teşhîrkirina çeteya fihûşê ya 11 sal berê derketibû holê û heta niha jî li ser nehatiye axaftin em li vir in. Dewleta ku hemû çalakiyên me yên rewa asteng dike, ev 11 sal in ev doz paşguh kiriye. Ne cara ewil e wiha dikin. Em vê ji Colemêrgê, Mêrdînê û Êlihê dizanin. Em, ji bo têkoşîna li dijî vê xeta şerê taybet ku fihûşê û bikaranîna madeyên tiryakê rewa dike, li vir in. Em kesên îdia dikin îstîsmar û destdirêjiya li dijî zarokan tune ye, vedixwînin danişîna sibê. Em Alî Yerlîkaya vedixwînin vê derê. Çima heta niha bêdeng man? Bersiva vê pirsê, di polîtîkayên înkarê yên sedsal in didome de ne. Bersiva vê pirsê di pirsa ‘Ma ev der Komara Şirnexê ye?’ de ye ku bûbû manşet. Heke inyeta we hebe ku li Şirnexê xeta şerê taybet ava bikin, em bi vekirî ji we re bibêjin; jin dê destûrê nedin. Em ê sibe li vir bin û vê dozê bişopînin.”
'EM LI VIR IN Û DÊ HESABÊ BIPIRSIN’
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî got ku sînorê polîtîkayên şerê taybet tune ye û hewldan heye ciwan û zarokan bi rêya sîxûrtî, fihûş û rewşên mîna wan bên tunekirin. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku armanca esasî ya polîtîkayên şerê taybet dûrxistina ciwanan a ji civakê ye û wiha bi dawî kir: “50 sal in li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Faîlên vê lêpirsîna 11 sal berê hatiye vekirin diyar in lê çendek ji wan tenê çendek mehan di girtîgehê de mane. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet bêdeng nemînin. Em ê hesabê bipirsin. Heta ku ev polîtîkaye bi dawî dibin jî dê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.