'Em dê bi reng û hêza xwe ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin' 2018-02-05 15:15:50 MÊRSÎN - Rêxistina HDP’a Mêrsînê, bang li raya giştî kir ku di 11’ê Sibatê de li Enqerê beşdarî kongreya partiya wan bibin û wiha got: “Em ê bi rengên xwe bi hêzek mezin beşdarî kongreyê bibin.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, bang li riya giştî kir ku di 11’ê Sibatê de, beşdarî 3’yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya li Salona Arena ya Sporê ya Enqerê bibin. Endamên partiyê li avahiya bajêr a HDP’ê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê endamên partiye Sevgî Aktaş daxuyanî da û wiha axivî: “Ji bo kongreya mezin em xebatekê mezin bi rêve dibin. Tabloya di civîn û ziyaretên me pêk anîn  de derket holê ku em ê bi hêzek mezin ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin.”   Aktaş, da zanîn ku ew hemû kesan dawetî kongreyê dikin û  wiha got: “Dê kongre bi tevlîbûnek bi hêz pêk were. Gel dê bi daxwazên xwe yên aştiyane û azadîxwaz beşdarî kongreyê bibin. Çareseriya tekane ya pirsgirêkan HDP’e ye. Em bi reng û genden xwe di 11’ê Sibatê de beşdarî kongreya li Enqerê bibin. Em ê daxwazên xwe yê aştî û demokrasiyê bi dengekê bilid berz bikin.”   Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.