AMED - Baroya Amedê, TUAY-DER, OHD û ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî 16 girtîgehan aşkera kirin û gotin ku ji astengkirina zimanê Kurd heta mafê tedawiyê, gelek maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.
Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Şaxa Komelaya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran ya Amedê (TUAY-DER) a Amedê li Baroya Amedê ‘Rapora Girtîgehên Herêmê’ aşkere kirin. Nûnerên Baroya Amedê, ÎHD OHD û TUAY-DERê tev li daxuyaniye bûn. Sekretere Komîsyona Girtîgehê ya Amedê Ahmet Guler rapor xwend. Ahmet Guler diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya girtîgehan dike û got: “Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev tecrîd li hemû girtîgehên din belav bûye. Divê tecrîd rabe û mafê hêviyê bê dayîn. Divê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên Îmraliyê hevdû azad bibin.
LI 16 GIRTÎGEHAN LÊKOLÎN HATIN KIRIN
Ahmet Guler destnîşan kir ku wan li girtîgehên Tîpên L, T û Ewlehiya Bilind û girtîgehên jinan ên Amed, Xarpêt, Erzînganê lêkolîn kirine û wiha got: “Me li 16 girtîgehan nêzî 40 hevdîtin pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de hat tespîtkirin ku binpêkirina mafan pir zêde bûye.”
‘GIRTÎ DERENG TÊN SEWQKIRIN Û TEDAWÎKIRIN’
Ahmet Guler, anî ziman ku li gorî tespît û çavdêriyên wan li Girtîgehên Hejmar 1-2 ên Ewlehiya Bilind û girtîgehên Tîpa T, L yên Xarpêt, Erzîngan û Amedê sewqên revîran dereng tên kirin û girtî dereng tên dermankirin. Ahmet Guler, da zanîn ku kirtasiyên ku bi kargo ji girtiyan re tên şandin teslîmî girtiyan nayên kirin û wiha got: “Dîsa mafên girtiyan ên civakî têne bi sînorkirin. Girtiyan sewqî girtîgehên ku durî malmatên wan dikin. Girtî rastî îşkence û muameleyên xerab tên. Xwarina ku didin girtiyan bê qelîte ye. Girtî nikarin bi girtiyên di heman girtîgehê de têkêvin têkiliyê. Kargoyên ku malbat ji girtiyan re dişînin nadin girtiyan. Nameyan bi heqdest kargoyan dişînin. Alavên ku malbat dişînin nadin girtiyan.”
CEZAYÊN KEYFÎ YÊN DISIPLÎNÊ TÊN DAYIN
Ahmet Guler, da zanîn ku xwarina didin girtiyan bê qelîte û kevn in û ev agahî parve kir: “Girtiyan dema sewqî nexweşxaneyan û dadgehê dikin, li dijî pîvan û sinc li ser girtiyan lêgerînê dikin. Gelek caran dest datînin ser alav û amûrên girtiyan. Pirtûk û kovarên ku qetdexeya wan tune jî bi awayakî keyfî nadin girtiyan. Nayên girtiyan bi awayekî keyfî sansur dikin. Li dijî pîvanan bi keyfî cezayê disiplînê didin girtiyan. Mafê hevdîtina bi girtiyên din re tê sînorkirin. Daxwaza girtiyan a guhertina menzelan tê redkirin. Nameyên ku bi Kurdî ji girtiyan re tê şandin bi qasî 4-5 mehan tên rawestandin. Di lêgerînên rûtîn de zerarê didign alav û amûrên girtiyan. Hin girtiyan di yek hucreyê de didin girtin.
LI ERZÎNGANÊ HEMÛ GIRTÎ DI HUCREYÊ DE TÊN RAGIRTIN
Li girtîgeha Erzîncanê hemû girtiyan saetekê derdixin hewşê. Hemû girtî di hucreya yek kesî de têne girtin. Li ruxmê girtîgeha Erzînganê menzel ji bo 3 kesan in jî disa girtiyan di hucreyan de didin ragirtin. Girtiyên bi sewqê diçin gelek alav û amûrên wan têne desteserkirin. Girtî neçar dimînin ku ji nûve alavan ji kantinê bikirin. Pirtûkên girtiyan bi 15 heban têne bi sînorkirin.
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊN XARPÊTÊ ZÊDE BÛNE
Ahmet Guler anî ziman ku li Girtîgehên Xarpêtê ji binpêkirina mafan gelek zêde ye û binpêkirinên li Xarpêtê wiha rêz kir: “Girtîgeh li pirsgirêkên girtiyan guhdar nake. Gelek caran li ser hev li menzelên giriyan lêgerînê dikin. Qanalên TV yan pir kêm in. Xwarina girtiyan bê qalîte ye. Girtiyan bi kelepçeyan derdixin mûayineyê. Hevdîtina malbatan 45 deqiye ye. Lê di hevdîtinên vekiri yên roja înê de li ser giriyan zêde lêgerînê dikin. Girtiyên nexweş ji 4-5 mehan carekê sewqî nexweşxaneyê dikin. Girtî nikarin ji mafên xwe yên çandî û civakî sûdê bigirin.”
BANG: LI GORÎ MEWZÛATÊN ZAGONÎ Û NAVNETEWEYÎ TEVBIGERIN
Ahmet Guler xwest rêveberiya girtîgehê li gorî mevzûatên zagonî û navneteweyi tev bigere û mafê hemû girtiyan ên zagonî biparêze.