'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'

img
STENBOL - Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş, diyar kir ku Serokwezîr Yildirim berî êrîşên li ser Efrînê bi patronên rojname û medyaya mezin re li hev civiyan û wiha got: “Dixwazin li Tirkiyeyê rojnamegertiyek yek tîpî avabikin.”
 
Serokwezir Bînalî Yildirim berî êrîşên li ser Efrînê bi patronên rojname û medyaya mezin re li hev civiyan û deglerasyonek ji 15 madeyan pêk tê da rojnamegeran. Yildirim fermana dê çapemenî çawan planên wan ên li ser Efrînê serwîs bikin, bi rojnamegeran re parve kir û hemû mijarên manşetên rojnameyan û wêneyên dê bikar bînin diyar kirin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û Serokê Giştî yê Basin-Îş ê DÎSK’ê Faruk Eren, bertek nîşanî delegasyonê dan û diyar kirin ku dixwazin rojnamegertiya yek tîpî ava bikin.
 
‘DIXWAZIN ÇAPEMENÎ TENÊ WAN BIDIN’
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, diyar kir ku ji roja AKP bûyî desthildatdar û vir ve hewl dide profîlê rojnamegerîtiya li gorî xeta xwe ava bike û wiha axivî: “Berî operasyona Efrînê Serokwezîr û rojnameger li hev civiyan û ferma dê çawan operasyonê di nûçeyên xwe de serwîs bikin da rojnamegeran. AKP dixwaze li Tirkiyeyê rojnamegertiya yek tîpî ava bike. Dixwazin rojnamegertiyeke tenê tiştên ew bêjin bi weşînin ava bikin.” 
 
‘DI HIN XALAN DE DESTHILATDARÎ DITIRSE’
 
Durmuş, anî ziman ku di her serdemê de li Tirkiyeyê êrîş li ser rojnamegan çêbûne û wiha got: “Erka rojnamegertiyê ewe ku agahiyên rast bigihîne raya giştî. Di hin xalan de tirsên desthildatdariyê hene. Ji ber vê yekê pêdivî dibîne ku fermanê bide çapemeniyê ku tenê nûçeyên hikûmetê serwîs bikin. Ji nûçeyên rastîn ditirse. Piştî hevdîtina bi rojnamegeran re gelek hevalên me yên rojnameger ji ber parvekirinên xwe hatin binçavkirin. Du hevalên me hatin girtin. Her roja derbas dibe, hejmara rojnamegerên girtî zêdetir dibe.”
 
‘MAFÊ RAYA GIŞTÎ YA NÛÇE GIRTÎNÊ JÊ TÊ STNADIN’
 
Durmuş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rojnamegertî bi fermanan û êrîşên desthilatdariyê nayê kirin. Ev yek azadiya çapemeniyê û mafê gel ê nûçe girtinê, astend dikin. Desthilatdarî bi OHAL’ê re rojnameger kirine hedefa xwe. Rojnamegerên mîna desthilatdariyê ne fikire û ne nivîsîne bi girtinê hewl dide çav tirsandî bike. Rojnamegertî her tim aştiyê diparêze, ji ber ku gel jî her tim aştiyê dixwazin. Rojnamegertî jî tenê li berjewendiyên gel mêze dike. Ez bang li hemû rojnamegeran dikim ku xwedî li pîvanên rojnamegertiyê derbikevin.” 
 
‘RASTIYAN NEBÊJIN’
 
Serokê Giştî yê Basin-Îş DÎSK’ê Faruk Eren jî, diyar kir ku di civîna Serwezîr Yildirim de xwestin eyar  bidin çapemeniyê û wiha axivî: “Li gorî me di wê civînê de ji rojnamegeran hat xwestin ku bi her awayî li gorî wan tevbigerin û AA weke jêderk hat nîşandan. Hemû kes dizane di salên 90’î de çi ji medyayê kirin. Tiştên niha tên jiyîn jî ji wê pêvajoyê ne cûdatirin.” 
 
‘ROJEK ZÛ NE YEK DERENG CIVAK BI RASTIYAN DIHESE'
 
Eren, destnîşan kir ku her çiqasê hikûmet bixwaze rastiyan veşêre jî, bi teknolojiya heyî re nikare vê yekê bi ser bixe û wiha got: “Wisan dihesibînin ku dê bi ragihandinên xwe rastiyê veşêrin, lê sîteyên nûçeyan ên înternetê bi azad weşan dikin. Mirov li ser medyaya civakî dikare xwe bigihîne hemû agahiyan. Ji ber êrîşên heyî rojnamegerîn derketin derveyî welat li ser înternetê weşan dikin û rastiyan radigihîn in.  Rojek zû ne yek derneg civak bi rastiyan dihese.”
 
‘HERÎ KÊM DOZEKE HER ROJNAMEGEREKÊ HEYE’
 
Eren, da zanîn ku di salên 90’î de komkujiyek mezin li dijî rojnamegeran pêk hat û wiha bilêv kir: “Di roja me ya îro de rojnameger nayên kuştin, lê tim tên girtin û rastî cezayên giran tên. Li Tirkiyeyê ji 150’î zêdetir rojnamegerên girtî hene. Herî kêm dozeke her rojnamegerekê heye. Ronakbîr, mirovên zanist ên di bin çavan de hene û hinek ji wan jî girtîne.”
 
‘DÊ GELEK ŞERIM BIKIN’
 
Eren, anî ziman ku dixwazin medyaya yek tîpî ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman rojnamegeran ezmûnek baş ne nedan. Rojnamegerên mîna Ahmet Şık, di girtina Ozgur Gundem û serdegirtin Cumhuriyetê de li ber xwe dane. Lê bi giştî rojnameberan ezmûnek baş nedan di vê demê de. Rojnamegerên karên xwe baş dikin û li ber xwe didin hene. Gava ev ewrên tarî belav bûn, ên ku ji derveyî berxwedana rojnageran man, dê gelek şerim bikin ku ew hesta wan a şerim kirinê hebe.”
 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’