'Wê şerê jinên kurd ê li hemberî paşverûtiyê bidome'

img

AMED - Dayikên Şemiyê bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê yên bi taybetî zarok û jinan hedef digire dan û destnîşan kirin ku teşhîrkirina bedenên bêgiyan jî bêehlaqtî ye. Dayikên Şemiyê bi lêv kir ku wê jinên kurd şerê xwe yê li dijî paşverûtiyê bidomînin. 

Di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê de gelek jin, zarok û sivîl hatin kuştin. Bertekên li hemberî van êrîşan û kuştinan didomin. Dayikên Şemiyê parvekirinên der barê bedenên jinan û zarokan wek "bêehlaqtiyê" şîrove kirin. Remziye Bayram, got şerê diqewime şerê berjewendiyê ye û tekane armanca dewleta tirk jî ew e ku kurd tu statuyê bi dest nexin û ji ber vê jin û zarokan hedef digire. Bayram, destnîşan kir ku dema hemû kurd bibin yek dil, wê êrîşên li ser Efrînê bi yekîtiyeke hêzdar bên astengkirin. Bayram diyar kir ku Tirkiye bi çeteyan re bûye yek û ji bo tunekirina kurdan şer daye destpêkirin û jin, zarok û sivîlan qetil dike. Bayram got "Me ev ruyê qatlîamkar li Sûr, Cizîr û Kobaniyê dît. Piştî ku Erdogan got 'bêyî em bêjin jin û zarok in çi hewce be em ê bikin', niha jî tevî çeteyan dixwazin vê yekê li Efrînê bikin." 
 
Bayram, dîmenên sivîlên tên qetilkirin û di demên dawî de li ser medyaya civakî tên parvekirin jî nirxand û got ev tiştekî dermirovahiyî ye. Bayram got dewleta tirk bi nêzîkatiya xwe ya bedena jinê hewl dide kurdan bitepisîne û ev tişt gotin: "Dewlet di şerê xwe yê bi kurdan de tim jinan hedef girtiye. Em wê bi teşhîrkirina cenazeyên PKK'yiyên jin nas dikin. Her wiha li Cizîrê em bûn şahidê bêhurmetiya li hemberî cenazeyê Taybet Înan û Cemîleyê. Niha heman tişt li Efrînê li ser bedenên şervanên jin tê kirin. Bi awayekî zêde ji şervanên jin ditirsin, lê jinên kurd vê feraseta paşverû derbas kirin û li hemberî van nêzîkatiyan serî natewînin. Ya ku li zora dijmin diçe jî ev e. Bi vî awayî dixwazin civaka kurd bê îtibar bikin û bitepisînin. Lê wê bi ser nekevin. Jinên kurd ne ji girtîgehê, ne ji mirinê ditirsin. Wek duh wê îro jî şer bikin û li ber xwe bidin." 
 
Kiymet Zengîn jî bertek nîşanî van parvekirinan da û got ev yek ne bi awayekî ehlaqî û ne jî wijdanî nayê qebûlkirin. Zengîn diyar kir ku niha hemû cîhan van kirinên Tirkiyeyê yên li hemberî jinan û zarokan temaşe dike û di serî de ji ber van kirinên xwe ez Rûsyayê û bi giştî jî hemû dewletên cîhanê ji ber van liv û tevgerên derehlaqî şermezar dikim. Zengîn ev tişt gotin: "Jinên kurd ên li hemberî çeteya barbar û paşverû ya DAIŞ'ê bi wêrekî şer kir, gelek bedewî anîn tevahiya cîhanê. Hemû cîhan deyndarê şervanên jinên ên kurd." Zengîn got welatên Ewropayê yên xwe wek avakarên amfên mirovan û demokrasiyê dibînin, bi helwesta xwe ya li hemberî kirinên li ser kurda qanûnên xwe bin pê dikin û wiha domand: "Di komkujiyên li hemberî kurdan de tiliya van dewletan heye. Amerîka bi vê bêdengiya xwe dixwaze xwe paqij nîşan bide, lê bêdengî tê wateya pesendkirinê." 
 
