ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-08 09:00:00 *Jinên şirnexî yên dê bi kincên xwe yî gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin wiha gotin: "Em ê bi hêvî û coşeke mezin biçin û wê kongre bibe serketina jinên botanî."  * Li Geverê, VEDAŞ'a ku pirsgirêka ceryanê çareser nake tevî bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan polîsî saetên ceryanê bi dîregan ve vekirin. Her wiha şêniyên navçeyê jî îdia dikin ku kamerayên nepen û amûrên guhdarkirinê di hundurê saetan de hatine bicihkirin.    * Serokê Şaxa ŞPO ya Rihayê Selîm Açar got piştî Kampusa Eyyûbiye ya Zanîngeha Harranê ji bo îmarê hatiye vekirin, wê ev yek bi awayekî lezgîn li Deşta Heranê rê li ber betonkirinê vebike. Her wiha Açar xwest ev kampusa ku bi hezaran dar tê de hene wek qada seyranê bê sererastkirin.    *Xizmên girtiyan bertek nîşanî ferzkirina kincên yektîpî dan. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ev sepandin tê wateya "şer" û wiha gotin: "Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî vê ferzkirinê derkevin."    *Nivîskar Omer Agin, got piştî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan radestî Tirkiyeyêê hat kirin, îro jî bi operasyona Efrînê li hemberî kurdan û paradîgmaya netewa demokratîk komploya duyemîn pêk hatiye.    *Yek ji 170 rewşenbîrên ku li dijî operasyona li hemberî Efrînê derketin û name ji hemû wekîlên li Meclîsê re şandin jî Nivîskar Ayşegul Devecîoglû bû. Devecîoglû diyar kir ku şer li hemberî mirovahiyê sûc e û wiha got: "Li gor qanûnên me sorkirina şer sûc e."    *Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu dan û wiha gotin: "Ger wê wekîltiya siyasetmedarên ku em deng didin wan dê bê betalkirin nexwe ji bo çi em dengê xwe bi kar tînin? Bila sindoqên ku em dengê xwe li wan bi kar tînin rakin."    *Helbestkar Sabrî Vural bi nivîsandina helbesta “Efrîn” balê dikişîne ser rengîniya Efrînê û bêdengiya cîhanê ya li dijî Efrînê rexne dike. Vural got pêwiste nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîrên kurd trajedî û jenosîda li Efrînê bibînin û piştgiriyê bidin Efrînê.    *Wekîlê HDP’ê Garo Paylan ê bi Serokomarê Fransayê Macron re hevdîtin pêk anî, behsa êrîşên li ser Efrînê kir û got: “Li dijî wargeha jiyînê ya gelê Efrînê êrîş pêk tên. Dê HDP di kongreya mezin de ji zimanê mexdûriyetê bireve û pêngavek mezin dest pê bike. Me got nebin şîrîkê vî sûcî.”    *Endamê Duvara Karşı Tiyatro Topluluğu (Civaka Şanoyê ya li Hemberî Dîwar) Vedat Kuşku, da zanîn ku li dijî hegemonyaya desthilatdariyê her serdem hunermendê xwe diafirîne û wiha got: "Em winda bikin jî em ê dîsa dest pê bikin, lê ew têk biçin ew ê ji dîrokê paqij bibin."   *Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo beşdarî êrîşên li dijî Efrînê bibin, dewlet li cerdevanan digere. Ji bo tev li şer bibin û şer bikin, rojê 300 lîre pêşniyarî cerdevanan hat kirin. Hat gotin ku piraniya cerdevanan ev pêşniyar qebûl nekiriye.    * Danişîna doza Akademîsyenên Zanîngeha Stenbol û Galatasarayê dê li 33'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza derhênera belgefîlma "Bakur/Kuzey" Çayan Demirel dê li 2'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bê dîtin. (10.00)   * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin dê serî li dozgeriya Bûrsayê bidin. (10.00)   * 3 Danişîna doza polîsê li Geverê 4 kes kuşt û 2 kes birîndar kir dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza polîs B.K. yê li Mêrdînê li dijî M.B. îstîsmara zayendî kir, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.45)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê meha çile ya Xebatê bi raya giştî re aşkere bike. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê têkildarî xebatên kongreyê û geşedanên dawî li avahiya xwe civîna çapepemeniyê pêk bîne. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmiere dê rapora binpêkirina mafan a 2017'an bi raya giştî re parve bike. (12.00)   * Înîsiyatifa girtîgehan dê bi malbatên girtiyan re li dijî "Cilên yek tîp" li avahiya DBP'ê ya Erxaniye civînekê pêk bîne. (14:00)   * Malbatên Roboskê, ji bo edaletê bixwazin û hesap ji kujerên komkujiya 34 kesan bipirsin dê di hefteya 319'an de li ser goristana zarokên xwe daxuyaniyê bidin. (16.00)