ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN

*Jinên şirnexî yên dê bi kincên xwe yî gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin wiha gotin: "Em ê bi hêvî û coşeke mezin biçin û wê kongre bibe serketina jinên botanî." 

* Li Geverê, VEDAŞ'a ku pirsgirêka ceryanê çareser nake tevî bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan polîsî saetên ceryanê bi dîregan ve vekirin. Her wiha şêniyên navçeyê jî îdia dikin ku kamerayên nepen û amûrên guhdarkirinê di hundurê saetan de hatine bicihkirin. 
 
* Serokê Şaxa ŞPO ya Rihayê Selîm Açar got piştî Kampusa Eyyûbiye ya Zanîngeha Harranê ji bo îmarê hatiye vekirin, wê ev yek bi awayekî lezgîn li Deşta Heranê rê li ber betonkirinê vebike. Her wiha Açar xwest ev kampusa ku bi hezaran dar tê de hene wek qada seyranê bê sererastkirin. 
 
*Xizmên girtiyan bertek nîşanî ferzkirina kincên yektîpî dan. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ev sepandin tê wateya "şer" û wiha gotin: "Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî vê ferzkirinê derkevin." 
 
*Nivîskar Omer Agin, got piştî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan radestî Tirkiyeyêê hat kirin, îro jî bi operasyona Efrînê li hemberî kurdan û paradîgmaya netewa demokratîk komploya duyemîn pêk hatiye. 
 
*Yek ji 170 rewşenbîrên ku li dijî operasyona li hemberî Efrînê derketin û name ji hemû wekîlên li Meclîsê re şandin jî Nivîskar Ayşegul Devecîoglû bû. Devecîoglû diyar kir ku şer li hemberî mirovahiyê sûc e û wiha got: "Li gor qanûnên me sorkirina şer sûc e." 
 
*Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu dan û wiha gotin: "Ger wê wekîltiya siyasetmedarên ku em deng didin wan dê bê betalkirin nexwe ji bo çi em dengê xwe bi kar tînin? Bila sindoqên ku em dengê xwe li wan bi kar tînin rakin." 
 
*Helbestkar Sabrî Vural bi nivîsandina helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li dijî Efrînê rexne dike. Vural got pêwiste nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîrên kurd trajedî û jenosîda li Efrînê bibînin û piştgiriyê bidin Efrînê. 
 
*Wekîlê HDP’ê Garo Paylan ê bi Serokomarê Fransayê Macron re hevdîtin pêk anî, behsa êrîşên li ser Efrînê kir û got: “Li dijî wargeha jiyînê ya gelê Efrînê êrîş pêk tên. Dê HDP di kongreya mezin de ji zimanê mexdûriyetê bireve û pêngavek mezin dest pê bike. Me got nebin şîrîkê vî sûcî.” 
 
*Endamê Duvara Karşı Tiyatro Topluluğu (Civaka Şanoyê ya li Hemberî Dîwar) Vedat Kuşku, da zanîn ku li dijî hegemonyaya desthilatdariyê her serdem hunermendê xwe diafirîne û wiha got: "Em winda bikin jî em ê dîsa dest pê bikin, lê ew têk biçin ew ê ji dîrokê paqij bibin."
 
*Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo beşdarî êrîşên li dijî Efrînê bibin, dewlet li cerdevanan digere. Ji bo tev li şer bibin û şer bikin, rojê 300 lîre pêşniyarî cerdevanan hat kirin. Hat gotin ku piraniya cerdevanan ev pêşniyar qebûl nekiriye. 
 
* Danişîna doza Akademîsyenên Zanîngeha Stenbol û Galatasarayê dê li 33'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
 
* Danişîna doza derhênera belgefîlma "Bakur/Kuzey" Çayan Demirel dê li 2'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bê dîtin. (10.00)
 
* Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin dê serî li dozgeriya Bûrsayê bidin. (10.00)
 
* 3 Danişîna doza polîsê li Geverê 4 kes kuşt û 2 kes birîndar kir dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
 
* Danişîna doza polîs B.K. yê li Mêrdînê li dijî M.B. îstîsmara zayendî kir, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.45)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê meha çile ya Xebatê bi raya giştî re aşkere bike. (12.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê têkildarî xebatên kongreyê û geşedanên dawî li avahiya xwe civîna çapepemeniyê pêk bîne. (12.00) 
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmiere dê rapora binpêkirina mafan a 2017'an bi raya giştî re parve bike. (12.00)
 
* Înîsiyatifa girtîgehan dê bi malbatên girtiyan re li dijî "Cilên yek tîp" li avahiya DBP'ê ya Erxaniye civînekê pêk bîne. (14:00)
 
* Malbatên Roboskê, ji bo edaletê bixwazin û hesap ji kujerên komkujiya 34 kesan bipirsin dê di hefteya 319'an de li ser goristana zarokên xwe daxuyaniyê bidin. (16.00)

Sernavên din

08/02/2018
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye