Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike

img

MÊRSÎN - Lêkolîner-nivîskar Mustafa Pekoz, diyar kir ku Tirkiyeya li Rojhilata Navîn ji derveyê têkiliyên hêzê maye, ji ber wê ketiye xefika Amerîka û Rûsyayê û ev tişt got: "Tirkiye bi tu awayî li Efrînê bi ser nakeve û vê pêvajoyê dest pê kir. Wer dixuyê ku dê ev operasyon bibe belaya serê Tirkiyeyê."

Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayên wê 18 roj e li dijî Efrînê operasyon dane destpêkirin û êrîşên wan ji hewa û bejahî ve dewam dike. Êrîşên ku rojeva sereke ya welat e, li cihanê jî tê şopandin. Lêkolîner-nivîskar Mustafa Pekoz êrîşên Tirkiyeyê û rewşa ku tê de ye nirxandin.
 
Pekoz, destnîşan kir ku divê êrîşa li dijî Efrînê, ne tenê wekî êrîşeke li dijî YPG'ê bê dîtin. Pekoz, da zanîn ku li Rojhilata Navîn kurd wekî hêzeke jeopolîtîk pêşber pêş derxistin holê û ev pêvajo dest pê kiriye, li Rojhilata Navîn têkiliyên hêzan ji nû ve şekil digirin û bi êrîşa li dijî Efrînê re dê pozîsyona dewletên statuko ji nû ve bên diyarkirin û ev parçeyekê pêvajoyê ye.
 
'NE PÊKAN E KURD JI DERVEYÊ VÊ PÊVAJOYÊ BIMÎNIN'
 
Pekoz anî ziman ku hêzên navneteweyî yên mudaxaleyê herêman dikin, berjewendiyên gelan an jî yên dewleta nafikirin, berjewendiyên xwe difikirin û wiha got: "Ev şerên ku tên kirin ji ber xetên enerjiyê û şewatê ji nû ve dizayn bikin, dikevin nav xebatan. Ji ber ku kurd li Rojhilata Navîn hêzeke jeopolîtîk in pozîsyona wan derketiye pêş. Erdnîgariya kurdan a em behs dikin, ji Îranê dest pê dike heta Başûrê Kurdistanê û ji Rojava re ber bi Derya Spî ve derbas dibe. Ev meseleyeke berî her tiştî ye. Ji ber wê pêwîstî bi kurdan dîtin. Ev planeke berê ya Amerîka û Rûsyayê digot 'Em ê li vir ji kurdan re qadekê vekin' nîne. Ji ber rewşa ku derketiye holê, heke kurd ji derve bên hiştin ne pêkan e bi ser keve."
 
‘KURD QASÎ DEWLETEKÊ BI HÊZ IN’
 
Pekoz diyar kir ku ji bo stratejiya Amerîkayê li Sûriyeyê bi ser keve, pêwîstiya wî bi hêzeke li herêmê heye û wiha domand: "Ji ber wê Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de got ku 'Em têkoşînê bikin hûn çi dixwazin em ê wê bikin' lê Amerîkayê di kurdan de israr kir û bû hevalbendê kurdan. Di têkiliyên kurewî de hin hêzên ne dewletî jî qasî dewletê dibin xwedî bandor û vê pêvajoyê dest pê kiriye. Rewşa herî şênber a li Rojhilata Navîn jî îro pozîsyona hêza kurdan e."
 
'TIRKIYE DIXWAZE HEVKÊŞEYÊ BIGUHERÎNE'
 
Pekoz axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye li Rojhilata Navîn ji derveyê têkiliyên hêzan ma. Li vê derê kurdan cih girt. Tirkiye vê yekê qebûl nake. Ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê tu êrîş pêk nehatibû. Tirkiye bi ketina vir re dixwaze hevkêşeya hêzan biguherîne. Dixwaze hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn dewam bike. Di têkiliyên li Rojava û Sûriyeyê de dixwaze peyama 'Ez heme' bide. Lê dê tiştekî wisa nebe."
 
