Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike 2018-02-06 09:06:52 MÊRSÎN - Lêkolîner-nivîskar Mustafa Pekoz, diyar kir ku Tirkiyeya li Rojhilata Navîn ji derveyê têkiliyên hêzê maye, ji ber wê ketiye xefika Amerîka û Rûsyayê û ev tişt got: "Tirkiye bi tu awayî li Efrînê bi ser nakeve û vê pêvajoyê dest pê kir. Wer dixuyê ku dê ev operasyon bibe belaya serê Tirkiyeyê." Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayên wê 18 roj e li dijî Efrînê operasyon dane destpêkirin û êrîşên wan ji hewa û bejahî ve dewam dike. Êrîşên ku rojeva sereke ya welat e, li cihanê jî tê şopandin. Lêkolîner-nivîskar Mustafa Pekoz êrîşên Tirkiyeyê û rewşa ku tê de ye nirxandin.   Pekoz, destnîşan kir ku divê êrîşa li dijî Efrînê, ne tenê wekî êrîşeke li dijî YPG'ê bê dîtin. Pekoz, da zanîn ku li Rojhilata Navîn kurd wekî hêzeke jeopolîtîk pêşber pêş derxistin holê û ev pêvajo dest pê kiriye, li Rojhilata Navîn têkiliyên hêzan ji nû ve şekil digirin û bi êrîşa li dijî Efrînê re dê pozîsyona dewletên statuko ji nû ve bên diyarkirin û ev parçeyekê pêvajoyê ye.   'NE PÊKAN E KURD JI DERVEYÊ VÊ PÊVAJOYÊ BIMÎNIN'   Pekoz anî ziman ku hêzên navneteweyî yên mudaxaleyê herêman dikin, berjewendiyên gelan an jî yên dewleta nafikirin, berjewendiyên xwe difikirin û wiha got: "Ev şerên ku tên kirin ji ber xetên enerjiyê û şewatê ji nû ve dizayn bikin, dikevin nav xebatan. Ji ber ku kurd li Rojhilata Navîn hêzeke jeopolîtîk in pozîsyona wan derketiye pêş. Erdnîgariya kurdan a em behs dikin, ji Îranê dest pê dike heta Başûrê Kurdistanê û ji Rojava re ber bi Derya Spî ve derbas dibe. Ev meseleyeke berî her tiştî ye. Ji ber wê pêwîstî bi kurdan dîtin. Ev planeke berê ya Amerîka û Rûsyayê digot 'Em ê li vir ji kurdan re qadekê vekin' nîne. Ji ber rewşa ku derketiye holê, heke kurd ji derve bên hiştin ne pêkan e bi ser keve."   ‘KURD QASÎ DEWLETEKÊ BI HÊZ IN’   Pekoz diyar kir ku ji bo stratejiya Amerîkayê li Sûriyeyê bi ser keve, pêwîstiya wî bi hêzeke li herêmê heye û wiha domand: "Ji ber wê Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de got ku 'Em têkoşînê bikin hûn çi dixwazin em ê wê bikin' lê Amerîkayê di kurdan de israr kir û bû hevalbendê kurdan. Di têkiliyên kurewî de hin hêzên ne dewletî jî qasî dewletê dibin xwedî bandor û vê pêvajoyê dest pê kiriye. Rewşa herî şênber a li Rojhilata Navîn jî îro pozîsyona hêza kurdan e."   'TIRKIYE DIXWAZE HEVKÊŞEYÊ BIGUHERÎNE'   Pekoz axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye li Rojhilata Navîn ji derveyê têkiliyên hêzan ma. Li vê derê kurdan cih girt. Tirkiye vê yekê qebûl nake. Ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê tu êrîş pêk nehatibû. Tirkiye bi ketina vir re dixwaze hevkêşeya hêzan biguherîne. Dixwaze hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn dewam bike. Di têkiliyên li Rojava û Sûriyeyê de dixwaze peyama 'Ez heme' bide. Lê dê tiştekî wisa nebe."   ‘TIRKIYE KET XEFIKA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ’   Pekoz bi lêv kir ku Tirkiye beyî ku di ferqê de be, ket xefika Amerîka û Rûsyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di warê leşkerî de dikarin bêjin xefika. Di warê polîtîk de arastekirinê dikarin bêjin. Her kes dizane armanca Tirkiyeyê ew e mayînde be, lê li wir ne mayînde ye. Ew armancên dixwaze xwe bigihînê ne pêkan e. Wekî Kobanê ne pêkane bikeve navenda Efrînê. Tişta ku Tirkiye bike herî zêde dikare di 15 kîlometreyan de korîdorekê veke û bi rêya Amerîka û Rûsyayê dewrî Rejîmê bike. Ji ber ku ne li El Babê û ne jî cihên li Efrînê bi dest xistiye dê li wir nemîne. Dê van deran bi şeklekî teslîmî rejîmê bike. Şansekî wê yê din jî tune. Lê bi ketina li wir re tiştekî bi dest nexe dê zîndebûna xwe ya hundurîn winda bike. Dernekeve jî ji xwe dê belayekê bîne serê xwe. Ji ber wê jî bi tu awayî li Efrînê şansê Tirkiyeyê yê serkeftinê tune."   ‘SIBÊ NY BÊJE EZ Ê ALÎKARIYÊ BIŞÎNIM EFRÎNÊ’   Pekoz anî ziman ku di TSK û komên girêdayên wê de pêşketineke cidî tune û bi gotinên wekî "Em ê vir biqedînin, belav bikin, terorê tune bikin û vegerin" xwestin civakê araste bikin, lê piştî demekê civakê ev lêpirsîn kiriye. Pekoz aşkera kir ku li welat krîza aborî û polîtîk heye û ev tişt anî ziman: "Em di nava şerekî herêmî de ne. Wisa dixuyê dê vê berdewam nekin." Pekoz got ku dibe ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bikeve dewrê û operasyonekê pêk bîne û got: "Dibe ku sibê NY bêje ku 'Ez ê alîkariyê bibim Efrînê.' Dê Tirkiye pêşiya vê bigire? Dê ji Tirkiyeyê alîkarî biçe. Dema Tirkiye bêje 'Em ê operasyonê bikin, destûrê nadin alîkariyê', dê NY hêza leşkerî bixe dewrê. Tirkiye beyî ku di ferqê de be, bi rewşeke wiha re rû bi rû ye. Tirkye ket nava şerekî giran û şansê wê kêm e. Dê encamên vê ji bo zîndebûna Tirkiyeyê ya navxweyî neyênî be."   'DÊ OPERASYONA EFRÎNÊ LI SERÊ TIRKIYEYÊ BIBE BELA'   Pekoz derbirî ku her çendî bi zimanê dîplomatîk bêjin "Tirkiye ewlehiya xwe pêk tîne" jî dema li analîzên medyaya derve bê nihêrin herî zêde tê dîtin ku Serokomar Erdogan û desthilatdarî zîndebûna xwe ya navxweyî diparêzin û bi hêz dikin, ji bo wê êrîşên li dijî Efrînê dan destpêkirin. Pekoz axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêveberiya Şamê serî li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî da. Gelo dikare bê gotin ev bêyî Rûsyayê kir? Bi teşwîqa Rûsyayê kir. Heke Neteweyên Yekbûyî helwesteke hişk bigire, hêj helwesteke vekirî bide dê li hemberî Tirkiyeyê rewşeke çawa derê holê? Dikare bêje 'Ey Neteweyên Yekbûyî' û bandorê li ser gel bike, lê emrê vê hefteyek e. Piştî wê dê gel dîsa dest bi lêpirsînê bike. Medyaya piştgiriyê dide desthilatdariyê dê dest bi lêpirsînê bike. Ji bo wê wer dixuyê dê ev operasyon bi serê AKP'ê bibe bela."   'DIJBERIYA ŞER NE DIJMINAHIYA WELAT E'   Pekoz bal kişand ser bertekên li dijî êrîşên li dijî Efrînê û bêdengkirina van muxalîfan, aşkera kir ku ev ji ber "Zeyîfiya desthilatdariyê ye" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Berî şer gelek rêbazên ku hûn serî lê bidin hene. Anîna ziman ne xayîntiya welat e, berovajiyê wê welatparêzî ye. Yên vê dibêjin akademîsyen, nivîskar, mirovên zanyar û rewşenbîr in. Ev mirovana qasî Serokwezîr, qasî Serokomar ji welat hez dikin. Bêdengkirina van zeyîfiya desthilatdariyê ye. Baweriya wan bi wan nayê. Wer tê dîtin ku bi derfetên di destê xwe de nikarin xwe bigihînin armancên xwe. Naxwazin ev rewş derkeve holê û civak vê yekê bibîne."   MA / Haci Yusuf Topaloğlu-Ergîn Çaglar