‘EV ŞER LI HEMBERÎ AXA KURDAN E' 
 
Zengîn destnîşan kir ku li cem kurdan tim kurd hatine pîrozkirin û di dîrokê de jî eyan e ku dema di dozeke navebra du malbatan de jin şara xwe bavêje holê ew şer radiweste û aştî pêk tê. Zengîn wiha domand: "Yanî di vê çarçoveyê de jin ji bo kurdan pîroz e. Ji ber dijmin bi vê yekê dizane êrîşî wan dike û dixwaze van nirxan bê îtîbar bike. Kurd bi darbeyan, şeran, mirinan, zilm û heqaretan kurd natepisin, lê niha jî bi bedenên jinan dixwazin ehlaqê kurdan bin pê bikin. Hem di şer hem jî di civakê de rola jinên kurd zêde heye. Dibêjin heke em jinê têk bibin em ê civaka kurd jî têk bibin. Divê li her çar perçeyan kurdistanî vî şerî bibînin û baş şîrove bikin. Ev şer li dijî zarok, kevir, xweza û xaka kurdan e. Heke îro nebin yek û dest nedin destê hevdu, bila heta hetayê bêdeng bin." 

Sernavên din

06/02/2018
09:02 'Wê şerê jinên kurd ê li hemberî paşverûtiyê bidome'
09:01 Xwediyên cenazeyan bang li parêzvanên mafê mirovan kirin
09:01 Çapemeniya hewzê li vî aliyê sînor şer sor dike
09:00 Hevşaredarê hezexê Aslan: Serdana esnafan jî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018'AN
05/02/2018
18:46 8 rêveberên TTB'ê bi şert hatin berdan
16:39 3 rojin li Îdlibê çi dibe?
15:58 Serokatiya Meclîsê pirsnameya der barê afîşên kurdî de red kir
15:49 Li Amedê destek dan belavoka TTB’ê
15:46 Rojnameger Kartal û rêveberê Malên Gel Goçmuş hatin berdan
15:15 'Em dê bi reng û hêza xwe ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin'
15:15 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê hat binçavkirin
15:05 ÎSÎG: Di meha Çileyê de 141 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:04 8 rêveberên TTB'ê sewqî dadgehê kirin
14:52 Ji siyasetmedarên jin nameyên Efrînê
14:47 Lêpirsîn li pankarta Demîrtaş vekirin
14:30 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi li girtîgehê rastî tundiyê hat
14:18 Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir
14:18 Karwana hawarê ji Minbiçê berê xwe da Efrînê
14:11 Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe
14:09 Cezayekî wekî xelat ji bo bersûcên DAIŞ'ê xwestin
13:26 Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin
12:48 Dê şahida 'Doza JÎTEM'ê ya Qoserê' bê guhdarkirin
12:30 573 kesên li dijî êrîşa li ser Efrinê derketin hatin binçavkirin
12:23 Wezîrê Parastinê Ebdo: Amadekariya komkujiyan dikin
12:20 Ajansa MA xwe gihand cihê hilweşandina li Cindirêsê
12:01 Girseya ji Kobanê derket rê gihişt Minbiçê
11:08 Îdiaya mele birin qada operasyonê fetwayan didin endamên OSO'yê
10:57 Tirkiye 7 sal şûnde parastin da DMME: 5 sal girtina siyasetmedarên kurd maqûl e
10:53 Polîsê 4 sivîl kuştin: Min sûcek rûreşiyê nekiriye
10:45 ‘Em ê têkoşîna rêxistinbûyana jinê esas bigirin’
10:22 Soro: Komploya 99'an li Efrînê di dewrê de ye
10:05 Pirtûkek ji ‘hundir’: Xeyalbêj
09:55 Sekreterê TÎHV'ê Bakkalci: Binçavkirina rêveberên TTB'ê di dîrokê de yekemîn e
09:54 Dansa 'Hêk' çi vedibêje
09:54 BTK'ê malpera Platforma 1 Haber Var asteng kir
09:36 ‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye'
09:35 'Komkujiya Kerboranê' bi belgefîlma 'BÎR'ê bibîr xist
09:34 'Tazîkirina cenazeyê jinê îşkence ye'
09:34 Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin
09:33 Qeyûmê ji peywirê girtin, lêpirsîna 'nelêrêtiyê' lê vekirin
09:32 Plaja yek ji nerxên cîhanê di nava zibil de maye
09:32 ‘Îktîdarê hiqûq kiriye darê zorê û xistiye destê xwe'
09:24 Şahîn: Gotina 'sivîl zerarê nabînin' li dijî aqilan e
09:23 Ekolojîst Çirak: Ji ber qrêjiya hewa her sal 32 hezar û 500 mirov dimirin
09:22 OHAL'ê esnafê Eshab-i Kehf xist nava krîza aborî
09:00 ROJEVA 05'E SIBATA 2018'AN
04/02/2018
21:01 Meşa Şengalê gihişt Kobanê
20:40 Li Efrînê 2 leşker mirin 5 leşker birîndar bûn
20:24 2'yemîn konferansa Asayî ya HDP'ê bi dawî bû
17:37 Arslan: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî xeta neteweya demokratîk e
16:25 Îlhan ê Rojbîn Baran kuşt hat binçavkirin
15:47 KCD: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
15:20 98 akadenîsyenan ji bo Efrînê bang li Papa kirin
14:57 Balafirên TSK'ê li Efrînê zarokek birîndar kir
14:54 TTB: Fikrên me serbest berdin
14:31 Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava bû
14:23 HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne
14:13 Kalê 77 salî di êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest da
13:45 Gelo SÎHA balafira Rûs xist?
12:40 Girtiyê nexweş Celal Şeker li Mûşê hat definkirin
11:55 Wezîrê Karê Derve yê Iraqê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir
11:53 Gelên Efrînê li ser piyan e
11:30 Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike
11:17 Êzidî ber bi Efrinê ve dimeşin: Ji bo me cihek cuda ye
11:05 Di meha yekemîn a 2018'an de 28 jin qetil kirin
10:44 Uysal: Wezaret xwe dixe şûna dozgeriyê
09:45 Şûreya Dewletê biryara "qada bi xeter" a li Cizîrê erê kir
09:22 Biryar dan sûkê birûxînin, esnaf dibên em mexdûr dibin
09:22 'Bi êrîşa li dijî Efrînê re, rastiya nûçeyên Alayumat jî kifş bû'
09:21 Bêyî îmzeya wî ya şil li ser navê wî kredî hat kişandin
09:20 Sifreyên xwe ji bo Efrînê radixin
09:20 Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje
09:19 Li dijî çêkirina JES'ê nobetê digirin
09:18 Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018'AN
03/02/2018
21:48 Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin
20:34 TSK: Di êrîşa li hemberî tangê de 5 leşker mirin
17:22 Konferansa Jinan a HDP'ê: Emê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin
17:21 KESK: AKP'ê hebûna xwe ji şer ve girêdaye
17:03 Parêzerên OHP'î civîna lijneya pêk anîn
16:43 Di êrişa li dijî qereqola Kîlîsê de leşkerek mir 5 jî birîndar bûn
16:40 Girtiya nexweş a roviyên wê li derve avêtin hucreyê
16:32 Gelê Hewlêrê ji bo Efrînê daketin qadan
16:25 Xebatkarên Rojnameya Îz binçavkirin şermezar kirin
16:25 'Heke em li gel hev bin hêza Xizir li ba me ye'
16:05 Kurd li Rûsyayê ji bo Efrînê meşiyan
15:55 Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Hevalên me berdin
15:50 Li Êlihê ji bo hatina Erdogan polîs û şaredarî seferber bûn
15:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
15:48 Ji dayika Şemiyê ji bo keça xwe: Ayşenûra min ji xwînê têr nebûn
15:41 Erdogan li Bedlîsê heqaret li Goristina Xerzanê kir
15:36 Aqûbeta windayan pirsîn: Em zalimên îro ji bîr nakin
15:27 Endezyar: Dest ji Projeya Stenbolê ya Qanalê berdin
15:08 Serê sibê tên, piştî derî tê kilîtkirin diçin
14:43 Ruxmê raporê jî Celal Şeker bernedan û jiyana xwe ji dest da
14:43 KESK: Ji bilî têkoşîna li dijî AKP’ê alternat tune
14:27 Îtîraza li dijî biryara girtina parlamenterê HDP’ê Yildirim red kirin
14:23 Hêvî kirin ku zilma li ser gelê Efrînê bi dawî bibe
14:10 ' Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e’