MÊRSÎN - Rêxistina HDP’a Mêrsînê, bang li raya giştî kir ku di 11’ê Sibatê de li Enqerê beşdarî kongreya partiya wan bibin û wiha got: “Em ê bi rengên xwe bi hêzek mezin beşdarî kongreyê bibin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, bang li riya giştî kir ku di 11’ê Sibatê de, beşdarî 3’yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya li Salona Arena ya Sporê ya Enqerê bibin. Endamên partiyê li avahiya bajêr a HDP’ê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê endamên partiye Sevgî Aktaş daxuyanî da û wiha axivî: “Ji bo kongreya mezin em xebatekê mezin bi rêve dibin. Tabloya di civîn û ziyaretên me pêk anîn de derket holê ku em ê bi hêzek mezin ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin.”
Aktaş, da zanîn ku ew hemû kesan dawetî kongreyê dikin û wiha got: “Dê kongre bi tevlîbûnek bi hêz pêk were. Gel dê bi daxwazên xwe yên aştiyane û azadîxwaz beşdarî kongreyê bibin. Çareseriya tekane ya pirsgirêkan HDP’e ye. Em bi reng û genden xwe di 11’ê Sibatê de beşdarî kongreya li Enqerê bibin. Em ê daxwazên xwe yê aştî û demokrasiyê bi dengekê bilid berz bikin.”
Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.