'Wê şerê jinên kurd ê li hemberî paşverûtiyê bidome' 2018-02-06 09:02:47 AMED - Dayikên Şemiyê bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê yên bi taybetî zarok û jinan hedef digire dan û destnîşan kirin ku teşhîrkirina bedenên bêgiyan jî bêehlaqtî ye. Dayikên Şemiyê bi lêv kir ku wê jinên kurd şerê xwe yê li dijî paşverûtiyê bidomînin.  Di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê de gelek jin, zarok û sivîl hatin kuştin. Bertekên li hemberî van êrîşan û kuştinan didomin. Dayikên Şemiyê parvekirinên der barê bedenên jinan û zarokan wek "bêehlaqtiyê" şîrove kirin. Remziye Bayram, got şerê diqewime şerê berjewendiyê ye û tekane armanca dewleta tirk jî ew e ku kurd tu statuyê bi dest nexin û ji ber vê jin û zarokan hedef digire. Bayram, destnîşan kir ku dema hemû kurd bibin yek dil, wê êrîşên li ser Efrînê bi yekîtiyeke hêzdar bên astengkirin. Bayram diyar kir ku Tirkiye bi çeteyan re bûye yek û ji bo tunekirina kurdan şer daye destpêkirin û jin, zarok û sivîlan qetil dike. Bayram got "Me ev ruyê qatlîamkar li Sûr, Cizîr û Kobaniyê dît. Piştî ku Erdogan got 'bêyî em bêjin jin û zarok in çi hewce be em ê bikin', niha jî tevî çeteyan dixwazin vê yekê li Efrînê bikin."    Bayram, dîmenên sivîlên tên qetilkirin û di demên dawî de li ser medyaya civakî tên parvekirin jî nirxand û got ev tiştekî dermirovahiyî ye. Bayram got dewleta tirk bi nêzîkatiya xwe ya bedena jinê hewl dide kurdan bitepisîne û ev tişt gotin: "Dewlet di şerê xwe yê bi kurdan de tim jinan hedef girtiye. Em wê bi teşhîrkirina cenazeyên PKK'yiyên jin nas dikin. Her wiha li Cizîrê em bûn şahidê bêhurmetiya li hemberî cenazeyê Taybet Înan û Cemîleyê. Niha heman tişt li Efrînê li ser bedenên şervanên jin tê kirin. Bi awayekî zêde ji şervanên jin ditirsin, lê jinên kurd vê feraseta paşverû derbas kirin û li hemberî van nêzîkatiyan serî natewînin. Ya ku li zora dijmin diçe jî ev e. Bi vî awayî dixwazin civaka kurd bê îtibar bikin û bitepisînin. Lê wê bi ser nekevin. Jinên kurd ne ji girtîgehê, ne ji mirinê ditirsin. Wek duh wê îro jî şer bikin û li ber xwe bidin."    Kiymet Zengîn jî bertek nîşanî van parvekirinan da û got ev yek ne bi awayekî ehlaqî û ne jî wijdanî nayê qebûlkirin. Zengîn diyar kir ku niha hemû cîhan van kirinên Tirkiyeyê yên li hemberî jinan û zarokan temaşe dike û di serî de ji ber van kirinên xwe ez Rûsyayê û bi giştî jî hemû dewletên cîhanê ji ber van liv û tevgerên derehlaqî şermezar dikim. Zengîn ev tişt gotin: "Jinên kurd ên li hemberî çeteya barbar û paşverû ya DAIŞ'ê bi wêrekî şer kir, gelek bedewî anîn tevahiya cîhanê. Hemû cîhan deyndarê şervanên jinên ên kurd." Zengîn got welatên Ewropayê yên xwe wek avakarên amfên mirovan û demokrasiyê dibînin, bi helwesta xwe ya li hemberî kirinên li ser kurda qanûnên xwe bin pê dikin û wiha domand: "Di komkujiyên li hemberî kurdan de tiliya van dewletan heye. Amerîka bi vê bêdengiya xwe dixwaze xwe paqij nîşan bide, lê bêdengî tê wateya pesendkirinê."    ‘EV ŞER LI HEMBERÎ AXA KURDAN E'    Zengîn destnîşan kir ku li cem kurdan tim kurd hatine pîrozkirin û di dîrokê de jî eyan e ku dema di dozeke navebra du malbatan de jin şara xwe bavêje holê ew şer radiweste û aştî pêk tê. Zengîn wiha domand: "Yanî di vê çarçoveyê de jin ji bo kurdan pîroz e. Ji ber dijmin bi vê yekê dizane êrîşî wan dike û dixwaze van nirxan bê îtîbar bike. Kurd bi darbeyan, şeran, mirinan, zilm û heqaretan kurd natepisin, lê niha jî bi bedenên jinan dixwazin ehlaqê kurdan bin pê bikin. Hem di şer hem jî di civakê de rola jinên kurd zêde heye. Dibêjin heke em jinê têk bibin em ê civaka kurd jî têk bibin. Divê li her çar perçeyan kurdistanî vî şerî bibînin û baş şîrove bikin. Ev şer li dijî zarok, kevir, xweza û xaka kurdan e. Heke îro nebin yek û dest nedin destê hevdu, bila heta hetayê bêdeng bin."