‘TIRKIYE KET XEFIKA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ’
 
Pekoz bi lêv kir ku Tirkiye beyî ku di ferqê de be, ket xefika Amerîka û Rûsyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di warê leşkerî de dikarin bêjin xefika. Di warê polîtîk de arastekirinê dikarin bêjin. Her kes dizane armanca Tirkiyeyê ew e mayînde be, lê li wir ne mayînde ye. Ew armancên dixwaze xwe bigihînê ne pêkan e. Wekî Kobanê ne pêkane bikeve navenda Efrînê. Tişta ku Tirkiye bike herî zêde dikare di 15 kîlometreyan de korîdorekê veke û bi rêya Amerîka û Rûsyayê dewrî Rejîmê bike. Ji ber ku ne li El Babê û ne jî cihên li Efrînê bi dest xistiye dê li wir nemîne. Dê van deran bi şeklekî teslîmî rejîmê bike. Şansekî wê yê din jî tune. Lê bi ketina li wir re tiştekî bi dest nexe dê zîndebûna xwe ya hundurîn winda bike. Dernekeve jî ji xwe dê belayekê bîne serê xwe. Ji ber wê jî bi tu awayî li Efrînê şansê Tirkiyeyê yê serkeftinê tune."
 
‘SIBÊ NY BÊJE EZ Ê ALÎKARIYÊ BIŞÎNIM EFRÎNÊ’
 
Pekoz anî ziman ku di TSK û komên girêdayên wê de pêşketineke cidî tune û bi gotinên wekî "Em ê vir biqedînin, belav bikin, terorê tune bikin û vegerin" xwestin civakê araste bikin, lê piştî demekê civakê ev lêpirsîn kiriye. Pekoz aşkera kir ku li welat krîza aborî û polîtîk heye û ev tişt anî ziman: "Em di nava şerekî herêmî de ne. Wisa dixuyê dê vê berdewam nekin." Pekoz got ku dibe ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bikeve dewrê û operasyonekê pêk bîne û got: "Dibe ku sibê NY bêje ku 'Ez ê alîkariyê bibim Efrînê.' Dê Tirkiye pêşiya vê bigire? Dê ji Tirkiyeyê alîkarî biçe. Dema Tirkiye bêje 'Em ê operasyonê bikin, destûrê nadin alîkariyê', dê NY hêza leşkerî bixe dewrê. Tirkiye beyî ku di ferqê de be, bi rewşeke wiha re rû bi rû ye. Tirkye ket nava şerekî giran û şansê wê kêm e. Dê encamên vê ji bo zîndebûna Tirkiyeyê ya navxweyî neyênî be."
 
'DÊ OPERASYONA EFRÎNÊ LI SERÊ TIRKIYEYÊ BIBE BELA'
 
Pekoz derbirî ku her çendî bi zimanê dîplomatîk bêjin "Tirkiye ewlehiya xwe pêk tîne" jî dema li analîzên medyaya derve bê nihêrin herî zêde tê dîtin ku Serokomar Erdogan û desthilatdarî zîndebûna xwe ya navxweyî diparêzin û bi hêz dikin, ji bo wê êrîşên li dijî Efrînê dan destpêkirin. Pekoz axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêveberiya Şamê serî li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî da. Gelo dikare bê gotin ev bêyî Rûsyayê kir? Bi teşwîqa Rûsyayê kir. Heke Neteweyên Yekbûyî helwesteke hişk bigire, hêj helwesteke vekirî bide dê li hemberî Tirkiyeyê rewşeke çawa derê holê? Dikare bêje 'Ey Neteweyên Yekbûyî' û bandorê li ser gel bike, lê emrê vê hefteyek e. Piştî wê dê gel dîsa dest bi lêpirsînê bike. Medyaya piştgiriyê dide desthilatdariyê dê dest bi lêpirsînê bike. Ji bo wê wer dixuyê dê ev operasyon bi serê AKP'ê bibe bela."
 
'DIJBERIYA ŞER NE DIJMINAHIYA WELAT E'
 
Pekoz bal kişand ser bertekên li dijî êrîşên li dijî Efrînê û bêdengkirina van muxalîfan, aşkera kir ku ev ji ber "Zeyîfiya desthilatdariyê ye" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Berî şer gelek rêbazên ku hûn serî lê bidin hene. Anîna ziman ne xayîntiya welat e, berovajiyê wê welatparêzî ye. Yên vê dibêjin akademîsyen, nivîskar, mirovên zanyar û rewşenbîr in. Ev mirovana qasî Serokwezîr, qasî Serokomar ji welat hez dikin. Bêdengkirina van zeyîfiya desthilatdariyê ye. Baweriya wan bi wan nayê. Wer tê dîtin ku bi derfetên di destê xwe de nikarin xwe bigihînin armancên xwe. Naxwazin ev rewş derkeve holê û civak vê yekê bibîne."
 
MA / Haci Yusuf Topaloğlu-Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

08/02/2018
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye