‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’ 2018-02-06 11:49:58 ENQERE - Seroka Giştî ya berê ya Halkevleri (Malên Gel) û endama Meclisa Jinan a HDP'ê Îlknur Bîrol, aşkera kirin ku AKP êrîşî modela jiyanê ya li Efrînê dike û ev tişt gotin: "Belê çi pêşniyar dikin? Modela te modela Reqqayê yê ye? Ew modela ku jinan li bazaran wekî koleyan difiroşe?" Seroka Giştî ya berê ya Halkevleri (Malên Gel) û endma Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îlknur Bîrol, der barê êrîşên li dijî Efrînê û amadekariyên kongreya HDP'ê de axivî. Bîrol da zanîn ku ew di şertên OHAL'ê û zextên giran de diçin kongreyê û ev tişt got: "AKP-MHP'ê di 16'ê Nîsanê de bi hevkarî referandume dizîn, dixwazin civaka Tirkiyeyê û dewletê ji nû ve sererast bikin. Ji ber wê heta dawiyê şidetê kûr dikin û herî dawî bi êrîşa li dijî Efrînê re, ev pêkanînên faşîst xistin dewrê. Di vê serdemê de em komgreyê pêk tînin."   Bîrol aşkera kir ku li cîhanê di polîtîkayê de şikestekek heye û ev tişt got: "Encamên erdhejên wiha jî giran e. Dem bi dem civakan ditirsîne, dîne rewşek wisa dê çi bike nizane. Hêzên otorîter dixwazin ji xwe re hin bingehan ava bikin û Tirkiye jî di demeke wiha re derbas dibe. Erdnîgarî di nava xwînê de ye, kurdên ku nifûsa wan 50 milyon e, dê ji bo wan statuyeke çawa bêdiyarkirin, em hem di warê jiyanî û hem jî di warê projeyên civakî de, di serdemeke wiha re derbas dibin."   'PEYWIRÊN GIRÎNG LI PÊŞBERÎ HDP'Ê NE'   Bîrol, anî ziman ku Tirkiye li dijî pêşketinên dîrokî yên li Rojhilat Navîn, bi hişmendiya kevin a dewletê tev digere û serî li hemû rêbazên faşîzan dide, bi konsepta dagirkeriyê mudaxaleyan dixe dewrê û wiha pê de çû: "Di nava vê cîhana ku tev li hev bûyî de qaşo bi hişmendiya dewleta mezin dem bi dem dixwaze neo-osmaniyê ava bike û nijadperestiyê konsolîde dike. Lê ev hewldaneke vala ye. Peywira siyaset demokratîk jî li dijî mirinan, xwedî li dîrok, çanda mirovahiyê derdikeve û modeleke jiyanê derdixe holê. Ji ber wê roja ku HDP hat avakirin heta niha, xwedî vê hişmendî û modelê ye. HDP'a ku qasî 4 hezar endam û rêveberên wê hatiye girtin, dixwazin ji vê rastiya wê dûr bixin. Lê peywira HDP'ê gelekî girîng e û dê vê siyaseta xwe ya herêmî û hevgirtina gelan dewam bike."   'ÊRÎŞÊ MODELA JIYANÊ YA LI EFRÎNÊ DIKIN'   Bîrol bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Modela jiyanê ya li wir derketiye holê, dikin armanc. Ev êrîş li dijî modela demokratîk e. Yanî ev enî çi dibêje; Ezê bi van êrîşan, nehêlim gel û bawerî li ber sînorên min bi hev re beyî pirsgirêk bijîn. Belê hûn çi pêşniyar dikin? Modela te modela Reqayê ye? Yanî modela ku jinan li bazarên koleyan difiroşin, pêşeroja zarokan tarî dike, ev proje ye? AKP ji TTB'ê dixwaze bêje 'Mirin baş e şer baş e.' Ji derveyê demokrasiyê tu rêyên Tirkiyeyê tune. Ji bo wê jî divê kesayetî û hemû beşên civakê bên gel hev û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bînin cih. Em di pêvajoyeke wiha de diçin kongreyê. Em hêvî dikin ku rêveberiyeke vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe derkeve."   Bîrol destnîşan kir ku HDP di erqa peywira xwe de ye û wiha got: "Heke zextên ku li me dikin, sedî yekê wê li hêzeke din bikirana, niha li qada siyasetê winda bûnûn. Em dikarin bi hewldaneke piçûk jî rewşa heyî bixin destê xwe."   'ÊDÎ HATIYE WÊ HALÊ TENÊ BI OSO RE KAR DIKE'   Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Tugrul jî, diyar kir ku îdîayên tehdît û êrîşan ên li dijî Tirkiyeyê ne rastin û bê bingehin. Tohgrul, da zanîn ku heya niha bi tu awayî Efrînê êrîşî Tirkiyeyê nekiriye û wiha got: “Em hemû baş dizanin ku ji bo destekftiyên kurdan asteng bikin, texa sînorê Dîlok û Kîlîsê ji DAIŞ’ê re vekirin. Gelek kes ji Tirkiyeyê di wê xeta sînor re derasî Sûriyeyê bûn û li dijî gel şer kirin. Cardin di heman texa sînor re ji Sûriyeyê vegeriyan, li Tirkiye û cîhanê komkujiyên mezin pêk anîn. Piştî hêzên QSD’ê DAIŞ têk birin, êdî Tirkiye zanî nikare bi DAIŞ’ê re vî karî bike. Ji ber vê xwast bi komên El Nusra û  Ahrar-u Şam re vî karî bike, lê dît ku ev kom krîmînal bûne. Niha jî bi çeteyên OSO yên bi sedan komkujî pêk anîne re necar ma ye ku kar bike.”    'DIZANE KU GEL NE ÊRÎŞKARIN'   Togrul, da zanîn ku dinava gelan de tu pirsgirêk tuneye û wiha got: “Dewlet wê derê wek gef dibîne. Ev rewşek suniye û gel jî vê baş dizane. QSD 7 sale dinava pêvajoyek şer deye û heya niha tenê zixurek kevir jî ne avêtiye aliye Tirkiyeyê. Gel vê rastiyê baş dizane. Divê Tirkiye pirsgirêka xwe ya gelê kurd çareser bike. Lê li şûne vê yekê bike, siyaseta şer kiriye dewrê. Ev ne raste.”    ‘EMÊ PARADÎGMAYÊ BIBIN SERKEFTINÊ’   Tugrul, destnîşan kir ku ji dîrokê heya roja îro çi gava ku Tirkiye tengav bûye, gelê kurd piştgirî daye Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev mînakeke bêwefatiya dîrokiye. Kurdan li wê derê tenê ji bo xwe qadên azadiyê ava nekirin, di heman demê de ji bo hemû gelên wir dijîn, qadên hevpar ên azad avakirin. Paradîgmaya li wir hatiye avakirin ji bo xwe weke gef dibînin. Ji ber vê yekê hêzên emperyal ên cîhanê jî destûr dan van êrîşan. Niha êrîşî modernîteya demokratîk dikin. Ji bo ku em modernîteya demokratîk li ser vê axê pêş bixin, em ê bi dost û hevalên xwe re bi hemû hêza xwe vê paradîgmayê bibin serkeftinê.”