‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’

img

ENQERE - Seroka Giştî ya berê ya Halkevleri (Malên Gel) û endama Meclisa Jinan a HDP'ê Îlknur Bîrol, aşkera kirin ku AKP êrîşî modela jiyanê ya li Efrînê dike û ev tişt gotin: "Belê çi pêşniyar dikin? Modela te modela Reqqayê yê ye? Ew modela ku jinan li bazaran wekî koleyan difiroşe?"

Seroka Giştî ya berê ya Halkevleri (Malên Gel) û endma Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îlknur Bîrol, der barê êrîşên li dijî Efrînê û amadekariyên kongreya HDP'ê de axivî. Bîrol da zanîn ku ew di şertên OHAL'ê û zextên giran de diçin kongreyê û ev tişt got: "AKP-MHP'ê di 16'ê Nîsanê de bi hevkarî referandume dizîn, dixwazin civaka Tirkiyeyê û dewletê ji nû ve sererast bikin. Ji ber wê heta dawiyê şidetê kûr dikin û herî dawî bi êrîşa li dijî Efrînê re, ev pêkanînên faşîst xistin dewrê. Di vê serdemê de em komgreyê pêk tînin."
 
Bîrol aşkera kir ku li cîhanê di polîtîkayê de şikestekek heye û ev tişt got: "Encamên erdhejên wiha jî giran e. Dem bi dem civakan ditirsîne, dîne rewşek wisa dê çi bike nizane. Hêzên otorîter dixwazin ji xwe re hin bingehan ava bikin û Tirkiye jî di demeke wiha re derbas dibe. Erdnîgarî di nava xwînê de ye, kurdên ku nifûsa wan 50 milyon e, dê ji bo wan statuyeke çawa bêdiyarkirin, em hem di warê jiyanî û hem jî di warê projeyên civakî de, di serdemeke wiha re derbas dibin."
 
'PEYWIRÊN GIRÎNG LI PÊŞBERÎ HDP'Ê NE'
 
Bîrol, anî ziman ku Tirkiye li dijî pêşketinên dîrokî yên li Rojhilat Navîn, bi hişmendiya kevin a dewletê tev digere û serî li hemû rêbazên faşîzan dide, bi konsepta dagirkeriyê mudaxaleyan dixe dewrê û wiha pê de çû: "Di nava vê cîhana ku tev li hev bûyî de qaşo bi hişmendiya dewleta mezin dem bi dem dixwaze neo-osmaniyê ava bike û nijadperestiyê konsolîde dike. Lê ev hewldaneke vala ye. Peywira siyaset demokratîk jî li dijî mirinan, xwedî li dîrok, çanda mirovahiyê derdikeve û modeleke jiyanê derdixe holê. Ji ber wê roja ku HDP hat avakirin heta niha, xwedî vê hişmendî û modelê ye. HDP'a ku qasî 4 hezar endam û rêveberên wê hatiye girtin, dixwazin ji vê rastiya wê dûr bixin. Lê peywira HDP'ê gelekî girîng e û dê vê siyaseta xwe ya herêmî û hevgirtina gelan dewam bike."
 
'ÊRÎŞÊ MODELA JIYANÊ YA LI EFRÎNÊ DIKIN'
 
Bîrol bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Modela jiyanê ya li wir derketiye holê, dikin armanc. Ev êrîş li dijî modela demokratîk e. Yanî ev enî çi dibêje; Ezê bi van êrîşan, nehêlim gel û bawerî li ber sînorên min bi hev re beyî pirsgirêk bijîn. Belê hûn çi pêşniyar dikin? Modela te modela Reqayê ye? Yanî modela ku jinan li bazarên koleyan difiroşin, pêşeroja zarokan tarî dike, ev proje ye? AKP ji TTB'ê dixwaze bêje 'Mirin baş e şer baş e.' Ji derveyê demokrasiyê tu rêyên Tirkiyeyê tune. Ji bo wê jî divê kesayetî û hemû beşên civakê bên gel hev û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bînin cih. Em di pêvajoyeke wiha de diçin kongreyê. Em hêvî dikin ku rêveberiyeke vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe derkeve."
 
Bîrol destnîşan kir ku HDP di erqa peywira xwe de ye û wiha got: "Heke zextên ku li me dikin, sedî yekê wê li hêzeke din bikirana, niha li qada siyasetê winda bûnûn. Em dikarin bi hewldaneke piçûk jî rewşa heyî bixin destê xwe."
 
'ÊDÎ HATIYE WÊ HALÊ TENÊ BI OSO RE KAR DIKE'
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Tugrul jî, diyar kir ku îdîayên tehdît û êrîşan ên li dijî Tirkiyeyê ne rastin û bê bingehin. Tohgrul, da zanîn ku heya niha bi tu awayî Efrînê êrîşî Tirkiyeyê nekiriye û wiha got: “Em hemû baş dizanin ku ji bo destekftiyên kurdan asteng bikin, texa sînorê Dîlok û Kîlîsê ji DAIŞ’ê re vekirin. Gelek kes ji Tirkiyeyê di wê xeta sînor re derasî Sûriyeyê bûn û li dijî gel şer kirin. Cardin di heman texa sînor re ji Sûriyeyê vegeriyan, li Tirkiye û cîhanê komkujiyên mezin pêk anîn. Piştî hêzên QSD’ê DAIŞ têk birin, êdî Tirkiye zanî nikare bi DAIŞ’ê re vî karî bike. Ji ber vê xwast bi komên El Nusra û  Ahrar-u Şam re vî karî bike, lê dît ku ev kom krîmînal bûne. Niha jî bi çeteyên OSO yên bi sedan komkujî pêk anîne re necar ma ye ku kar bike.” 
 
'DIZANE KU GEL NE ÊRÎŞKARIN'
 
Togrul, da zanîn ku dinava gelan de tu pirsgirêk tuneye û wiha got: “Dewlet wê derê wek gef dibîne. Ev rewşek suniye û gel jî vê baş dizane. QSD 7 sale dinava pêvajoyek şer deye û heya niha tenê zixurek kevir jî ne avêtiye aliye Tirkiyeyê. Gel vê rastiyê baş dizane. Divê Tirkiye pirsgirêka xwe ya gelê kurd çareser bike. Lê li şûne vê yekê bike, siyaseta şer kiriye dewrê. Ev ne raste.” 
 
‘EMÊ PARADÎGMAYÊ BIBIN SERKEFTINÊ’
 
Tugrul, destnîşan kir ku ji dîrokê heya roja îro çi gava ku Tirkiye tengav bûye, gelê kurd piştgirî daye Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev mînakeke bêwefatiya dîrokiye. Kurdan li wê derê tenê ji bo xwe qadên azadiyê ava nekirin, di heman demê de ji bo hemû gelên wir dijîn, qadên hevpar ên azad avakirin. Paradîgmaya li wir hatiye avakirin ji bo xwe weke gef dibînin. Ji ber vê yekê hêzên emperyal ên cîhanê jî destûr dan van êrîşan. Niha êrîşî modernîteya demokratîk dikin. Ji bo ku em modernîteya demokratîk li ser vê axê pêş bixin, em ê bi dost û hevalên xwe re bi hemû hêza xwe vê paradîgmayê bibin serkeftinê.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/02/2018
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye